Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kartêr: DAÎŞ û rejîma Îranê du metirsiyên mezin in bo ser Amerîkayê

14:51 - 6 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Palêwrawê nû yê Wezareta Berevanî a Amerîkayê ragehand ku rejîma Îslamiya Îranê û girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê metrsiyeke serekeye bo ser Amerîkayê.

Li gor raporta nûçegihaniya Roîters, Aşton Kartêr, namzedê nû yê Obama bo wergirtina posta Wezareta Bervanî a Amerîkayê, di civîna komîteya Sêna ku bi serokayetiya Can Mekîn bi rêve çû, da zanîn ku rejîma Îslamiya Îranê û girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê metrsiyeke serekeye bo ser Amerîkayê.

Aşton kartêr heyamê çend salên borî de di pêwendî ligel progirama Navikî a rejîma Îranê ragehandibû ku helwêsta leşkerî a dijî rejîma Îranê bo pêşîgirtin ji destgihîûtina rejîma han bi çeka Navikî, dibe pişka sereke li stratîjiya Amerîkayê di hember bernameya navikî a rejîma Îranê de be.

Karzanên vî varî li ser vê bawerê ne ku gorî gotinên Kartêr di hember rejîma Îranê de egera vê yekê heye ku parlemana sêna navbirî bi bê tu pirsgirikek wî bo posta Wezareta Bervanî a Amerîkayê hilbijêrin.

Aşton kartêr çaremîn Wezîrê Berevanî yê Barak Obama û cêgirê Çak Hîgêl e ku heyamek berî niha seba givaşan dest ji wî karî kişand.

Avyer. T