Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bernard-Henri Lévy bîrmend û fîlsofê Firanseyî serdana PDKÎ kir

18:36 - 15 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Bernard-Henri Lévy nivîskar, fîsof û bîrmendê Firanseyî serdana Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kir û ji aliyê Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê partiya han ve hat pêşvazîkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, roja Şemî 14’ê Şibata 2015’an, Bernard-Henri Lévy nivîskar, fîsof û bîrmendê Firansevyî tevî çend kesek din serdana Partiya Demokrata Kurdistana Îranê kir û ligel sekreter û Deftera Siyasî a PDKÎ ve rûniştin kir.

Di destpêkê de Bernard-Henri Lévy axaftineke kurt ji serdana xwe bo PDKÎ kir û li ser rewşa Kurdistanê û şerê DAÎŞ’ê û guherînên ku bi sedema wî şerî di deverê de hatine pêş nerîna xwe anî zîman û piştre çend pirsiyarek ji Mistefa Hicrî kir.

Paşan Hicrî dilxweşiya xwe bo vê serdanê derbirî û bixêr hatina Bernard-Henri Lévy û mêhvanên ku vî hatibûn, kir û bi hûrî siyaset û helwêstên PDKÎ di hember mijarên siyasî yên Herêma Kurdistanê şirove kir û bersiva pirsiyaran da.