Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Kirmanşanî bi sedema mayînê bûne qurbanî

19:56 - 3 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Du hemwelatiyên Kurd ên Kirmanşanê bi sedema mayînên çandî ên serdemê şerê Îran û Îraqê bûne qurbanî.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, teqîma mîn li devera Çezabe ya ser bi parêzgeha Xuzistanê, bû sedema can standina Kurdekî 22 salî bi navê Firamerz Esedîfer û birîndar bûna kesekî din bi navê Emîn Mîrşakir temen 20 salî.

Gorî raportê, ew du hemwelatiye Kurd xelkê Kirmanşanê ku kerê ajelvaniyê di devera Çezabe dikirin, bal bargeheke leşkerî li Xuzistanê bi sedema teqîna mîna çandî, bûne qurbanî.

Di wê pêwendiyê de, , roja pêncşemî (29/1/2015’an), li qereqoleke kevin a ser bi Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê, li gundê Baxan a ser bi herêma Serşêwe a Meriwanê, du welatiyên Kurd bi tundî hatin birîndar kirin.

Nasnameya wan du Kurdane, Îqbal Şerîfî (40) û Îbrahîm Tam temen (25) salî ragihand.

Ew du hemwelatî mijûlî komkirina “maziyan“ dibin ku nişkave bi teqîna mayînê re rûbirû dimînin.

Rejîma Îslamiya Îranê bi hinceta hebûna hêzên opozosiyonên Kurd ên dijberî wê rejîmê li Rojhilatê kurdistanê, derdorên qereqol û leşkergehan li mayînan paqij nakin. Heya niha bi caran bûyerên teqîna mînnan li deverên Kurdistanê, qûrbanî bi xwe girtine ku bûyera diltezîn a “Neşkaş û kêmendambûna 7 zarokan” mînaka here eşkere û berçav ya wan teqînan tê hejmartin.

Ji sala 2013’an heya niha, ser yek 89 kes li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiye, bi sedema teqîna mayînan, bûne qurbanî ku di nava wan qurbaniyan de, 12 zarok ên jêr temen15 salî kêmendam bûne.

Diyar.r