Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: %50 îtimala serkevtina gotobêja pirogirama Navikî ligel Îranê heye

20:14 - 24 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Di rûniştina du roje de ya nûnerên Îranê û Amerîkayê li ser mijara bernameya Navikî li Zurîxê Koşka Sipî ragehand ku îtimala %50 serkevtina gotobêja pirogirama Navikî ligel Îranê heye.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, di rûniştina du rojan a li bajarê Zurîx li welatê Almanê ya nûnerên Amerîkayê û Îranê li ser pirogirama Navikî, îro ew gotobêja bi dawî hat ku nûnerê Rejîma Îranê bi serperestiya Ebas Îraqçî û nûnerê Amerîkayê bi serperestiya Wêndî Şermîn û nûnerê 5 + 1 di vê rûniştinê de pişikdar bûn û di dawiyê de Koşka Sipî di daxûyaniyekê de ragehand ku îtimala %50 serkevtina gotobêja pirogirama Navikî ligel Îranê heye.

Hevdem ligel destpêka danustandina du roje ya Zorîx di navbera Îran û Amerîkayê, Wezîrê Karûbarê Derve yê Aemrîkayê Can Kêrî û Wezîrê Karûbarê Derve yê rejîma Îslamiya Îranê Cevad Zerîf li derveyî vê rûniştinê de bi heyamê demijmêrekê li welatê Swîsê hevdîtina kirin ku werîzê karûbarê rejîma Îslamiya Îranê di pêwendî ligel dorpêçên zêdetir bi dijî rejîma Îranê ji aliyê kongireya Amerîkayê, meclisa Îranê naçar dike ku bo tulsitandina kiryarekê nîşan bide.

Di vê navberê de berdevkê Koşka Sipî a Amerîkayê bi bilavkirina daxûyaniye li ser îtimala %50 serkevtina gotobêja etmî a Îranê hişyarê da û got ku nabe Îranê bi hecetên rûniştina li ser mijara etomê tevî Amerîkayê karê dîplomasî bike.

Di wê pêwendiyê de, komarîxwazên kongireya Amerîkayê di hewla vê yekê de ne ku ambargoyên aborî li dijî rejîma Îranê zêde bikin.

Diyar. R