Kurdistanmedia: Şandek ji Partiya Azadiya Kurdistana Bakûrê (PAK) bi serperestiya Mistefa Ozcelîk serokê giştî yê vê partiyê serdana Pîlotbîroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, serokê giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Mistefa Ozcelîk li gel endamê Bireveberiya Navendî ya PAK’ê Orhan Kaya û Endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Abdî Işik li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Koyê seredana Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji alîyê sekreterê giştî yê PDKÎ Mistefa Hîcrî, ve hate pêşewazî kirin.
Herdu aliyan di derbarê Tirkiyê, Îranê û Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên siyasî anîn ziman.
Sekreterê Giştî yê PDKÎ’ê Mistefa Hîcrî pîrozbahiya PAKê kir û bal kişand girîngîya xebatên siyasî yên eşkere yên li Tirkîyê têne meşandin.
Hîcrî, behsa xebatên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê kir û got, “Di vê merhaleyê de wek PDKÎ em şerê çekdarî nameşînin. Lê xebatên nehênî yên siyasî em birêve dibin.’’
Serokê giştî yê PAKê Mistefa Ozcelîk jî, behsa xebatên PAKê kir û di derbarê bîr û ray û bernmameya PAKê de agahdarî da heyeta PDKÎ.
Herwiha serokê giştî yê PAKê piştgirîya xwe ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê anî ziman.
Di dawiya vê hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser domandina pêwendiyan, kirin.