Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çalakên sivîl ên Merîwanê hatin destbiserkirin

16:59 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: “Ubeyd Zariî” çalakê xwendekarî û sivîl û “Elî Tase” çalakê sivîl yê Merîwanê piştî daxistina cihê kasibiya wan ji aliyê hêzên Ewlehiyê ve, roja 8’ê Tîrmeha 2012’an, li Merîwanê hatin destbiserkirin.


Li gor nûçeyê nûçegihaniya “Hirana”, “Ubeyd Zariî” di rojên derbasbûyî de seba girevgirinê bo piştevanî ji “Mihemedsidîq Kebûdvend” û hewl ji bo kişandina bala xelkê bo piştevanî ji navbirî, gefa destbiserkirinê jê hatibû kirin.
Navbirî berê jî bi tawana çalakiyên xwendekarî bo dadgeha Şoreş a Sinê de hatibû gazîkirin û ji karên dewletî hat bêparkirin.
Piştî destbiserkirina navbiriyan, meimûrên kafînêta “Roj” ku cihê kasibiya wan bû, hat pilompkirin.
23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo