Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê êrîş kirine ser welatiyên Kurd

14:17 - 4 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamî yên rejîma Îranê di êrîşekê de bo ser gundê Çoman a ser bi bajarê Bane, alavên rûniştiyên vî gundî dest bi ser de girtin.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 31’ê Çileya Paşîn a 2015’an, hêzên Ewlehî û Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê, êrîş kirine ser gundê Çoman a ser bi bajarê Bane, 3 hezar lîtir sûtemenî a welatiyên Kurd ên vî gundê dest bi ser de girtin.

Di wê pêwendiyê de, roja Pênçemî 29’ê Çileya Paşîn a 2015’an, hejmarek welatiyên Kurd li devera Pîranşehrê bo dabînkirina debara jiyana xwe dest bi karê kolberiyê kiribûn ku bi sedema berfa zaf û mana wan di rêyan de, wunda bûn ku piştî lêgerîna tîma lêgerîn û havadeçûnê li Pîranşehrê, termê yek kes ji wan kolberan hat dîtin ku cane xwe ji des dabûnê, lê hêj yê din nehatiye dîtin.

Berf û bagera dijwar û serma û seqemê, li nêzî mekanekî bi navê “kanî xuwa” (kaniya xwedê) du kasibkar ji jiyanê bêpar kirin.

Nasnameya Kolberê cane xwe ji dest dane, Îbrahîm Mihemdzade temen 40 salî, kurê Ehmed û Îbrahîm Paymerd teman 27 salî kurê Rehman ragihan.

Gadr. D