Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du endamên Spaha Pasdaran li Sûriyê hatin kuştin

19:39 - 15 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Du endamên Spaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê ku tevî Hizbula Lubnanê û Arteşa rejîma Beşar Esed bi dijî muxalifên rejîma Sûriyê şer dikin, hatin kuştin.

Nûçegihaniya Fars ku ser bi Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê ye nasnameya ew du kesane Elî Sultan Muradî û Ebas Ebdulla ragehand û herwuha eşkere kiriye ku ewana li devera Kufir Nisac li bakûrê rojavaya Derea hatin kuştin û cenazê wan li devera jêr çavedêriya hêzên dijberî wan de ye.

Di wê pêwendiyê de, telefîziyona Alarabiya bilav kiriye ku di pevçûnê borî de 59 pasdarên rejîma Îranê hatine kuştin û çavkaniyên rejîma Îslamî ya Îranê ew kesane weke kuştiyên şer bi nav kirine.

Li gor nûçegihaniyên dijberî rejîma Beşar Esed, Spaha Quds liqa derveyî Spaha Pasdaran a Îranê bi fermandariya Silêman Qasimî rêberiya oprasiyona dijî muxalifan dike. Gorî gotina Mihemed Qedah endamê şanda siyasî û cêgirê pêşîn yê hevpeymaniya Sûriyê ku saziya sereke a dijberiya Esed e, kesanek ji aliyê wan ve bi dîl hatiye girtin ku ji welatiyên Lubnanî, Efxanistanî, Îranî û welatên din bûn ku ji aliyê Îranê ve bo xizmetkirinê hatine vergirtin û bo şerê Sûriyê hatine şandin.