Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

...Heval Botan: “Di Tirkiyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd firsenda xebata siyasî û riyên demokratik hene

18:31 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Heval Botan: “Di Tirkiyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd firsenda xebata siyasî û riyên demokratik hene. Niha jî di parlemênta Tirkiyê de, endamên PKK hene ”.

Pêvajoya aştiyê heya niha gellek evraz û nişîv li pey xwe hêştine, heya ku gihaye îro rojê, û hem hikûmet û hem jî HDP, bi çareseriyê hêvîdar û kêfxweş in.

Lê hevdem digel vê kêfxweşiyê, em dibînin û dibihîsin ku carina berpirsyarên AKP’ê radigehînin ku PKK gurekî har e, û ji DAÎŞ’ê metorsîdartir e.

Di vê navberê de, ew pirsyara mêjiyê mirov dide ber pêlên xwe, ku gelo hekî PKK terorîst û gurekî har be, ewê çawa digel wî gurê har aştiyê bo neteweyekê bikin diyarî! Di vê derheqê de me bi hewce zanî ku bi çalakvanê siyasî Heval Botan re hevpeyvînekê pêk bînin, ku navbirî bi rohnî boçûna xwe li ser vê pirsa girîng aniye ziman (boçûnên birêz Botan helwest û boçûnên rojnameya Agirî ninin).

H: Şehab Xalidî

Pirs: Herdu alî, wate hem HDP û hem jî Tirkiye, li ser vê baweriyê ne ku dawî hevdîtina HDP’ê û birêz Ocalan li ser pêvajoya aştiyê, berhemdar bûye, hûn vê boçûnê çawa şirove dikin?

Bersiv: Dema berê bi caran hevdîtin çebûn. Lê belê bi destêwerdana hezên navxweyî û yên derve vala derketin. Lê em dikarin bêjin, hevdîtinên vê carê, ji yên berê cidîtir in. Herdu alî jî bi encamên tecrubeyên xwe nezîkî pêvajoyê dibin. Ji ber vê yeke mecala serxistina pêvajoyê zêdetir e.

Pirs: Berpirsyarên hikûmeta Tirkiyê dibêjin ku emê hewl bidin partiyên din yên Kurdî jî di van gotûbêjan de beşdar bikin, û bila tenê PKK nebe, gelo hekî hikûmet bikare karekî bi vî rengî bike, wê pirose çawa here pêş?

Bersiv: Ji bo çareserkirina pirsgirêka şer û çekdanînê, hetmen hikûmeta Tirkiyê û PKK’ê aliyên serekî ne. Lê belê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê PKK nîne. Hikûmetê hata niha jî, ji bo pirsgirêka Kurd tenê PKK qebûl kiriye.

Ew kêmasiyek bû. Pêwîst e ku hemû partî û rêxistinên Kurd tevlî pêvajo û hevdîtînan bin. Hêvdîtin bi HAK-PAR û Huda- Par’ê ra gavêk rast e. Lê pêwîst e ku hemû partî û rêxistinên din jî tevlî hevdîtinan bin. Derfeta serkeftinê bi vî awayî zêde dibe.

Pirs: Gelo çima berpirsyarên Tirkiyê dibêjin ku hewce nake em demeke diyarîkirî ji bo bidawîanîna pirosesê rabigehînin, gelo hûn bêjin Tirkiye dixwaze wextkujiyê bike, û armanca wê çareseriyeke rasteqîne nebe?

Bersiv: Dewleta Tirk hata niha jî bo pirsgirêka Kurd xwedî nêrînek rast nîne. Berî pirsgirêka Kurdan, dixwaze pirsgrêka PKK çareser bike. Ji ber vê yekê jî, bona derxistina PKK ji sînorên Tirkiyê, û çekdanîna gerîla dixebite. Hikûmet dibeje piştî vê ku PKK çekên xwe danên, ezê jî hin gavan bavêjim.

Lê armanca wê ye bingehîn heta hilbijartina 2015’an bikaranîna wext ji bo berjewendiya xwe ye. Hekî PKK bi bê garantîkirina destûrî çekên xwe danê, û ji sînoran vekişe, eva gellek şaş dibe. Ji ber ku tu garantî nîne ku dewleta Tirkiyê piştî vê hilbijartinê gavan bavêje, yan na?

Pirs: Gelo çima Tirkiye aliyekî sêyemîn di van gotûbêjan de qebûl nake, û dibêje eva pirseke navxweyî ye?

Bersiv: Dewleta Tirk çiqas bêje “pêvajoya çareserî” jî, armanca wê ya bingehîn çekkirina PKK’ê ye. Dewlet baş dizane ku hekî aliyê sêyemîn tevlî pêvajoyê bibe, rastî wê derkeve holê. Rastî jî, yekem pirs, pirsa Kurd e. Pêdagirînekirina PKK ji bo tevlîkirina aliyê sêyemîn, destê dewletê xurttir dike.

Di dîrokê da diyar e ku piraniya pirsgirêkên neteweyî bi beşdariya aliyê sêyemîn hatine çareserkirin. Ji bo Kurdan jî tevlîbûna Amerîka û Ewropa gellek girîng e, û pêwîst e ku di vê mîjarê da PKK pêdagir be.

Pirs: Gelo heyamekê berî niha Erdoxan ragehand ku tu cudahiyek di navbera PKK û DAÎŞ’ê de tuneye, û çend roj berî niha Beşîr Atalay jî ragehand ku PKK gurekî har e, û DAÎŞ jî bela ye, gelo ji aliyekî behsa aştiyê dikin, ji aliyekî din ve jî bi vî rengî êrîşî ser PKK dikin, gelo ma ew axavtinên tundûtîj bandora nigatîv li ser piroseyê dananên?

Bersiv: Ji aliyekî ve, pêvajoya aştiyê berdewam e, û ji aliyekî din ve, Erdoxan, serokê parlemêntê C. Çiçek û hin kesên berpirsyar axivtinên dijberî Kurdan dikin. Car caran di daxuyaniyên xwe da li ser deskevtên Kurdan diçin, û dixwazin tune bikin.

Dewleta Tirk li gora nakokî û şerên ku di herêmê de têne jiyankirin, gavan davêje. Daxuyaniyên negatîv armanca bingehîn derdixin holê.

Bêguman daxuyaniyen bi vî awayî, berevajiyê ruh û armancên pêvajoyê ne. Lê pêwîst e ku Kurd çav li guhartinên desturî bikin, û tenê wan guhartinan bikin bingeha tekoşîna xwe, û li ser bingeha gotin û daxuyaniyan helwêstê negrin.

Pirs: Hekî ew pirose bigihîje encamê, û PKK ji çiya bê xwar, gelo hûn bêjin bi xebata siyasî û medenî Kurd bikarin mafên xwe yên siyasî û neteweyî bi dest bixin, yan îmkana serkuta vê xebata siyasî heye, hûn bi giştî çawan vê qonaxê şirove dikin?

Bersiv: Di Tirkiyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd firsenda xebata siyasî û riyên demokratik hene. Niha jî di parlemênta Tirkiyê de, endamên PKK hene. Di her beşên xebatê de, rêxistinen wê yên legal hene.

Li derveyî wan jî, li Tirkiyê partî û rêxistinan bi navê “Kurdistanê” ava bûne. Helbet niha jî fikrên şovenî bandora xwe li ser siyasetê çêdikin. Ji bona nehêlana wan boçûn û hizrên şovenîstî, pêwîst e ku nasnameya Kurd bê qabûlkirin, û astengiyên ku nahêlin Kurd bigîhîjin mafên xwe yên neteweyî, ji holê rabin. Dibe di destûra bingehîn ya nû de, ew maf bêne garantîkirin.

Li Bakura Kurdistanê bingeha pirsgirêkan ne tenê dewleta Tirk e, belkû PKK ye jî. PKK partiyeke şoreşger e, lê belê demokrat nîne. Aliyê wê yê neteweyî lawaz e. Ew taybetmendiyên wê pêşiya yekîtiya Kurdan dibe astengî, û nahêle ku hêz û qaveta Kurdan bigihîje hevûdu, û bibe hêzeke siyasî. Hekî ew nêzîkbûna PKK tunebe, îhtîmala sabotebûna pêvajoyê heye.