Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyaseta tepeserkirina neraziyan li Sûriyê şikest xwariye û li Şamê meşên nerazîtiyê

17:00 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Dijberên rejîma Sûriyê dibêjin ku rejîma Beşar Esed di hewlên xwe de ku pêla şoreşê li Şamê dûr rabigre, serkevtî nebûye û duh deverên cur bi cur ên paytextê Sûriyê nerazîtiyên berfireh mebûne.


Li gor rapora Komîteya Hevahengî a Şoreşê, di heyamê 15 mehên rabûna xelkê Sûriyê, rejîma Beşar Esed bi hemû îmkanên ewlehî hewl daye bajarê Şamê ji meşên nerazîtiyê dû rabigre û tundtirîn awa weke qutkirina riyên pêwendiyan ên hin devran û şandina kincşexsî ên dest û pêwendiyên rejîmê “Şebîh” û tepeseriya dijwar a meşên nerazîtiyê nekarîn xelkê bajarê Şamê ji meşên nerazîtiyê dûr bixin.
Li gor rapora han, şeva Çarşemî berwar 10’ê Tîrmeha 2012’an, meşên berfireh ên nerazîtiyê li nêzîk navnedên Ewlehî ên rejîma Esed li Şamê hatine lidarxistin.
Xwenîşandanên han bi dirûşma “Xelik Xwazyarê Hiloşîna Rejîmê Û Îdama Beşar Esed E” li devera Rukneddîn li qada Şemdîn li nêzîkatiyên Navneda Ewlehiya Siyasî meşiya.
Di hemen dem de li deverên Heyllqedem” û “Elesalî” li bajarê Şamê pevçûnên dijwar di navbera Erteşa Azad a Sûriyê û Hêzên Ewlekariy ên rejîmê de qewimîn.
Li gior raporê, xwenîşanderan cadeyên eslî ên diçin qadên xwenîşandanan qut kirin û di nava xelkê daxuyanî û hin nivîs li dijî rejîma Esed belav kirin.
Meşên han ji bo neçarkirina hêzên ewlekerî ên rejîmê di tepeseriya xwenîşanderan de, di çendîn cihên cuda cuda ên bajarê Şamê meşiyan û pîlan û hewlên hêzên rejîmê tevlîhev kirin û kiryara han bû seba birêveçûna meşên berfireh ên nerazîtiyê li dijî rejîma Beşar Esed.
Çalakên siyasî dibêjin, pêgeha nîzama Beşar Esed şikestiye û xelkê Sûriyê êdî ji hêzên tepeserkar ên ewklekariya rejîmê natirsin û her roj derbasî qadên nerazîtiyê dibin. Raya çalakên siyasî ev e ku meşên şeva derbasbûyî ên Şamê nîşana şikesta siyaseta tepeseriyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve ye.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo