Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ, bi boneya birêveçûna nehemîn pilînoma Komîteya Nawendî

19:01 - 25 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ, bi boneya birêveçûna 9’emîn pilînoma Komîteya Nawendî daxûyaniyek bilav kir.

deqa wê bi vî awayî ye:

Nehemîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ, hilbijartiya kongireya 15’an ya PDKÎ roja Şemî 2’ê Reşemeya sala 1393 (21.02.215) bi beşdariya piraniya endamên eslî û cihgirên Komîteya Nawendî di binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ de pêk hat, û piştî sê rojan karê berdewam, êvariya roja Duşemî 4’ê Reşemê dawî bi karên xwe anî.
Nehemîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ, di destpêkê de bi ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan û bi taybetî şehîdên vê dawiyê yên Kurdistanê dest pê kir. Piştre li gora destûra karê diyarîkirî, ku endamên rêberiya PDKÎ ji vê destûrê hatibûn agehdarkirin, sekreterê giştî yê PDKÎ rêzdar Mistefa Hicrî, baseke siyasî li ser rewşa niha ya herêma Rojhilata Navîn, Îran û Kurdistanê bi giştî û pirsên pêwendîdar bi PDKÎ, pêşkêşî pilînomê kir. Di behsa siyasî ya sekreterê giştî yê PDKÎ de, rewşa welatên herêmê û serhildan û kiryarên dewleta Îslamî (DAÎŞ), û bandora wê lê li ser rewşa herêmê baleke taybetî pê hatibû dan.

Di vê beşê de, bas ji nifûza kesên ser bi rejîma Îranê, Bexda û Beşar Esed û Hizbullahê û hinek aliyên din bi armanca lawazkirina pêgeha siyasî ya Sunî û Kurdan di Îraqê de hatibû kirin ku encama wê, bihêzbûna DAÎŞ û ji vê riyê ve jî, rewş xweşkirin ji bo destêwerdan û nifûza zêdetir û eşkeretir ya Komara Îslamî ya Îranê li Îraqê de bû. Di heman demê de têkelkirina Kurdan di şerê DAÎŞ de, ku nirxeke zaf ya malî û canî bi ser Kurd de sepand, di demekê de bû ku pêştir deshilata nawendî li Îraqê budceya Herêma Kurdistanê birîbû, ku ew yek jî bû sedema pêkhatina tengasiya aborî di Herêma Kurdistanê de, û di rewşeke wisa de jî şerê DAÎŞ li herêmên cur bi cur ên Îraqê de zêdetir ji 1 milyon aware rewaneyê Herêma Kurdistanê kir, ku akincîkirin û pêregihîştina bi wan giraniyeke zaf xiste ser stûyê Herêma Kurdistanê.

Her di vê derheqê de qala siyaseta Komara Îslamiya Îranê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de hate kirin, ku merema wê parastina herêmên Şî’e akincî yên Îraqê û dana derfetê bi DAÎŞ’ê bo dest bi ser de girtina çalên neftê, bi taybetî di herêmên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê, bona vê ku piştre bi hêceta girtina wan, Komara Îslamiya Îranê û milîşayên Şî’e di wan herêman de akincî bin, û ji destê Herêma Kurdistanê de derxînin.

Di beşeke din ya behsa siyasî ya sekreterê giştî yê PDKÎ, derheq gotûbêjên navikî yên di navbera Komara Îslamiya Îranê û welatên 5+1 de hatibû ku renge Komara Îslamiya Îranê neçar be ku mercên Rojava qebûl bike, bona vê ku dorpêçên li ser xwe bide rakirin, ku rewşeke wisa alîkar dibe bo dewleta Rûhanî, da ku guhertineke herçend kêm be jî, di jiyana xelkê de pêk bê. Lê serkuta xelkê û azadîxwazan û pêvajoya îdaman her dom heye, û derfet ji bo destêwerdana Komara Îslamiya Îranê di nav karûbarên welatên herêmê de, û alîkariya zêdetir bi girûpên tundrew û terorîst re pêk tê.

Di behsa siyasî ya sekreterê giştî de, rewşa Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybetî pê hatibû dan, û qala vê yekê hatibû kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel hinek kêşeyên taybetî berbirû ye, ji ber ku şerê DAÎŞ’ê nirxeke giran ya malî û hêzeke zaf ya mirovî bi ser Herêma Kurdistanê de sepandiye. Herwisa kêşeya herêma Kurdistanê jî ne çareserkirî maye, û duberekiya di navbera aliyên beşdar di hikûmetê de bi dawî nehatiye. Nebûna fermandehiyeke yekgirtî ji bo hêza pêşmerge ew jî di rewşa şer de pêk nehatiye. Xirabiya rewşa aborî, çalakiya kompanyayan ragirtiye, û piraniya pirojeyan bi nivîşkanî mane, û nîgeraniya sermayedanîna derekî dets pê kiriye, ku hemû jî kêşeyên berçav in, li pêşberî hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Lê di hemberî vê yekê de, pêkhatina hevalbendiya Rojavayiyan ji bo lêdana DAÎŞ’ê û parastina Herêma Kurdistanê û perwerdeya hêza pêşmerge û çekdarkirina wan bi keresteyên hewce alîkar bûn ji bo vê ku xelkê xweragir yê Kurdistanê îtibareke berçav ji bo Kurd di nav kom û komeleyên navneteweyî de çêbike.

Her di vê demê de, bergirî û xweragiriya cesûrane û canfîdayiya hêza pêşmergeyên Kurdistanê, û bi taybetî xortên neteweya Kurd li ber çavên bîr û raya giştî ya Îraq û cîhanê balkêş bû. Zexta Amerîkayê li ser Îbadî serokwezîrê Îraqê ji bo nermî nîşandan di hemberî daxwaziyên Kurdan de, encama wê helwest û xweragiriya xelkê Kurdistanê bû, û di vê derheqê de pilînomê rêz û pêzanîna xwe pêşkêşî hêza pêşmerge kir û digel malbatên serbilind ên şehîdan hevsoz û hexemiya xwe ragehand û serkevtina pêşmerge bi ser dijminên Kurd û azadiyê de hêvî xwast.

Di birgeyeke din ya basa siyasî ya sekreterê giştî de, bas ji piroseya aştî ya di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê hatibû kirin, û bas ji vê hatibû kirin ku herçend ew pêvajoya gellek evraz û nişîv têketine, û rastî astengiyan hatiye, lê dîsan jî cihê kêfxweşiyê ye, ku tu yek ji wan aliyan bêhêvî nebûne. Pilînomê hêvî kir ku ew pêvajoya bi hest û berpirsayetiya zêdetir û domandina pêvajoyê, bigihîjin encamên dilxwaz, ku hem di berjewendiya Kurd û hem jî hikûmeta Tirkiyê de be.

Di behsa siyasî derheq Kurdistana Rojava de, pilînomê kêfxweşiya xwe ji rizgarkirina Kobanê û serkevtina şervanan û hêza pêşmerge eşkere kir, û helwêsta Tirkiyê di warê rêdan bi hêza pêşmerge ji bo şerê DAÎŞ li Kobanê û alîkarîkirina şervanan wekî helwêsteke pozetîv nav bir.

Her di vê dergheqê de, di demekê de ku têkbirina DAÎŞ’ê li Kobanê û derdora wê, pêleke şahî û kêfxweşiyê, di nav şervanan û hêza pêşmerge û heya di asta herêmî û cîhanî de li pey xwe hebû, pilînomê hurmeta xwe ji bo şervanan û hêza pêşmerge ducarî kir û digel malbatên şehîdên vê xweragiriyê hevsoziya ducarî kir, û di heman demê de, ew kêmasiya jî berçav girtibû ku yeknegirtina hêzên siyasî ên Kurd di birêvebirina hevbeş ya herêman de, zirara wê heye, û dibe hewlê bo çareseriya vê kêmasiyê bidin.
Di behsa siyasî ya sekreterê giştî de, rewşa Kurdistana Rojhilat girîngiyeke taybetî pê hatibû dan. Herwisa qala vê hatibû kirin ku di dema pilînoma pêşîn û vê pilînomê de cuda ji têkçûna rewşa jiyana xelkê, emniyetîkirina zêdetir ya Kurdistanê û jêhelçûna rêjeya îdaman û pêknaîna rewş û hewayeke pirr ji tirsê ji bo xelkê û bi taybetî ji bo malbatên girtiyên siyasî, guhertineke erênî berçav nakeve, lê serbarê vê rewşê nîşaneyên dijberiya xelkê bi rejîmê re, di derfetên cur bi cur de tê dîtin ku gireva girtiyên siyasî li Urmiyê û xwenîşandanên ji bo Şingal û Kobanê, û gireva mamostayên xwendingehan mînaka wan çalakiyan e. Pilînomê rêz ji wan çalakiyan girt, û tevî şermezarkirina Komara Îslamiya Îranê li warê îdama xortên Kurd, hevsoziya xwe di gel malbatên şehîdên vê dawiyane eşkere kir.

Di beşeke din ya karê pilînomê de, derheq erkdarkirina Komîteya Nawendî derheq pirsa malî ya PDKÎ, û girtine pêş ya rêkareke hewce, hate ragehandin ku gellek pêngavên erênî hatine hilgirtin, lewra pilînomê spasiya hemû endaman û organên hizbê û malbatan û hemû wan kes û aliyan kir ku alîkar bûn, bi taybetî komîteyên PDKÎ li derveyî welat ku pêngavên wan erênî û cihê pêzanînê bûn. Beşeke din ya behsê pêk hatibû ji behskirina li ser gotûbêja bi hevalên pêşîn re. Di vê derheqê de pilînomê piştgiriya xwe ji hewlên Deftera Siyasî bi hevalên pêşîn re bi armanca yekgirtinê ragehand, ku Deftera Siyasî erkdar kir ku hewlên micidtir di vê derheqê de bide.
Dawî beşa karê pilînoma behs û raderbirîn li ser pêşnivîsekê bû li ser saxtara (dîskorsa) PDKÎ, ku pilînoma berê heyetek jê re destnîşan kiribû. Ew pêşnivîs jî piştî beşdariya çalakane ya endamên pilînomê, biryar hate dan ku heyeta destnîşankirî carek din bi berçavgirtina boçûnên pilînomê pêdeçûneke din bi ser de bike, û piştî bi cih kirina pêşniyaran, di pilînoma bê de, dîsan bas li ser bê kirin.
Nehemîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ, hilbijartî ji aliyê kongireya 15’ê ve, roja Duşemî 4’ê Reşemê (23.02.2015) dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ
Deftera Siyasî
05.12.1393
24.02.2015