Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma 22’ê Pûşperê li bajarê Raniyê birêve çû

16:01 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 22’ê Pûşperê 23’mîn salvegera terora şehîd “Dr. Qsimlo” rê û resmek ji aliyê Navenda 2’a Kurdistanê ve li bajarê Raniyê birêve çû.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 9’ê Tîrmeha 2012’an, bi boneya 23’mîn salvegera terora “Dr. Qasimlo” û hevalên wî, rê û resmek li bajarê “Raniyê” bi beşdariya birêz “Umer Xulamelî” Endamê Komîteya Navnedî yê PDK Îranê û Berpirsê Navenda 2’a Kurdistanê û hejmarek kadr, pêşmerge, malbatên wan û mêvanan birêve çû.
Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina xukek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre, birêz “Umer Xulamelî” peyama Navenda 2’a Kurdistanê pêşkêşî rê û resmê kir.
Birêz “Umer Xulamelî” di peyama xwe de tevî amajekirin bi jiyannameya “Dr. Qasimlo”, got: Ew rêberê Kurd tevî hebûna bawerek kûr bi mafên gişt gelên Îranê, demokrasî û mafên mirovan û wekhevî weke sereketirîn bingeha pêşkevtina civakê dida zanîn.
Ew endamê Komîteya Navendî yê PDK Îranê bi anîneberbas a peyvên Dr. Qasimlo, di pêwendî li gel çareseriya pirsa Kurd ku rêçereya nîzamî nine, got: Dr. Qasimlo di vê baweriyê de bû ku cîhan cihek bo gihîştin bi azadî, aşitî û demokrasiyê ye.
Birêz Xulamelî herweha eva jî anî ziman ku Dr Qasimlo hogirê jiyan û bihevre jiyanê bû û bawera wî ev bû ku mirovên şoreşgêr gerek evîndarê jiyanê bin, xebat di pêxema jiyanê de ye û jiyan bibê xweşî û şadî bêmana ye, lewra hertim hevalên xwe han didan ku jiyanek şad hebin.
Piştî peyama Navnedê, sirûdek bi navê “Xorî Zêrîn” ji aliyê Korsa Korra Hunerî ve hat pêşkêşkirin.
Piştre peyama Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê birêz “Hîsam Ehmedî” Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ciwanan ve hat xwendin.
Di beşek din a rê û resmê de sirûdek bi navê “Dukturê Zana” ji aliyê korsa Korra Hunerî a PDK Îranê ve hat pêşkêşkirin.
Di navbirrên rê û resmê de çendîn kurte pexşan û helbest ji aliyê birêz “Çengîz Sîgarçî” ve hatin xwendin.
Di dawî de navên ew partî û saziyên ku payam ji rê û resmê re şandibûn, ji aliyê pêşkêşkarê rê û resmê ve hatin xwendin.