Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporek li derheq axivtina rêzdar Kerîm Perwîzî

19:35 - 16 Şibat 2015

Raporek li derheq axivtina rêzdar Kerîm Perwîzî di rêûresma 2’ê Rêbendanê 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de
Di roja 2’ê Rêbendanê de, PDKÎ bi boneya 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê, di binkeya Deftera Siyasî ya bajarê Koyê de, rêûresmek pêk anî. Di vê rêûresmê de rêzdar Kerîm Perwîzî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ axivtinek li ser vê roja dîrokî kir.

Navbirî di destpêkê de bi vî awayî bas ji avakirina Komara Kurdistanê û rola Pêşewa Qazî Mihemed di vê komarê de kir: “Di vê dema dîrokî de, ku di qada mezin ya Çarçiraya Mehabadê de, Komara Kurdistanê tê ragehandin, bi dest û bi hêz û bi hizra mirovekî tekoşer, rêberekî mezin yê dîroka Kurdistanê, wate Pêşewa Qazî Mihemed, ew komara tê ragehandin.

Me bi dehan car û bi sedan carî di dîroka neteweyan de, û di dîroka neteweya Kurd de jî, me bûyerên bi vî rengî dîtine, me derfetên siyasî yên dîrokî dîtine, ku ji bo neteweyên cuda pêk hatine, lê ew derfet, û ew hewldan ji dest çûne, yan jî bi awayekî ne dirust mifah ji wan hatine wergirtin, û bi zirara Kurdan bi dawî hatine.

Lê di sala 1946’an de, di vê derfeta siyasî û dîrokî de, rêberekî jêhatî wekî Pêşewa Qazî Mihemed rêberatiya tevgerekê dike, û kiyaneke siyasî-neteweyî ava dike, ku ew kiyan ji bo neteweya Kurd bûye belgeya selmandina neteweyekê, û bûye cihê şanaziya xortên duh, îro û sibê. Ew yek rola rêberekî jêhatî û siyasî nîşan didin, ku derfetan, çawan bi kar bînin, û wan ji bo berjewendiyên neteweyî bi kar bînin, û ji bîr û hizra teng ya eşîretî derbaz bibin, û berjewendiya neteweya xwe berçav bigrin, û bikarin afirandinan bikin”.

Navbirî bas ji pêwendiya PDKÎ û Komara Kurdistanê kir û got: “Baskirina ji Qazî Mihemed û Komara Kurdistanê bi bê baskirina ji PDKÎ, baskirineke natewaw e. PDKÎ wekî organîzasyoneke modern, xelkê û hêzên tekoşer, li dewra hevûdu kom û organîze dike, û di pêxema armanceke hevpar de ji wan re pilanan dadirêje”.

Piştre navbirî qala xalên lawaz ên komarê jî kir û got: “Yek ji deskevtên Komara Kurdistanê, ew bû ku hewl dida hêzeke leşkerî, nîştimanî û neteweyî bi navê hêza pêşmerge ava bike, lê xalên wê yên lawaz jî hebûn. Xala wê ya lawaz ew bû ku hêşta civak negihabû wê astê ku hêzeke pêşkevtî û yekdest hebe.

Em dibînin ku hinek ji hêzan ser bi serok eşîran bûne, û biryar ji wan werdigirtin, bedela wê ku biryarê ji fermandarê hêza pêşmerge wergirin. Xalek din ya lawaz ya Komara Kurdistanê ew bû ku Komara Kurdistanê tenê di bazineyeke teng da hatiye avakirin, ku hemû xaka Kurdistana Îranê bi xwe ve negirtiye, ku ew jî bê sedem nebûye, lê vê yekê zirar gihande komarê, û komar lawaz kir”.

Navbirî rola tekoşerên beşên din yên Kurdistanê jî di avakirina Komara Kurdistanê de ji bîr nekir û got: “Tekoşerên Kurd ên beşên din jî, rola xwe di avakirina Komara Kurdistanê de, û di şer, û di cihgirkirna ewlehiyê de hebûne, ku her wekî di dîrokê de bas jê hatiye kirin, efserên başûra Kurdistanê jî rol di Komara Kurdistanê de hebûne, ku ew efser piştre bi destên rejîma Îraqê hatin şehîdkirin, bi taybetî hewce ye ku em şoreşgerên Barzan bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî bi bîr bînin, ku di xizmetkirina bi Komara Kurdistanê de roleke dîrokî hebûne”.

Rêzdar Kerîm Perwîzî herwisa îşare bi rola nîgetîv ya wan kes û aliyan jî kir ku hewl didin berevajiyê nîşandana rastiyan, Komara Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ji hevûdu veqetînin, û got: “Hinek ji neyarên PDKÎ gellek hewl dane ku Komara Kurdistanê û deskevtên wê ji PDKÎ cuda bikin. Gellek caran bas ji şanaziyên Pêşewa Qazî Mihemed tê kirin, lê Partiya Demokrat ya Kurdistanê ku avakerê Komara Kurdistanê ye, ji bîr dikin, tu dibêjî qey wê demê PDKÎ tunebûye, û Qazî Mihemed rêberê Partiya Demokrat ya Kurdistanê nebûye. Partiya Demokrat ya Kurdistanê bi qestî û bi zanebûn jî tê jibîrkirin, bona vê ku deskevtên komarê bi deskevtên hin kes û aliyên din bizanin, û Partiya Demokrat a Kurdistanê ji vê bûyerê cuda bikin. Lê herwekî me got û Partiya Demokrat ya Kurdistanê, Pêşewa Qazî Mihemed, û Komara Kurdistanê, sê biyavên cuda û tewawkerê diyardeyeke neteweyî ne, ku ji hevûdu nahêne cudakirin, û her cure tekoşînek di vê pêxemê de, hewl û tekoşîneke bê encam dibe”.