Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

IUSY serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kir

19:49 - 16 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Sekretera giştî ya Yeketiya Navneteweyî a Ciwanên Susyal Demokrat hevdem tevî nûnerê Ciwanên Susyal Demokrat a Cîhana Ereb û Ciwanan û Xwendekarên Yeketiya Niştimana kurdistanê û Ciwanên Tev- Dem li Rojavaya Kurdistanê serdana polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, roja Yekşemî 15’ê Şibata 2015’an, Evîn Încer sekretera giştî ya Yeketiya Navneteweyî a Ciwanên Susyal Demokrat (Iusy), hevdem tevî şandek ji Ciwanan û Xwendekarên Yeketiya Niştimana kurdistan bi serperestiya Hêmin Emîd û Sertîp Elî sekreterê her du saziyan, nûnerên Ciwanên Susyal Demokrat a Cîhana Ereb û Ciwanên Tevgera Demokratî li Rojavayê Kurdistanê serdana Deftera Siyasî a PDKÎ kiri û ji aliyê heyeta PDKÎ ve bi serperestiya Mistefa Hicrî sekreterê vê partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Hicrî di destpêkê de bixêr hatina mêhvanan kir û dilxweşiya xwe bo vê serdanê anî ziman.

Di vê hevdîtinê de her yek ji aliyê baseke rojevê anîne ber bas û bi hûrî gotobêj li ser hatkirin.

Ev serdana piştî çend demijmêran bi spas û pêzanîna şanda mêhvan ji pêşwaziya germ a PDKÎ dawî hat.