Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya 22’ê Pûşperê berdewam e

21:56 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Çalakiyên endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 22’ê Pûşperê, 23’mîn salvegera şehîdkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên wî li gund û bajarên Kurdistanê berdewam in.


Car din hesta biliv a gel bû agir û di hundirê Kurdistanê de kulîlkên xwe bişkivandin û siwarên riya tekoşînê, Xwandewarên Mekteba Qasmlo û Demokrat û bîranîna Serokê Lêzan û mezin, Dr.Qasinloyê nemir, bilind nirxandin û bi keda xwe û xûyê aşîtiyê, kiryarên terorê şermezar kirin û car din soza wefa û emegnasiyê tevî rêbaza rewaye armancên Qasimloyê rêber nû kirin.
Waye vê carê jî bihust bi hustên axa niştîmana nvîndar, tew ciwanên birûmet û şorişgêr ên bajar û gundan, li kolan û bestan, û li kûstanan ala bidest û dil tijî hêvî, rewiştên mekteba rêber dîsan nû kirin û car din siyê bîranîna vî rêberî, dilê dagîrkerên Kurdistanê hejand û wêrekî û şiyan bi niştîmanê bexşîn û li zaf cihên Kurdistanê, kar û çalakiyên teblîxî ên berfireh hatin lidarxistin.
Ev cihên ku çalakiyên teblîxî têde birêve çûne, ev in:

Pawe:

Îsal li bajarê Pawe kirêgirtiyên rejîma Îranê bi awayek berbiçav rijiyane nav bajar ku pêşî ji her cure çalakiyên di pêwendî li gel 22’ê Pûşperê de bigrin, lê endam û alîgirên PDK Îranê li wî bajarî bi awayek berfireh tirakt, CD û wêneyên şehîd Dr. Qasimlo li van cihane belav kirin:

Bilwara Tirmînal, sêrryana nexweşxaneyê, derdora îdareya Cîhada Kişawerzî, derdora Îran Xudro, cadeya Kemerbendî, Seraw Hewlî, Derebasam, şeqama Dr. Qasimlo, şeqama Aramgah, Mîrawa, Serdê, Cadeya Mela Meqsûd, Şeqama Zanko, zanîngeha Meyaa Nûr, Ferhengiyan, Zemîn Şehrî, derdora Huneristan, parka Zemînşehrî, Çardezgeh, şeqama Farûq Ezem, derdora Dadgehê, şeqama Tekye, derdora Îdareya Amûziş Perweriş, Meydana Mewlewî, cadeya Pawe – Xanega, cadeya Dişe, şeqama 26’ê Murdad, parka Komekal, cadeya Şimşêr – Derebeyan, cadeya Çûrjê, cadeya Pawe Nûrya, gundên:Nosme, Derebeyan, Dişe, Noryaw, Xanega, Dûrîsan, Komedere, Hîrwê, Wirra, derdora avbenda nû a Daryan.
Bi giştî di wan deveran de bi hezaran tiraktên teblîxî ên bi boneya 22’ê Pûşperê hatin belavkirin.

1576.jpg


Pîranşar:
Şeqama Hejar, Şeqama Hêmin, Şeqama Mu’elim, Şeqama Mihemed Hewraz, Şeqama Camê’e, Kolanên Îman, Binefşe, Şûra, Dûstî, Kewser, Şanerûzî, Kanî Zincîrçî, Teymûr Mihûrane, Mizgewta Mihemed Resûlellah, derdorê Qela, Karxaneya Qendê Pîranşarê, Diribke, Deplesen, Lawên, Rikawê, Girdaşewan, Berkemran, Gendarî mameşan, tirakt û postêr hatin belav kirin û dirûşmên pêwendîdar hatin nivîsandin.

1582.jpg


Merîwan:
Li taxa Beheştî, taxa Mirs, gundê Riwar, pirê Riwar, Mizgewta nava gund, Darseyrana 1 û 2, Palingan, Tepey Muske, Kemerbendîya 1 û 2, Mizgewta Çarrêçên Nebî, Mizgewta Eshabê Kehf, Parkê Millet, Meydana 12 Siware, Bîmaristana Taze, Şeqama Bêhzîstî, Kone dîw, Şeqama Ebe Hebîb, Terxan Awa, Şeqama Merdûx, gundên Kîkên, Sîên Xwarê û Serê.
Peyamên teblîxî û duruşmên taybetî li rêya Mubaylê bo xelkê hatin şandin û postêr û tirakt hatin belavkirin.

