Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pîranşehr/ Pere ji dersxwanan werdigrin û di hember de şehadetnama serkevtin didin wan

14:24 - 25 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Nebûna bûdceya hewce bo xwendingehên Kurdistan, rêveberên xwendingehan bi zorî pere ji qutabiyan werdigrin bo birêvebirina xwendingehê.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, di çend rojên borî de û di dirêjahiya şepola wergirtina diravê zorî û bi bêyasa ji dersxwanan, berpirsên xwendigeha 22 Behmen yê Pîranşehrê bi xwendevanan ragehandine ku bo wergirtina şehadetnameya terma yekem a xwe dibe dirav bînin piştre şehadetname wergirin.

Li gor raportê, wergirtina diravê zorî ji xwendevanan di dibistanên Kurdistanê de bûye sedema zêdebûna givaşa aborî bo ser malbatên dersxwanan û ewa jî bûye cihê narizayetiya malbatan.

Serperestê yek ji dersxwanên xwendingeha 22 Behmenê di pêwendî ligel wergirtina perê zorî bi malpera Kurdistanmedia ragehand: Berpirsên dibistanê di demekê daxwaza perê nexdî bo wergirtina karnameya serkevtinê dikin ku pêştir perê zorî ji malbatên wan xwendevanane wergitibûn.

Raport bas ji vê yek dike ku bi sedema givaşên aborî, kêmiya dahat û bekengazî malbata dersxwanan hêza dayîna wî pereyî bo xwendingehê ninin û ewa jî bûye sedem ku hejmareke berçav ji derxwanan li metirsiya tyerkandina xwendinê rûderû ibin.

Li gor benda yeka madeya 26\'a ragihandina Cîhanî a mafê mirov bo perwerde û hînkirinê aliyê kêm dibe perwerdeya destpêkî û nawendî bê hemberî bo dersxwanan terxan bike.

Beşa A benda 2\'a madeya 13\'a danezana gerdûniya mafên abûrî û civakî û perwerdeya bê beramber ku Îranê sala 1354\'a Rojî naveroka wê danezanê pejrand, dibêje: Perwerde û hînkirina destpêkî dibe îcbarî û bê beramber be û hemû civak bi asanî bikarin ji vê mefah wergirin.

Her wusa di benda duyema esla sêyema yasa bineretî ya Îranê de hatiye: Dewlet erkdar e hemû îmkanata perwerde û hînkirinê bo hemû astek û qonaxên xwîndinê dabîn bike û herwuha li esla 30\'a yasa bineretiya Îranê dibêje: Dewlet erkdare hevceyên perwerde û hînkirina bê beramber bo hemû xelkek heya dawiya qunaxa amadeyî dabîn bike û xwîndina bilinda jî heta asta xwebijeya welat bi awayeke bê beramber girîngî didetê.

Awyer. T