Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kar û çalakiyên xebatkarên Demokrat bi boneya 22’ê Pûşperê li Kurdistanê berdewam e

19:56 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Bi boneya 22’ê Pûşperê, 23’mîn salvegera terora “Dr. Qasimlo”û hevalên wî, endam û alîgirên PDK Îranê li dever û bajarên kurdisyanê çalakiyên berfireh ên teblîxabî birêve birin.


Car din salvegera terora rêberê jêhatî yê gelê me, şehîd “Dr. Ebdullrehman Qasimlo”, Kurdistana Îranê bû qada nûkirina peymanan li gel şehîdên riya doza Kurd û Kurdîniyê û nîşandana pêşrewiya gelê me di çepera xebata sivîl û aşitîxwazane mîna hizrên “Qasimlo” û rêbaza biheq û rewa a rêvîngên riya serbestiya Kurdistanê, xebatkarên demokrat bi moralek bilind, dîsan bi kar û çalakî û wêrekiya xwe, “Qasimlo” kirin çiqla çavên tarîperestên dagîrkerên welatê çav li helatina tava azadiyê û bajar û deverên Kurdistanê bi wêne, tirakt û posterên rêberê şehîd xemilandin.
Li gor raporên gihîşît malpera Kurdistanmedia, kar û çalakiyên endam û alîgirên PDK Îranê li gund û bajarên Kurdistanê bi awayê jêr de bûn:

Urmiye

Bajarokê Terzilya, taxa Qehweqebax, bajarokê Îsar û felekeya Mader.

Her bi vê boneyê, endam û alîgirên PDK Îranê li dermanxaneya “Dizêya Dolê” alayek mezin a Kurdistanê hildan û heta gihîştina vî nûçeyî, ew ala her çeqandî mabû.
Ji aliyek din ve jî endamên PDK Îranê li gundên devera “Geliyê Qasimlo” bi vê boneyê ve çalakiyên teblîxatî birêve birin û li gundê “Mambiahîm” alayek mezin a rengê “şîn” hildan.
Merîwan

Li axa Tekye, taxa Yeylaxiye û bicesoriyekan çalakiyên teblîxatî haytin encamdayîn

Kirmaşan

Berwar 10’ê Tîrmeha 2012’an, çalakiyên teblîxî li gundê:
Parka Giştî, parka Şirîn, derdora Mixabiratê, derdora zanîngeha Razî, derdora Întizamata Qazançî û derdora Ketîbeya Bêstûn.

Mehabad

Berwar 10’ê Tîrmeha 2012’an, çalakiyên teblîxatî li gundên: Hacî Hesen, Gewncava, Tazekend û Xêryava birêve çûn.

Herweha li berwar 11’ê Tîrmeha 2012’an, li “Qişlaqî û Girdyaqûb” ên Şarwêrana Mehabadê çalakiyên teblîxatî birêve çûn.