1575.jpg


Mehabad:
Meydana Istiqbal, Dewrûberên Sînema, Tepey Qazî, Mehmûdkan, Parkî Millet, Meydana Pêşewa, Zewiyên Bajarvanî, Tirmînala gundan, Felekeya Mela Xelîl, Berî Şîlanan, Taxa Ermeniyan, Felekeya Sa’et, Derdorê Gora Pêşewa, bi belav kirina tirakt û postêr û dirûşman bi henceta 23’emîn, salvegera şehîdkirina Dr.Qasimlû hatin belav kirin.

1583.jpg


Urmiye:
Şeva Duşemî, endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan Îranê li herêma Dola girêdayî bajarê Urmiyê, li ser riya Urmiye – Mehabad, Qehwexaneya Dizêya Dolê, Debîristana Dizê, gundên Dizê, Samirtê, Şeytanawa, Nenas, Zêwe, Nasirabad, Jarabad, rêya navberî Dizê û Samirtê, Nexoşxaneya Dizêya Dolê, bi belav kirina titakt û postêrên pêwendîdar û nivîsandina dirûşman rêz ji şehîdkirina Dr. Qasimlo hat girtin.

1579.jpg


Tehran:
Ev şûnên ku karê teblîxî têde hat birêveçoyin ev in:

Tehran Pars, Bulwara Şehîd Mihemedî, Utûbana Imam Husên, Nexoşxaneya Nîka, Xiyabana Welî Esr, Utûbana Imam Xumêynî, Şeqama Niyaweran”Pasdaran”, Darabad, Fermaniye, Firotingeha Zincîreyi a Mînîsîtî, Şeqama 16’ê Azer, Cemalzar, Sêraya Zanîngeha Tehranê, tirakt û postêr û CD ên rêberên şehîd hatin belavkirin.
Serpêla Zehaw:
Taxa Ebbasî, Meydançeya Qedîm, Mizgewta Camî’e, Nawkel, Kelî Dawûd, Parkî Giştî, Ferhengiyan, Bajaroka Qerebilax.
Qesra Şirîn:
Ev şûnên ku ji bona 22’ê pûşperê karê teblîxî tê de hatiye bi rêve çoyin, ewane ne:
Parka Giştî, Şeqama Dukturan, Garaja Giştiya Qesrê Şîrîn – Kirmaşan.

1571.jpg


Kirmaşan:
Hin ji wan cihên ku karê teblîxî tê de hatiye bi rêve çoyin, nemaze ji:
Taqwesan, Dewletabad, Deredirêj, Derdora Polîsrah, Gajara Giştî ji bo bajarên Şa’abad – Serpêl zehaw – Qesrê Şîrîn û Kirêndê Xerb, Derdora Qazançî.
Bokan:
Di wan şûnane de karê teblîxî hat bi rêve çoyin:
Kûyê Mihemediyan, Kûyê Ferhengiyan, Çarraya Lenden, Ebûzer, Rêya Hesar, Felekeya Alî, Tirmînala Tehranê, Çarraya Itila’at, Şeqama Eslî.

1570.jpg


Sine:
Hin ji şûnên ku karê teblîxî tê de hatiye bi rêve çoyin, evna ne:
Taxa Kanî Kûzele, Taxa Gulşen, Taxa Ebbas Awaya Jêrîn, Taxa Axezeman, Taxa Hacî Awa, Gundê Ewîheng girêdayî Nawçeya Jaweroya Hewramanê, bi awayekî berfireh çalakiya teblîxî tê de hatiye bi rêve çon û her wisa hin gencên Jawaroya Hewramanê di peyamekî de ragihandine ku amede ne di pêxema meşandina rêbaza Qasimlo û gihîştin bi armanca Demokrat, kar û çalakiyê bikin.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo