Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çi “wehdetek”!

12:45 - 1 Şibat 2015

N: Şehab Xalidî

Vê care jî, 28’emîn konferansa “wehdeta Îslamî” di Tehranê de bi rê ve çû, lê hêşta piropagendeyên xelkxapîn yên medyayên rejîmê derheq vê konferansê bi dawî nehatibûn, ku hêza Întizamî ya rejîma Îranê, pêşiya birêveçûna nimêja Înê ya Suniyan di Zahidanê de girt, ku Mewlana Ebdulhemîd dixwast pêşnimêjiya vê nimêjê bike. Herwisa berpirsyarên şaredariyê roja 27’ê befranbarê, deriyê nimêjxaneya Suniyan di herêma Punek ya Tehranê de daxistin.

Ebdulsetar Duşukî, birêvebirê nawenda lêkolînên Belûçistanê di Londonê de, di vê derheqê de ragehand: “Suniyan bi awayekî fermî tu nimêjxaneyek di Tehranê de tunînin, û di van salên borî de tenê holek ji xwe re bi kirê digirtin, û wekî mizgevt bi kar dianîn, lê ew nimêjxane jî her tim ji aliyê rejîmê ve dihatin daxistin”.

Ji aliyekî din ve Elî Muteherî nûnerê xelkê Tehranê di Meclîsa Şêvra Îslamiya Îranê de jî, her piştî bidawîhatina konferansê di Meclîsê de ragehand ku: “ Me nekariye ku “wehdeta Îslamî” pêk bînin, belku berevajî dijminatî di nav meseban de geşe kiriye. Sedem ew e ku em gellek qise dikin, lê kêm wan axivtinên xwe cî bi cî dikin. Dema ku pêşiya avakirina mizgevtekê ji bo Suniyan di Tehranê de tê girtin, eşkere ye ku dil nêzîkî yektir nabin, û ew jî di Meke û Medîneyê de hewl didin ku tolhildanê bikin”.

Mewlana Ebdulhemîd jî li derheq daxwaziyên Suniyan dibêje: “Em hêvî dikin ku peyrewên mesebê Sunî di bajarên mezin wekî Îsfehan û bajarên din de, bikarin azadane nimêjê bikin.

Eva ku Sunî bikarin di her bajarekî Îranê de ji xwe re mizgevtekê ava bikin, eva mafeke yasayî ye, û berçavgirtina vî mafî ye ku dibe sedema vê ku yekîtiya Îslamî di navbera me de pêk bê”.
Bêguman axivtinên Elî Muteherî û mewlana Ebdulhemîd diselimînin ku “wehdeta Îslamî” bi birêvebirina konferansên xelkxapîn û bi diruşmên bê kiryar pêk nahên, belku berî lidarxistina konferansên bi vî rengî, hewce ye ku berpirsyarên rejîma Îranê bi kiryar hewlê bo binbirkirina ferq û cudahîdanînan bidin, û guherînkariyan di dîtingehên xwe de, li derheq mesebên xeyrî Şî’e pêk bînin, û ruhaniyên Sunî meseb jî bi hêcetên wekî wehabiyet û selefîbûnê nehên girtin.

Bêguman “wehdeta Îslamî” tê vê wateyê ku mesebên Îslamê serbarê wan ferq û cudahiyên di warê bîr û baweriyan de, bikarin bi hev re bi awayekî aştîxwazane bijîn, û tu yek ji wan di hewla helandina mesebê din de nebe.

Lê mixabin di van çend salên borî de rejîma Îranê serbarê birêvebirina konferansa “wehdeta Îslamî” ne tenê bi kiryar hewl nedaye ku Şî’e û Suniyan nêzîkî hevûdu bike, belku berevajî di hewla serkuta peyrewên olên din û bi taybetî Sunî meseban de bûye, û armanca wê rejîmê ji “yekîtiya Îslamî”, ne ew e ku herduk meseban serbarê cudahiyan nêzîkî hevûdu bikin, belku ew dixwazin di çarçoveya siyaseta yek yekdestkirina hemû aliyên jiyana siyasî û civakî ya xelkê li ser bingeha îdeolojiya xwe, hewlê ji bo helandina Suniyan û hemû ayînên din di nav mesebê Şî’e de bidin, û bi vî rengî çemkên wekî “neteweya îranê” (miletê Îran) û “Umeta Îslamê” (Umetê Islam) – Îslamek ku tê de mesebê Şî’eya dozdeh îmamî serkirdayetiya hemû Misilmanan bike- piraktîze bike.

Di rastî de ew siyaseta ye ku netenê “wehdeta Îslamî” di hemû biyavên jiyana xelkê de pêk nahîne, belku berevajî di nav reh û rîşeya jiyana civakî ya xelkê de, “tefreqeya Îslamî” pêk tîne, ku renge ew “tefreqe” (kêşe û nakokî) heya roja mehşerê jî her berdewam bike.