Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perlemanatarê Îraqê: Bexda wê êrîşî herêma Kurdisatanê bike

22:37 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Nûnerek Parlemana Îraqê hişyarî da ku hikûmeta Bexadyê wê êrîşa nîzamî bike ser herêma kurdistabnê û êrîşa han nakêşe salek din.


Hakim Şêx Letîf, Endamê Parlemana Îraqê got: Hin zanyarî di pêwendî li gel egera êrîşa nîzmaî a hikûmeta Bexdayê bo ser herêma Kurdistanê di ber dest de hene, ku ew nikare belav bike.
Ew endam Parlemanê Îraqê bi heftînameya “Rûdaw”ê ragihandiye: Axaftinên wî şiroveyên siyasî ninin, belkî li ser hin belgeyên hatinî dîtin e ku tiştên han derdixe holê.
Navbirî tevlî hûrdekariyên wê mijarê nebûye, û dibêje: “Hin pirsên pirr metirsî hene û nabe di ragihandinan de bihên belavkirin”.
Hakim Şêx Letîf ser bi firaksiyona Gurran li Parlemana Îraqê ye û Feraksiyona han jî nameya vergirtina mitmaneyê ji Nûrî Malikî wajo nekiriye.
Navbirî dibêje ku himkûmeta Nûrî Makilî wê êrîşî herêma Kurdistanê bike, lê berwara wê êrîşê nizane, tenê ev yek ragihandiye ku êrîşa han nakêşe salek din.
Hesen Cîhad Endamê Komîsyona Tenahî û Berevaniyê a Parlemana Îraqê bi “Rûdaw”ê ragihandiye: Komîsyona han ji girêbestên Nûrî Malikî bo kirrîna sîlahan tu zanyariyek tune ye.
Navbirî dibêje: Erteşa Îraqê niha 500 hezar serbaz hene ku li jêr fermana Nûrî Malikî de ne, û ji wê hejmarê 70 ji sedî Şîe, 25 ji sedî Sunnî û tenê 5 ji sedî Kurd in.
Şiwan Mihemed teha, Endamê Komîsyona Tenahî û Berevaniyê li Parlemana Îraqê bas ji kêmbûna rêjeya Kurdan di Erteşa Îraqê de ji 19 ji sedî gihîştiye 3 ji sedî, û dibêje, pêvajoya wan hîna berdewam e.
23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo