Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Azerbaycanî bi sûça sîxorî bo rejîma Îranê hatin cezakirin

19:53 - 7 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Du kes xelkê Komara Azerbaycanê bi tometa alîkarîkirin tevî Wezareta Îtilaatê û sîxorî bo rejîma Îslamiya Îranê bi 27 salan hatin mehkûmkirin.

Li gor nûçegihaniya Komar Azerbaycanê, roja Pênçşemî 5’ê Şibata 2015’an, du welatiyên Azerbaycanî ji aliyê dezgeha dadwerî a wî welatî bi sûça hevkarî tevî Navenda Îtilaatê û casûsî bo rejîma Îslamî ya Îranê hatin cezakirin.

Nasnameya wan du kesane Fayîq Qurbanuf û Sîmûr Rizazade ji akinciyên bajarê sînorî yê Lenkiranê hatiye ragehandin ku gorî raportan her yek ji wan bi 14 û 13 sal zîndan hatine cezakirin.

Navenda Ewlehî ya Azerbaycanê sala borî ew her du keseke binçav kiribûn.

Avyer. T