Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

...Birêz Mihemednezîf Qadirî: “PDKi û xelkê Kurdistanê di rojhilata Kurdistanê de, pêşwaziya ji Sehrarûdî bikujê Dr. Qasimlo, wekî

18:35 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Birêz Mihemednezîf Qadirî: “PDKi û xelkê Kurdistanê di rojhilata Kurdistanê de, pêşwaziya ji Sehrarûdî bikujê Dr. Qasimlo, wekî bê hurmetî bi serweriya Herêma Kurdistanê, û piştre jî bi kesayetiya rêberê mezin Dr. Qasimlo û xwîna wan hemû şehîdan dizanin, ku di şerê li dijî terorê di Herêma Kurdistanê de şehîd bûne”.

Pirs: Armanca serdana vê dawiyê ya şanda Meclîsa Şêvra Îslamiya Îranê li Kurdistana Îranê, bi dîtina we çi bû?

Bersiv: Di rastî de serdana heyetên Îran û Îraqê bo welatên hevûdu, piştî hiloşîna rejîma Îraqê ji sala 2003’an şûnde tişteke nû nine. Di hemû warên siyasî, leşkerî û aborî de, berpirsayrên payebilind yên herdu welatan serdana hevûdu dikin.

Serdana vê carê ya Elî Larîcanî serokê Meclîsa Şêvra Îslamî bo Îraqê û Herêma Kurdistanê, piştî serdana Selîm Cibûrî serokê parlemênta Îraqê bû. Ev serdana Elî Larîcanî di bersiva vê serdanê de bû.

Pirs: Hatina kesekî wekî Sehrarûdiyê terrorist û bikujê D. Qasimlo di nav şana Îranê de, xwediyê çi wata û peyamekê ji bo Kurd û başûra Kurdistanê bû?

Bersiv: Hekî em bi hûrî li pêkhateya heyetên Komara Îslmaiya Îranê bo derveyî sînorên Îranê bikin, em dibînin ku piraniya wan kesan ser bi dem û dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê ne, û erka sereke ya wan pêwendîgirtina bi partî û aliyên girêdayî bi rejîma Îranê ne, ku di welatên xwe de peyrewiyê ji siyasetên dijî mirovî ên Komara Îslamiya Îranê dikin, û karê terorîstî dikin, û sebebkarê aloziyê ne di welatên xwe de.

Pêkhateya vê heyetê jî ku Elî Larîcanî serokatiya wê dikir, kesên wekî daxwazkirî û terorîst ên wekî Sehrarûdî dige de bû ku ji aliyê polîsê navneteweyî ve bi tawana şehîdkirina rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo û hevalên wî di Viyenê de, di 13.07.1989 (22.04.1368)’an de li jêr şopandinê de ye. Anîna vcî terorîstî bi dîtina nme çend wateyên wê hene:

1-Girîngînedana bi wan aliyên rojavayî ku li ser vê faylê boçûna xwe eşkere kirine, û niha jî pêdagir in li ser girtina biryarder û terorîstên vê tawanê û dehan terorîstên din dikin.

2-Sehrarûdî yek ji wan pasdaran bû ku ji aliyê rejîma Îranê ve, bo cîbicîkirina aliyên Îraqî û heya Kurdan jî hatiye diyarîkirin, û berdewam bi awayê veşartî û eşkere hatûçûna Kurdistanê kiriye.

Pîlandarêjerê karê terorîstî bûye. Ya balkêş ew bû ku vê varê armancdarane Sehrarûdî anîn Kurdistanê, û di nav kincên dîolomasî de navbirî anîn, bona vê ku bi wan aliyên ku dibêjin Sehrarûdî bikujê Dr. Qasimlo ye, bêjin ku Sehrarûdî dûr e ji wan tawanan, û eva nina rêberên Kurd jî bi germî pêşwaziyê ji wî dikin, û ferşa sor jê re radixin û wî hiombêz dikin, û dixwazin wî bê tawan nîşan bidin.

Lê bi xweşî ve raya giştî û helwesta kesayetiyên nîştimanperwer ê Kurd û berevankarên mafên mirovan û girtina hêlwestên mirovî û neteweyî, ew dildariya berçav ya wan şermezar kir, û carek din civatên xelkê nîşan dan ku îradeya wan ji helwêsta rezîlane ya komek bi nav serkirde û aliyê xapînok gellek bihêztir e, û nahêlin ku behayên wan yên neteweyî û xwîna pak ya rêberên wekî Dr. Qasimlo bikin alva danûstandinên wan aliyan.

Pirs: Ew pêşwaziya germ ya berpirsyarên aliyên hizbî û hikûmî yên Herêma Kurdistanê ji bikujê şehîd Dr. Qasimlo heya çiqasî ji bo we û xelkê Kurdistana Îranê çavnihêrkirî bû, û gelo we jêve nine ew pêşwazî, metirsiyeke wê ji bo tevgera Kurd bi giştî û Kurdistana Îranê û PDKÎ bi taybetî hebe?

Bersiv: Em û xelkê Kurdistanê rojek ji rojan dudil nebûn ji vê ku kesên wekî Sehrarûdî û Qasim Silêmanî û ...hwd xwe di Îraqê û Hewrêma Kurdistanê xwe xwediyê malê dizanin, û kêmtir rêz bo rêber û sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê dadinên, lewra em tevî piştevanîkirin ji deskevtên Kurdistanê û îradeya bihêz ya xelkê Kurdistanê li başûra Kurdistanê kiriye, û tu carî me ew metisiya jî neveşartiye, ku ew pêwendiya bê sînor ya partiyên Herêma Kurdistanê digel rejîma Îranê , û siyaseta destêwerdana vê rejîmê li karûbarên Kurdistanê de, wekî metirsiya herî mezin dizanin bo ser piroseya siyasî ya Kurd bi giştî û Herêma Kudristanê bi taybetî, ku niha di qonaxeke hestiyar re derbaz dibe, û herwisa me dît dema ku pirsa dewleta neteweyî hate holê, rejîma ranê yekem rejîm bû ku li dijî vê pirsê helwest girt.

Pirs: Dijkiryar yan helwêsta we, wekî PDKÎ û peyama we ji bo xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derheqê de çiye?

Bersiv: PDKÎ û xelkê Kurdistanê di rojhilata Kurdistanê gellek nerehet in ji vê pêşwaziya dûr ji çavnihêriyê ya rêber û berpirsyarên paye bilind ên Herêam Kurdistanê, û wergirtina terorîst sehrarûdî, û vê yekê berî hemiyan, em wekî bê hurmetî bi serweriya Herêma Kurdistanê dizanin û piştre jî bi tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat û kesayetiya rêberê mezên Dr. Qasimlo û xwîna wan hemû şehîdên ku di şerê li dijî terorê di Herêma Kurdistanê de şahîd bûne.