Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rikeberiya bandên mafyayî yên nav rejîmê û armancên wan

12:47 - 1 Şibat 2015

N: Dara Natiq

Herwekî ku rohn û eşkere ye, li jêr deshilata nizama Komara Îslamiya Îranê de, weliyê feqîh ku xwe wekî nûnerê Xwedê li ser erdê dihesibîne, bedela hemû xelkê welat difikire û biryarê dide, û hemû deshilata welat di pawan û qorixa wî de ye, û ji bo parastina deshilata reha ya xwe pişta xwe bi dem û dezgehên emniyetî yên welat û bi taybetî Spaha Pasdaran girêdaye.

Spaha Pasdaran ku piştî şerê heşt sale yê di navbera Îran û Îraqê de wekî hêzeke piştguhxistî dihate hesibandin, Xamineyî bi mifahwergirtina ji deshilata xwe wekî fermandarê giştî ê hêzên leşkerî karî ku mohreyên cihê baweriyê yên xwe di astên bilind ên Spaha Pasdaran de cihgir bike, û herwisa derfeta hewce ji bo beşdarkirina Spaha Pasdaran di warên aborî, ewlehî, îstixbaratî, çandî û siyasî de pêk anî, û bi vî awayî em dikarin bêjin ku niha ew hêza serkutkar deshilateke bilind di îdarekirin û siyasetdanîna welat de heye, û bê guman armanca Xamineyî ji vê siyasetê, dirustkirina organeke emniyetî û serkutkar a bihêz di hemberî dewletê de bû, bona vê ku her demekê hewce bû, da ku bikare ji vê riyê ve serkomar û kabîneya wî kontrol bike, û ji aliyekî din ve bo serkuta hêzên azadîxwaz û neyarên xwe, û parastina deshilata dîktatoriya xwe ji vê hêza mafyayî mifahê wergire. Niha em dibînin ku Xamineyî bi palpiştî û bihêzkirina dezgehên ewlehiyê yên xwe rêberiya baskê tundrev û kevneparêz ê nav deshilatê de dike, û kariye ji riya vê banda mafyayî ve hemû dezgehên îdarî û birêvebirî ên welat bixe jêr pawan û çavdêriya xwe û hevbîrên xwe de, û pêşiya hemû cure bizav û derfetekê bigre, da ku bibe sedema reform û guhertinên pozetîv di Îranê de.

Ji aliyekî din ve em dibînin ku komek band û girûpên din yên bi navê reformxwaz bi taybetî di dema hilbijartinan de, bi baskirina komek pirsên girîng ên siyasî, civakî û aborî û dana diruşmên reformxwazane, dixwazin ku bazara hilbijartinan germ bikin, û bala xelkê bo aliyê xwe rabikêşin, û bi vî rengî bigihîjin meremên xwe, ku ew jî parastina berjewendiyên takekesî û talankirina serwet û samana welat e.

Ya ku rohn û eşkere ye, ezmûna zêdetir ji sê dehikan deshilatdariya rejîma Îranê ye ku eşkere kiriye ku sîstema nizama niha reformhilgir nine, û tu taqm û girûpek, di her post û deshilatekê de be, nikare ji riya îrade û rêreva diyarîkirî ji aliyê wilayeta feqîh ve derkeve, û tu pêngavek di biyavê guhertineke siyasî û civakî û aborî de hilbigre.

Derbazbûna demê, û ezmûna çend dehikan deshilatdariya rejîmê ew rastiya eşkere kiriye, ku rikeberiya di navbera girûp û bandên mafyayî yên di nav rejîmê de, bi armanca bi destvegirtina deshilateke zêdetir û talankirina serwet û samana welat e, û tu yek ji wan girûp û taqman, çi di dema hewldana bo bidestvegirtina deshilatê, û çi jî di dema deshilatdariyê de, berjewendiya giştî ya xelkê wî welatî berçav nagrin, û hewlên wan zêdetir ji bo bihêzkirina bandên mafyayî yên wan bi xwe de ye.

Lewra di çarçoveya sîstemeke daxistî wekî ya weliyê feqîh de, ku rêberiya banda mafyayî ya herî mezin ya di nav deshilatê de dike, ne serkomar û ne jî tu yek ji girûp û bandên din, heya hekî bixwazin jî, nikarin tu reformekê ji bo berjewendiya xelkê belengaz yên welat encam bidin. Civatgeha Îranê îro rojê bûye qurbaniyê bandên mafyayî yên di nav deshilatê de, û tevî zext û givaşa rojane, hevdem alozbûna rewşa aboriya welat û hejariya bêsînor, ku bûye sedema pêkhatina çendîn diyardeyên kirêt yên civakî, asta jiyana xelkê gellek dijwar kiriye, bi awayekî ku hêvîdarbûna bi jiyanê di asteke herî nizim de ye.

Bêguman tewahiya wan jî berhema siyasetên çewt û pawanxwazane, û rêreva gendelkariyên bandên mafyayî yên zal bi ser welat de ne, ku tenê di hizra parastina deshilatê û talan û diziya serwet û samana welat de ne, û bi çarenivîsa xelkê bêzarbûyî yê Îranê dilîzin.

Lewra rastiya îro rojê ya welatê me, vê yekê nîşan dide, ku tu yek ji girûp û bandên mafyayî yên di nav deshilatê de, nikarin bibin çavkaniya baweriya xelkê, û Îranê ji rewşa pirr kirîz ya niha rizgar bikin, û îradeya mafxwazane û azadîxwazane ya gelên Îranê bi giştî di pirsên çarenûssaz yên welat de beşdar bikin.

Lewra tenê riya rizgarbûna ji vê rewşa aloz hiloşandina sîstema dîktator û mafyayî ya rejîma melayî, û avakirina deshilateke demokratîk e, ku tê de yasa serdest be, û hemû pêkhateyên welat mafê wekhev di îdarekirina welat de hebin.