Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jehra reşmarê Nûfil Luşato û laşê Ewropaya razayî

12:36 - 1 Şibat 2015

N: Selam Îsmaîlpor

Bûyera terorîstî ya kuştara di nivîsîngeha kovara “Şarlî Hîbdo” ya Parîsê, û bûyerên ku du rojên piştre sertaserî Ewropayê hejand, û cîhan xiste nav fikaran de, cardin micidbûna li ser xebata li dijî terorîzm û tundreviyê, zêdetir ji berê wekî hewcehiyekê xiste ber bas. Ewropaya ku hêla jî di nav şoka çavkanîgirtî ji wan terorên zincîreyî de ye, û wekî 11’ê Septambera Fransayê bas ji wan terorên di Parîsê de tê kirin, bi tu awayî cuda ji Ewropayekê nine ku bi sala ye, gotûbêjên bi terorîzm û tundreviyê di bin perdeya pêwendiyên siyasî û aborî û siyasetên wergirtina koçberan de, kiriye kar û pîşeyeke asayî, û wisa hizir kiriye ku dibe bûyerên bi vî rengî, tenê wekî bûyerên asayî bihesibînin, û dev ji peydakirina çavkaniya rastîn û bingehîn ya wan berdaye.

Renge roja ku Xumêynî di bin darsêvekê di Nûfil Luşatoyê de, wekî karkarokek jehrdar serî rakir, û civaka siyasî û rewşenbîr ya rojava, wekî “ruhê cîhaneke bê ruh” bas ji wî dikirin, û rûçikê wî di nav heyvê de didîtin, qet nedizanîn ku niha di bin siya demokrasiya pêncemîn ya Fransayê de, dêvek di kirsê firişteyekê de xemilandine, û Mesîhê xeyalî bi kopalê Mûsa û bi ebayê Îbrahîm di çiraya sehrê de derxistine, bi zanebûn yan jî berevajî, reşmareke sirêbirî di bin cemedê de derxistine û danîne ber tîrêjên rojê, ku di demeke kêm de, tenê qurtkirina hemû cîhanê wê bikare birçîtiya wî bişkêne, û di demeke zû de, wê êrîşî ser wan bi xwe jî bike.

Dema ku ew Mesîhê xeyaliyê rewşenbîrên wekî Mîşil foko, ji mînbera Cemaranê ve, gef li cîhana pêşkevtî dixwarin ku: “Hekî hûn êrîşî ser dînê me bikin, emê êrîşî ser tewahiya cîhana we bikin”, Ew hişdariya wî micid wernegirtin, û heta fetwaya kuştina Selman Roşdî jî, dijkiryareke wisa ji aliyê rojava ve li pey xwe tunebû, bê xeber ji vê yekê ku tiliya Ruhullahê Cemaranê li ser maşeya çekekê ye ku gefê li ewlehî û azadiya welatê wan dike.

Di vê Fransaya dergûşa demokrasiya rojava de bû ku celadên şandî ji aliyê Xelxalî ve, Şehriyar Şefîq teror kirin, lê tu kesî devê xwe li ser hev nerakir. Çend salan piştre qesabên Tehranê Şahpûr Bextiyar kirin armanca xwe, û gellek nekêşa ku Elî Wekîlîrad bikujê wî, wekî îmamê xwe ji riya xeta esmanî ya Parîs- Tehranê vegeriya nav himbêza terorîzmê, û berpirsyarên Wezareta Derve ya Rejîma Îranê, wekî dîplomatekî qehreman pêşwazî jê kirin, da ku wekî Enîs Neqaş, Yusif Emîn, Ebas Rahil, Kazim Darabî, Sehrarûdî û gellek mirovkujên din yên Îslamî ji rehmeta lihevkirina biyom ya demokrasî û terorîzmê mifahê wergirin.

Ji Dîtingeha gellek ji Kurdan, ku du rêberên mezin di Pîrlaşêza Parîsê, û gellek ji azadîxwazên xwe di riya wan pêwendiyên rojava bi terorîzma dewletî û binajotiya pêşkeşkirî ya Ewropa û Parîsê ji dest dane, û destana pirr xedar ya îskorta dîplomatîk ya terorîstan ber bi Îranê, bi tewahiya cesteyê xwe ve, me hest pê kiriye, kuştara Şarlî Hîbdo kêmtirîn serkevtin û tenê kopka çiyayê bi cemed ya karesatekê ye ku Ewropaya serê xwe di nav befrê de kirî, û parêzerê berjewendiyên aboriyê yên herî kêm jî, dibe çavnihêr be. Ewropaya ku bestera demokrasiya xwe kiriye bihuşta terorîstan, û ferşa sor ya di bin piyê tundrevan de, bê guman dibe bizane ku hekî nehête ser hişê xwe, ew pirs bi gotin û nivîsîna “Ez Şarlî Hîbdo me”, û hilkirina momekê û rijandina rondikekê bi dawî nahê.

Di van çend rojên borî de, dijkiryara Wezareta Karê Derve ya Tehranê bi van pirsan, nîşan da ku deshilatdarên Tehranê, serbarê pirotestokirina bi berçav ya vê cinayetê, berdewam bas ji vê pirsa bi tehlûke kirine, ku hekî rojava daxwazkarê ducarîbûna bûyerên bi vî rengî nine, dibe qebûl bike, ku qurbaniyên wan teroran, tûşî karê tawanbarane bûne, (û dibe rijandina xwîna tawanbarên bi vî rengî bi helal bizane), û nabe bi hêceta azadiya raderbirînê bihêlin ku her kes çi bixwaze, bêje û binivîse!. Lê hêla nîşaneyek ji vê ku rojava û Fransa, ji îşareyên veşartî di nav van helwestan de têgihîştibin xuya nake.

Ragehandin û kom û komeleyên siyasî yên rojava hêla jî dixwazin ku di navbera Komara Îslamiya Îranê û tundrevî û terorîzmê, ku di bin kirasê ayîn de xwe veşartiye,cudahiyan danên.

Bi berçav ji bo nehêlana şik û gumana xweşbîniya rojava di hemberî “nermişa Qehremanane” ya rejîmê, û serkevtina siyaseta lihevkirina rojava digel Komara Îslamî, hêla jî dibe (bi gotina Xumênî) xwîn bêne rijandin, û pînûsên zêdetir bêne şikandin, da ku welatên rojavayî ji xewa giran veciniqin, û bedela kar û kiryarên bê encam yên xwe. Hewlê bo hişikkirina çavkaniya terorê bidin, ku ew jî Komara Îslamiya Îranê ye.