Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî 133 rojan berxwedan Kobanê azad bû

20:37 - 26 Kanûna Paşîn 2015

Kuristanmedia: Pêşmergeyan û hêzên YPGê nûçeya azadkirina bajarê Kobanê ya Rojavayê Kuristanê îlankirin.

li gor rapora malpera Kurdistanmedia, çavkaniyên medyayî ji bajarê Kobanê ragihandine ku hêzên Kurdî tevaya bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê azad kirine.

Di vê pêwendiyê de Enwer Muslimya hevserokê Kantona Kobanê Rojavaya Kurdistanê da daxûyaniyekê de ragehand: Bajarê Kobanê bi temamî di dest hêzên pêşmergeyên Herêma Kuridstanê û girîlayên Yekîneya Parastina Gel (YPG) ji DAÎŞ’ê hatiye azadkirin.

Bajar bi temamî ji DAÎŞ’ê hatiye paqijkirin û tenê başûrê rojhilatê û di gundenkî bajarê Kobanê de şereke berfireh heye.

Piştî 133 rojan ji berxwedanek bê wêne, hêzên Kurd li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê karîn efsaneya rêxitsina DAIŞê bişkînin û wî bajarî ji çekdarên rêxistina navborî paqij bikin.

Tevî ku li hin navçeyên rojhilat û rojhlatê–başûrê Kobanê, hêzên Kurdî kolan bi kolan û mal bi mal ji bombe û mayînên ku DAIŞê li pey xwe hiştine paqij dike, lê niha ew bajaer bi temam ketiye bin kontrola hêzên Kurdî de.

Diyar. R