Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berevajîkirina rastiyan, û heqîqeteke pîroz

19:31 - 16 Şibat 2015

Çeko Ehmedî

Di dîroka her neteweyekê de, hinek boneyên pîroz yên neteweyî têne xuyakirin, û takên vê civakê wekî şanaziya neteweyî û cejna neteweyî bilind dinirxînin. PDKÎ jî di yekem pêngava xwe de dîrokek ji xwe re nivîsand ku piştî cejna newrozê, tenê boneyek e ku gelê Kurd bi giştî şanaziyê pê ve dikin, û rêz û hurmetê jê digrin.

Komara Kurdistanê yekemîn komar û tenê dewleta sîstematîk û modern a Kurd bûye ku bi serokatiya pêşewayê Kurd Qazî Mihemed û bi hewla PDKÎ di roja 2’ê Rêbendanê de (22’ê Çileya Paşîn a sala 1946), wate 69 salan berî niha hate avakirin. Komara Kurdistanê meztirîn deskevt û xweştirîn mizgîniya azadiyê heya wê serdemê ji bo neteweya Kurd bû. Kesên din hebûn ku ji beşên din ên Kurdistanê ber bi Kurdistana Îranê bi rê ketin.

Hemû ew kesên ku di perçeyên xwe de, derfeta xebatê ji wan hatibû standin, ber bi komarekê bi rê ketin, ku serkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Kurdistana Îranê bi mal û welatê hemû neteweya Kurd dihesiband. Wekî mînak em dikarin qala bîreweriyke mamosta Hjar bikin: “Payîz bû, û baran dibarî.

Gotin ku Barzaniyên aware hatine gundê Qumqelayê. Bilez digel “Heme Mewlûde Çirç” me du tirombîlên barhilgir tejî çirpiyên biriyayî yên daran kirin, û me bo Barzaniyan bir (Çêştî Micêwr R: 66).

Komara Kurdistanê wekî milkê hemû Kurdan bû. Hemû yên ku di Komara Kurdistanê de cihê wan hebû, aliyê kêm bi berçav be jî, Qazî Mihemed wekî serkomarê xwe dizanîn. Lê mixabin hinek ji wan, çi pêş komarê û çi jî di dema hiloşîna komarê de îxanet li komarê û Pêşewa kirin.

Bo mînak her di pirtûka bîreweriyên mamosta Hejar de hatiye ku dema di Seqizê de têne destbiserkirin (digel Qasim Xayê Îlxanî û Hemed Emîn Axayê Mehmûd Axa) gellek bi şanazî ve, ew du kes qala pêwendiyên xwe digel rejîma paşatiyê dikin,û dibêjin ku tejî sobeyeke daran,raport ji bo karbidestan nivîsandine,û di komarê de ajan bûn.
Niha piştî 69 salan, pîroziya vê deskevta modern ya Kurdî her di cihê xwe de ye.

Lê mixabin, zincîreyek ji kanalên ragehandinê nezanane di hewla berevajîkirina rastiyekê de ne, ku ne bi dost û ne jî bi destên dijmin pîroziyên wê kêm nabin.

Komara Kurdistanê di şêweya xwe de, tenê dewleta herêmê bûye, ku hemû pirensîpên exlaqî berçav girtibûn, ew komar kesekî serokatiya wê dikir, ku hemû hêza madî û hizra takekesî ya xwe, di riya bi encam gihandina hêviyên ji mêjîn ên neteweya Kurd de danîbû.

Dîroka nivîsandî bi destên dost û dijminan, eşkere kiriye, ku kesayetiya Pêşewa Qazî Mihemed ew qas mezin û qahîm e, ku tu cure berevajîkirinek nikare pileya bilind ya wî ji yekemîn ve bo pileya duyem jî bîne xwar.

Pêşewa Qazî Mihemed bi lêkdaneweya hemû egeran, riya lojîk û cesûrane, bi ser jixwerazîbûn û xwe derbazkirinê de ferz dike. Kiryarên cesûrane yên Pêşewa bi xwe hilgirê çendîn pirtûkan e, û em dikarin wekî sermeşqa kiryarên cesûrane yên rêberên cîhanê bi nav bikin.

Ew ma, û hemû ew kiryarên ku dijminan bi tawan dizanîn, girte stûyê xwe, û cesûrane bergirî ji neteweya xwe kir, û riya heta hetayî bo mana di nav dilê xak û netewe de hilbijart, û canê xwe goriyê xak û neteweya xwe kir.

Komara Kurdistan bi hezaran sedeman, piştî newrozê neteweyîtirîn û pîroztirîn cejna neteweyî ye, û her bi vî rengî jî wê bimîne.

Pêşewa Qazî Mihemed yekem serkomarê yekem dewleta komarî di Kurdistanê de, sembola pêşewabûnê ye, û pêşewa jî dimîne.
Peyva Pêşewa di kultura hizrî ya hemû takên kurd de bûye remza mezinî û xwebexşînê bo neteweya xwe. Ew tenê kesek e, ku naznavê pêşewa pirr bi wateya peyvê bi xwe ve girtiye, û wê bo heta heta wê sembola pêşewabûnê bimîne. Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi emanet ve hilgirê mîratekê ye ku 69 salan berî niha di dîroka xwe û neteweya xwe de tomar kiriye, û heya gihîştina bi armancên wê komarê, hedayê nade.