Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandekî PDKÎ li Swêdê serdana parlemana wî welatî kir

14:35 - 4 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Nûnerayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî endam parlemantoya Swêdê Anna – Lena Sörenson li parlemana wî welatî de hevdîtinek lidar xist.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Pênçşemî 29’ê Çileya Paşîn a 2015’an, heyetek ji pêwendiyên PDKÎ bi serperestiya Hemûd Teymûrî serdana parlemana Swêdê kir û ligel endam parlemantoya Susyal Demokrat Anna – Lena Sörenson ku niha berpirsa Nêt Worka Swêdî – Kurdî ye hevdîtin kir.

Di wê rûniştinê de basek li ser rewşa mafên mirovan li Îranê û Kurdistanê, şerê DAÎŞ’ê bi dijî gelê Kurd û rewşa Rojhilata Navîn û tepereskirina xelkê ji aliyê rejîma Îranê hat kirin.

Herwuha piştevaniya rejîma Îranê ji rejîma Beşar Esed û alîkariya Sipaha pasdaran a rejîma Îranê ji girûpên terorîstî li devera Rojhilata Navîn û desttêwerdana rejîma han li welatê derdor, basek din bû ku di vê hevdîtinê de hatkirin.

Jiwan. K