Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dilgiraniyên derheq bi rewşa mafên mirovan di Îranê de dirêje heye

14:31 - 2 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Wezareta Derve ya Amerîkayê di dirêjahiya derbirîna dilgiraniya xwe derhq bi rewşa mafên mirovan di Îranê de, dîsan hişdarî da.

Gorî nûçegihaniyên navdewletî, Cên Sakî, berdevka wezareta derve yê karûbarê Amerîkayê ragehand ku nigeraniya Amerîkayê derhq bi rewşa mafên mirovan lî Îranê zaftir bûye.

Cên Sakî di wê pêwendiyê de tekez kir ku di peravêza gotubêjên Navikî de, me çandîn caran bas li ser kiriye ku nisbet bi perwendeya mafê mirovan di Îranê de û piştevaniya rejîma han ji terorîzman, dilgiranîn.

Berdevka wezareta derve ya Amerîkayê di pêwendî ligel nîgeranî ji terorîzma dewletî ya rejîma Îslamiya Îranê ragehand ku Amerîka derheq bi pêwendî û halkariya rejîma Îranê û Hizbûllaha Lubnanê dilgiran e.

Di pêwendî ligel tepeserkirina sîstematîk a mafên mirovan di Îranê de, roja Pênşemî 29’ê Çileya Paşîn a 2015’an, Navenda Mafên Mirovan, di belavbokeke 656 rûpelî de ku bi 25’emîn raporta Navenda Mafên Mirovan tê hesibadin, gorî rexnegirtin li rewşa mafên mirovan li Îranê, di dirêjahiya pêla binpêkirina mafên mirovan di sala 2014’an de heta niha, ragihandinek bilav kir.

Di raporta cîhanî a sala 2015’an a Navenda Mafên Mirovan de hatiye ku hêzên tepeserkirî ên Ewlehî, Îtilaatî û Destgehên Dadwerî ên rejîma Îranê hêza xwe bi ser welatiyan de sepandine û di destpêka 2014’an de heya niha tûşî çendîn bûyerên micid ên mafên mirovan bûye.

Awyer. T