Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qonaxeke nû ji jiyana nerizayetiya mamostayan

19:20 - 16 Şibat 2015

N:Hesen Salihzade

Herwekî em agehdar in, di rojên borî de, ji riya ragehandinên giştî ve, nûçeya komek çalakiyên sendîkayî yên mamostayan di raserî Îranê de hate bilavkirin.

Çalakî bi nîşaneya nerizayetî eşkerekirin di hemberî rewşa nebaş ya perwerde û hînkirinê bi rê ve çû, û neraziyan di wir de bi awayên cur bi cur dengê nerizayetiya xwe bilind kirin.

Bo vê armancê jî mamostayên piraniya bajaran bi neçûna ser polên xwendinê, di nivîsîngeha xwendingehan de man, û dawî rewşa xirap ya perwerdehiyê xistin ber bas, û pêdagirî li ser mafên xwe yên zewtkirî ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve kirin.

Di heman demê de, mamostayên çendîn bajaran jî li ser vê yekê sax bûn ku bi kom herin ber deriyê îdareya pêwendîdar û bi nîşandana pilakartan û xwendina daxuyaniyan xwestek û armancên civîna xwe bigehînin guhên berpirsyaran.

Renge mamostayan di vê qonaxê de bi awayên hewce nekarîbin ku çalakiyên xwe bikin medyayî, û bala civak û berpirsyaran bo aliyê rewşa perwerdeya nexweş ya îro, ya di bin deshilata Komara Îslamiya Îranê de rakêşin, lê li çav helwêsta wan digel rewşa rasteqîne ya niha û zexta tundûtîj ya çend salên borî li dijî nawendên medenî, bo me rohn dibe ku çalakiya nû ya mamostayan di vê rewşa hestiyar de gellek bi buha ye.

Lawazkirina pêgeha mamosta di nav civakê de, û dirêjiya pirojeya tirs û emniyetîkirina daxwaziyên mamostayan, du hokarên derekî ne ku pêwendiya wan ya rasterast digel şêweya lênêrîna deshilata siyasî li derheq pirsa perwerdehiyê ve heye.

Bi vî rengî eşkere dibe ku meztirîn astengiya derekî li pêşberî tevgera sendîkayî ya mamostayan û dersxwanan, deshilata siyasî ya hakim û zal di Îranê de ye. Pergala deshilatdariya siyasî ya di Îranê de, bi parêz û ji dîtingeha emniyetî ve li mafên medenî û rêkxistinî yên civaka Îranê dinêre. Karnasên kedîkirî yên perwerdeya li jêr deshilata rejîmê ji dîtingeha berteng ya îdeolojiya olî ve, digel pirsa perwerde serederiyê dikin.

Di zexta ne dadperwerane li ser mamostayan, “Deftera Yekîtî û Nawendên Pîşeyî yên Berevankarê Mafên Mamostayan”, di bin siya biyûm ya dewleta bi nav “Mêhr û edaletê” de hate daxistin, û bawernameya çalakiyên wan bi kiryar hate hilweşandin.
Birêvebir û endamên çalak yên rêkxirawên pîşeyî, ketin ber êrîşa hovane, û ne serdemiyane ya parêzerên kevneperestiyê, û hatin cezakirin.

Tarîperestên dîrokê hevdem êrîş kirin ser tewahiya wan malper û wêblagên ku bi awayekî pêwendiya wan bi çalakiya sendîkayî ya mamostayan ve hebû.

Doma pêvajoya serkut û çavdêriya kirêt ya berpirsyarên emniyetî li dijî çalakên biyavê perwerdehiyê, bi qasekî armancdar bû ku tu yek ji yekîtiyên pîşeyî yên navxwe yên welat derfeta vê yekê ji wan re pêk nehatiye ku bi boneya çêbûna vê pêla nû ya nerizayetiyan heya daxuyaniyekê jî ji bo civaka Îranê bilav bikin, û tê de kêşe û arîşeyên xwe zeq bikin.

Bi baldan bi vê ku tevgera mamostayan bêy vê ku pirojeyeke nû di ber dest de hebe, bilez dikeve nav qonaxeke nû ya xebata pîşeyî de, û selmînerê vê rastiyê ye ku kêşe û kirîzên nav perwerdehiya di bin siya deshilata Komara Îslamî de bi qasekî kûr in, ku mamosta bi awayê xwerist dest didin girevê, û dengê nerizayetiyê bilind dikin.

Ew gellek baş dizanin ku berpirsyarên siyasî û emniyetî her di bingeh de baweriya wan bi azadiya sendîkayî tuneye, û naxwazin ku kêşeyên di pêşberî perwerdehiyê de çareser bikin.

Hikûmetên demokrat bi xwe derfetê ji bo çalakiyên sendîkayî xweş dikin, ji ber ku ew çalakiya medenî wekî derfet dizanin.
Di hemberî vê yekê de berpirsyarên rejîma Îranê ne tenê guhdariya çalakên medenî nakin, belkû li ser vê baweriyê ne ku azadiya karê rêkxiraweyî, gefek e li ser nizama wan ya serberedayî û piştî her serhildanekê, li gora şiyana xwe berbirûyê endamên çalak yên pîşeyî dibin.

Di pêvajoya gireva 30’ê Befranbarê û 1’ê Rêbendanê de, mamostayên bajarên Kurdistan û bi taybetî yên Seqizê roleke berçav hebûn.

Lewra roja piştî girevê çend mamosta ji bo îdareya lêpirsînê ya “emakinê” hatin gazîkirin, û piştre yek ji wan bi navê mamosta Silêman Ebdî ku mamostayê mîkanîkê yê huneristanê û birêvebirê “şîrketa teavunî ya meserfa ferhengiyan” bû, serbarê vê ku belgeyeke wisa ya tawanbariyê li ser wî tuneye, lê radetsî dadgehê hate kirin, û niha jî heya dema dadgehîkirina wî ew bi danîna zemanetê hatiye azadkirin.

Hêjayî basê ye ku mamosta Silêman Ebdî xeynî vê yekê ku mamostayekî jêhatî ye, kesayetiyekî xweşnav û naskirî yê Seqizê ye, û berpirsyarên emniyetî û hikûmetî jî bi awayekî zelal ji vê rastiyê agehdar in.

Navbirî serbarê karên xwe yên fermî çend kitêb jî li derheq rênûsa zimanê Kurdî çap û bilav kirine, û fêrkarên wêje û zimanê Kurdî wekî çavkaniya hînbûnê bi kar tînin.

Di dawiyê de qonaxa nû ya vejiyana nerizayetiya mamostayan, hêviyê dide mamostayan û bi taybetî mamostayên Kurdistanê ku di boneyên xwe yên bihêt de, pêdagirtir ji caran bêne qadê û daxwaziyên xwe bînin ber bas.

Mamostayên me dibe vê rastiyê jî bizanin ku rewşa îro rojê ya Îran û herêmê ew qas guherînkarî bi ser de hatiye, ku deshilatdarên rejîma Îranê nikarin wekî berê pêvajoya serkut û kuştarê bidomînin.