Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihemed Salih Qadirî

19:21 - 16 Şibat 2015

H:Arif Velzî

Mihemed Salih Qadirî kurê Derwêş di 10.01.1965’an de, di malbateke cotkar di gundê Çariyê li herêma Selmasê hatiye dinê. Zarokatiya wî jî wekî hemû zarokên belengaz yên wî çaxî yên Kurdistanê, bi sedema siyaseta dijminkarane ya rejîma paşayetî ya Îranê û zulma derebeg û feodolan, tejî bû ji êş û zehmetiyan û bêparbûn ji îmkanatên xwendin û perwerdehiyê. Lewra bi sedema nebûna xwendingehê di gund de, neçar dibe ku di temenê şeş saliyê de, bi armanca xwendinê ji himbêza germ ya malbatê dûr bikeve, û her sal di xwendingeha gundekî herêmê de bixwîne.

Navbirî qonaxa nawendî li Tazeşehrê de didomîne, û di dema daxistina xwendingehê di havînê de, diçe alîkariya malbata xwe, û hinek caran jî diçe karkeriyê li bajarên Îranê de.

Navbirî li derheq nasyariya xwe bi PDKÎ re weha bersiva pirsên Agirî da:
“Piştî herifîna rejîma paşayetiyê di sala 1979’an de ku min tevî çend dersxwanên Kurd di bajar de, qonaxa nawendî dixwand, em bi çalakiya PDKÎ di bajar de elaqedar bûn, û di vê demê de, hesta neteweyî ya me çilû da, û hêdî hêdî em ketin nav çalakiyên cur bi cur ên PDKÎ di nav bajar de, ku ji aliyê Komîteya Ararat ya PDKÎ ve dihatin organîzekirin.

Sala 1982’an di rewşeke awarte de, ku tevlîheviyeke zaf di nav rêxistinên Kurd di herêmê de hebû, ez ji aliyê hêza bergiriyê ya Simko ve bo xizmeta pêşmergatiyê hatim birin, û heya sala 1983’an ku êrîşa sertaserî bo ser Kurdistanê hate kirin, ez jî digel dehan hevalên xwe yên bakura rojhilata Kurdistanê hatim rêkxistinkirin.

Birêz Mihemed Salih Qadirî derheq bîranînên xweş yên jiyana pêşmergatiya xwe weha got: “Di temenê 32 salan ya pêşmergatiya min de, gellek bîreweriyên xweş hene, ku her yek ji wan girêdayî ked û emega xelkê Kurdistanê, û cangoriya pêşmereyên PDKÎ di qadên cur bi cur ên xebatê de ne, ku hewce ye bi pîtên zêrîn bêne nivîsandin.

Bîreweriya herî şîrîn ya pêşmergatiya min ew bû ku di sala 2003’an de piştî sehkirin bi hebûna valatiyeke mezin ya di warê ragehnadinê bi zaravayê kurmancî di weşana PDKÎ de, min digel gellek hevalên dilsoz bi ogiriyeke bê hempa ve, me yekemîn rojname bi tîpên latînî û bi kurmanciya jorîn weşand, û bi vî karî pira pêwendiya weşangeriyê di navbera tevgera rojhilata Kurdistanê û perçeyên din hate avakirin, û ew karê birûmet ji min re wekî jidayîkbûneke taze û bîreweriya herî xweş ya min e, ku tim û tim şanaziyê pê ve dikim.

Bîreweriya herî nexweş ya navbirî eva bû ku:
“Belkû bo min pirr zehmet e ku bikarim di nav bîranînên nexweş yên 32 salan pêşmergatiya xwe de, ya herî nexweş hilbijêrim, ji ber ku her yek ji wan bîranînan xwediyê taybetmendiyên xwe, û girêdayî qonaxên cur bi cur ên rojgarên herî dijwar ên xebata rojhilata Kurdistanê bûne, û wekî emanetekî şoreşgerî hewce ye ku heqê hemiyan bê dayîn.

Lê bîranîna herî dilêş û nexweş û bi bandor di jiyana pêşmergatiya min de, şehîdkirina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî bi destên rejîma terorîst ya Komara Îslamiya Îranê bû, ku wekî terajidiyayeke mezin banoreke kûr li ser tevgera rojhilata Kurdistanê û morala gelê Kurd danî, û mixabin heya niha jî valahiya ji dest dayîna wan rêberan bo PDKÎ û tevgera rojhilata Kurdistanê nehatiye tejîkirin.

Min di sala 1991’na de, tevî keçeke Kurd ya welatparêz bio navê Nayime Xurem î, ku keça endameke rêkxistina nepenî ya PDKÎ bi navê Eladîn Xuremî di gundê Hespeşehra Selmasê bû, jiyana hevbeş pêk anî û ciyê dawet û jiyana me, bi berçavgirtina şert û mercên wê demê yên xebatê ku gellek zehmet bû, di nav çiya di binkeyên pêşmergeyan de bû, û bi xweşî ve berevajiya jiyana bi zehmet, lê di heman demê de berê (behreya) jiyana bi zehmet, lê di heman demê de bi rûmet, me herdukan pênc zarok in, ku wekî dewlemendiyeke me’newî bo pêşeroja civakê têne perwerdekirin.

Di dawiyê de rêzdar Mihemed Salih Qadirî ew peyam ji xortên Kurdistanê re hebû:
“Xwezayî ye ku peyama min wekî kesekî pêşmerge û xizmetkarê gelê Kurd ew be ku çi qas ji destên wan bihê, bikarin di serî de qasa zanist û hişyariya xwe ya neteweyî bibin jor, û bi zanabûna xwe bikevin nav kar û xebata azadiya Kurd û Kurdistanê, û şanaziya vê xizmeta birûmet bikin para xwe, û bi vê şabûnê, wê serê wan di hemberî nivşên siberojê de bilind be”.