Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ di konferansa li Riya berve Aştî û Demokrasiyê de pişikdarî kir

19:28 - 16 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Şandek ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Silêmaniyê di konferansa (li Hember Tundetujiyê, Lîberalîzim û Riya Aştî û Demokrasiyê) de beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, roja Înê 13’ê Şibata 2015’an, heyetek ji PDKÎ bi serperestiya Mihemed Salihbî endamê komîteya navendî a vê partiyê li bajarê Silêmaniyê beşdarî di konferansa li Hember Tundetujiyê, Lîberalîzim û Riya Aştî û Demokrasiyê kir.

Di vê konferansê de şandek ji Yeketiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi serperestiya Fuad Xakibêyîgî û Yeketiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi serperestiya Kêyîhan Yûsifî jî pişikdar bûn.

Di wê konferansê de çendîn partî û aliyên siyasî û yeketiyên ciwanan û xwendekaran pişikdar bûn.

Ew konferansa bi harîkariya Saziya Azad ya Ciwanan û Komeleya Xwendekarên Kurdistanê bi rêve çû.


Konferansa li Hember Tundetujiyê, Lîberalîzim û Riya Aştî û Demokrasiyê ku demijmêr 10ê sibêdeya roja Înê hatibû lidarxistin piştî demijmêrek û nîvan bi dawî bû.