Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Exlaq û siyaset

18:38 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Şehab Xalidî

PDKÎ ew partiya ye ku nêzîk bi heft dehikan berî niha di nav dilê Kurdistana Rojhilat de, komara herî demokratîk li çav deshilatên din yên di Rojhilata Navîn de ava kir, û serokê vê partiyê wate Pêşewa Qazî Mihemed di gotara xwe ya ragehandina Komara Kurdistanê de, neteweyîbûna bîr û boçûn, û siyasetên partiya xwe selimand, dema ku got: “Îro roja herî xweş e di jiyana hemû Kurdekî de, ku alaya serxwebûna Kurd hatiye hildan, û li ser bilindahiya Mehabadê pêlan dide...goristana şehîdên riya rizgariyê beşeke zaf ji erdê her çar beşên Kurdistanê bi xwe ve girtiye”.

Lê niha jî rêvîngên riya pirr ji serwerî ya pêşewa Qazî Mihemed li ser rê û şopa wî berdewam in, û exlaq di siyasetê de -ku şehîd Qasimlo bawerî bi vê yekê hebû- kirine bingeha pêwendiyên siyasî, û di pirsa neteweyî de, tu carî li ser hesaba Kurdên tu parçeyeke din, bi dagîrkarên Kurdistanê re pêwendî ava nekirine û nakin jî.

Lê mixabin di van çend rojên borî de, berpirsyarên Herêma Kurdistana Başûr, ferşê sor bo bikujê Dr. Qasimlo rêberê karîzma yê vê partiyê, û rêberê tevgera neteweyî-demokratîk ya Kurd li rojhilata Kurdistanê raxistin.

Mixabin wan rêberên başûra Kurdistanê, ew bêhurmetiya kirin, û ferşê sor ji bo terorîst û bikujê rêberekî Kurd –ku wî rêberê mezin di jiyana siyasî ya xwe de, bi kiryar selimand ku rêberekî neteweyî û serkirdeyekî jêhatî bo hemû neteweya Kurd e- raxistin, ku bas ji yekîtiya yekîtiya Kurdan û birêvebirina kongireya neteweyî di bin siya xwe de dikin.

Belê wan bi vê kiryara xwe, hesta bi milyonan Kurdên rojhilata Kurdistanê birîndar kirin, ew xelkê ku hertim bi serkevtinên Herêma Kurdistanê dilxweş dibûn, û dest bi govend û şayiyan dikirin, û di heman demê de jî bi êş û azarên wan dilgiran dibûn.

Diba ku ew ferşê sor bo wan pêşmergeyên PDKÎ hatiba raxistin, ku ji bo bergirî ji xaka Kurdistana Başûr çûne bereyên şerê li dijî DAÎŞ’ê, û amade bûn ku ji bo her bihusteke axa vê para Kurdistanê canê xwe gorî bikin. Lê di dawiyê de em her vê yekê dibêjne rêberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku “Rê dibin bihust, dijmin nabin dost”.