Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 10 salan karta bîmeya ferşçinên Mihabatê hat betalkirin

15:55 - 26 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Ferşçinên bajarê Mihabadê û derdora wî heyamê 10 sale diravê bîmê didin, lê heyameke karta bîmeyawan hatiye betalandin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, ferşçinên bajarê Mihabadê û gundên derdora bajar heyamê 10 salane ku perê bîmê didin, lê çend roj berî niha bi wan hatiye ragehandin ku karta bîmeya wan hatiye petalkirin.

Gorî raportê, çend roj berî niha şîrketa bîmê bi ferşçînên Mihabadê ragehaniye ku karta wan ya bîmê hatiye betalkiirn.

Di vê pêwendiyê de ferşçinênekê bajaê Mihabadê bi peyamnêrê malpera Kurdistanmedia ragehan ku, di çend rojên borî de ji aliyê bîmê ve bi me hat ragehandin ku karta bîmeya wan hatiye betalkirin.

Navborî got: Di demekê de ku min serdana şiketa bîmê kir û sedema betalkirina karta bîmê ji wan pirsî, di bersivdanê de wan got ku Rêxistina Bîmekirina Civakê (Sazmanê Tamînê Êştêmayî) birayr daye ku ew kartane bi sedema dabînnekirina dirav bîmê bêne ragirtin.

Herwusa Rêxistina Bîmekirina Civakê îlankiriye ku bi sedema dorpêçên aborî yên dijî rejîma Îranê nikarin bîme bikin, lewma karta bîma wan hatiye betalkirin.

Ji aliyek din ve Rêxistina Bîmekirina Civakê bi wan Ferşçinên bajarê Mihabadê ragehandiye ku eger ferşê wan ji çinînê tewaw bû dibe bo firutinê radestê Navenda Cotkarî (Cîhada Kişawerzî) bikin û eger hate firutin vî demî heqdestiya karkerên Ferşçinan bê dayîn.

Diyar. R