Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa kedkarên Rojhilatê Kurdistanê xirab e

15:18 - 26 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Kedkarên Rojhilatê Kurdistanê ku rojane kar dikin heqdestiya wan tenê para debara jiyana wan ya rojane dike.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, rewşa jiyana hemwelatiyên Kurd di Rojhilatê Kurdistnê her diçe belengaztir û nexweştir dibe û rejîma Îslamiya Îranê jî hertim deverên Kurdakincî di peravêzê de xistiye û tu hewle bo vêde birina arîşe û pirsgirikên Rojhilatê Kurdistanê nade.

Gorî raportê, di Rojhilatê Kuristanê de kedkarên ku kar dikin heqdestiya wan ji xerc wan ên rojane kêmtir e. Li Îlamê rewşa karkeran ji hemû deverên din ên Rojhilat û Îranê kambaxtir e çimkî heqdesta karkerekî tenê nêzîkî %30 ji xercên wî dabîn bike.

Li Rojhilatê Kurdistanê bêkarî pir zêde ye ji ber wê jî çi karek tê pêşiya karkeran, bi neçarî dikin û bi heqdestekî kêmtir ji heqdesta xwe ya rastî razî dibin, ji ber wê jî heqdesta wan têra xercên wan nake.

Li parêzgeha Urmiyê, nêzîkî %48ê xercên rojane yê kedkarek gorî heqdesta wî tê dabînkirin, li Sine heqdesta karkerekî dikare derdora %45ê xercên wî dabîn bike, li Kirmaşanê jî nêzîkî %52ê xercên karkerekî bi heqdesta wî tê dabînkirin.

Welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bo dabînkirina debara jiyana malbata xwe naçar dibin dest bi karê kolberî bikin û an jî li derveyî welat kar bikin, çimkî karkirina di Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de hinek caran wusa jê tê ku heqdestiya wan ya rojane têra xerca wan ya rojane nake û lewma rû ji kolberiyê û an derveyî welat dikin.

Welatiyên Kurd ku rû ji kolberiyê dikin û li ser tiboxên navbera Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê kar dikin, rûderûyê tepeseriya hêzên rejîma Îslamî ya Îranê dibin û tê kuştin û birîndarkirin û gellek caran hespên wan yên barhilgiriyê dikujin û dest li ser barê wan kolberane de digrin.

Gellek caran welatiyên ku bi niyeta kar diçine derveyî welat û li vir kar dikin, bi sedema bêemniyetî, bê îmkanatî û nebûna alavên standar ên karkirinê, ew welatiye Kurdane venagerin bo malbata xwe û canê xwe ji dest didin.

Karbidestên rejîma Îslamiya Îranê di vî varî de gellek xemsar in û tu hewlek bo vêdebirina wan pirgirikane û arîşeyên ku rewşa hemwelatiyê Îranê û bi xasmanî welatiyên Kurd ku roj ligel rojê bi sedema bêkarî û kêmdahatiyê belengaztir û kambaxtir dibe, nade.

Ji aliyek din we bi sedema ambarogoyên aborî yên dijî rejîma Îranê ku ji aliyê Ewropa û Amerîkayê we bi ser Îranê de hatiye sepandin, roj bi roj nirxa jihelçûyîna alavan berçatir dibe û bêkarî di Îranê de zêdetir dibe û dibe sedem ku hejarî û bêkarî û jihev cûdabûna jiyana hevper (Telaq), dizî, xwekujî û ....hwd, di civakê de zêde bibe.

Diyar. R