Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên bi hinceta salvegera Komra Kurdistanê di bajarên Kurdistanê dirêje heye

14:16 - 25 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Endam û evîndarên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarên Kurdistana Îranê bi boneya salvegera avakirina Komra Kuristanê çalakiyên cur ba cur birêve birin.

Nexede
Tekoşerên demokratê li bajarê Nexedê bi hinceta salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li kolan û tax û mekanên vî bajarî bi awayeke berfireh bi bilavkirina tirakt û posteran çalakîkirin.

Merîwan
Evîndarên demokratê li bajarê Merîwanê bi bilavkirina CD û tiraktên taybet bi 22’ê Çileya Paşîn 69’emîn salvegera avabûna Komara Mehabadê, hilkirina agirê xweşiyê bi vê boneyê û nivîsîna siloganên taybet bi vê rojê li ser dîwarên malên gundê Lencava, salvegera Komra Kurdistanê bilind nirxandin.

Urmiye
Evîndar û dilsozên partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Urmiyê bervara 20’ê Çileya Paşîn a 2015’an, bi hinceta 22’ê Çileya Paşîn 69’emîn salroja demezrandina Komara Kurdistanê li devera Mirgewer a Urmiyê bi awayeke berfireh û bi bilavkirina tirakt û poster û wêneya Qazî Mihemed û alaya Kurdistanê di wan cihane de çalakîkirin.

Herwuha li gundê Jarawa li taxa Salih, rûbirûyê pasgahê, mizgewta bilind, taxa medirsa bilind, kolana Dr. Qasimlo, gundê Rezge, sêriya Çornî, gundên Nêrge, garane, Giriwan, Sêgirkan, desgir, Heftava, Bêbekran, Mesûrava, Sêriya Mesûrava, Barazan, Dêjbaniya Nebî Ekremê Zêwe, Sêriya Hulistane, Girik û Wêrasipê çalakîkirin.

Herwuha endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarên Kamyaran, Sayîn Qela, Şino, Bokan, Sine û Selasa Bawecanî bi bilavkirina CD, tirakt û posterên taybet bi boneya salvegera komara Kurdistanê û bilindkirina alaya Kurdistanê li mekanên cur ba cur ên wan bajarane, 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê bilind nirxandin û ji aliyê welatiyan we pêşvaziyeke germ jê hat kirin û bû cihê keyfxweşiya welatiyên Kurd û komara kurdistanê di nav dilê Kurdan de zinî bû.

Gader. D