Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çerxa siyaseta îranê bi madeyên hişber digere

13:17 - 16 Adar 2015

Îdrîs Stwet

Di çend rojên derbazbûyî de Ebdulriza Rehmanîfezlî wezîrê komara Îslamî ya Îranê û cîgirê fermandarê giştî yê hêza Întizamî û berpirsê giştî yê xebata li dijî madeyên hişber, perde li ser dahata mafyaya Spaha Pasdaran vêde bir, û di çend gotinan de îşare bi madeyên hişber kir, û ew made bi yek ji giringtirîn zirarên civakê da zanîn, û ragehand ku ev diravê pîs tevlî hilbijartinên Îranê û siyasetên vî welatê bûye.

Ji kesê veşartî nine ku Spaha Pasdaran ya Komara Îslamî ya Îranê û desthilatdarên payebilind yên Komara Îslamî ya Îranê bi giringtirîn û metirsîdartirîn mafyaya qaçaxa madeyên hişber di Îranê û cîhanê hatiye naskirin, û derwazeya sereke ya bilavkirina madeyên hişber e di cîhanê de, û heke em ji dîtingeha siyasî ve mêze bikin, em dibînin ku Komara Îslamî ya Îranê bi ticaret kirin bi madeyên hişber, zaftir bi merema pêşvebirina siyasetên xwe yên qirêj, û bo pêkanîna aloziyan, û kirîza civakî di Îran û cîhanê û bixasmanî bo welatên rojavayî mifahê werdigre, û ji aliyekî din ve di warê aborî de tu çalakiyek bi qasî ticareta madeyên hişber bo Îran û Spaha Pasdaran dahat nine, û bo cîbicî kirina vê ticareta madeyên hişber û karên qirêj, tevî tevahiya terorîstên cîhan û xirabkarên cîhanê alîkariyê dike, û ev dahata han xincî vê ku di çarçoveya siyaset û hilbijartinên Îranê û Spahê de tê xerckirin, beşek ji vê dahata tiranzîtî ên madeyên hişber bo bihêzkirina terorîstan tê terxankirin, û kiryarên terorîstî pê encam didin.

Niha bi sedema tiranzîta Spaha Pasdaran bi madeyên hişber, dahata spahê ev qas zaf e ku bi tu awayekî nahê texmînp kirin û piraniya çerxa aboriya Îranê bi destê Spaha Pasdaran ve tê zivirîn û bitaybet desthilatdarên payebilid ên Spaha Îranê bi giştî bibne milyonêr.

Di îranê de jî komara Îslamî ku xwe nawenda sereke ye bo sen’etîkirina hemû cure madeyên hişber û bo malxirabkirina xelkê û bo veguhastin û anîn û birinê, hêsankarî kiriye û dike, “ku li hemî cihekî, heya di gund û bendîxaneyan de jî dest dikeve” carina bo vê ku ruçikek baş li xwe nîşan bide û bo raya giştî ya cîhanê wa nîşan bide ku li bereya herî pêşê ne bo binbirkirina vê madeyê, dem deme hejmarek ji hurdefiroş û qaçaxçiyên derveyî çerxa mafyaya xwe û bo mifahwergirtin ji siyasetên xwe, xelkê digirin û zîndanî dikin û heya li darve dikin.

Her çiqas ku kirîn û firotina madeyên hişber di nav civaka Îranê û bi taybetî di kurdistanê de kêm nebûye, û zêdetir ji cara berbilav bûye, mixabin rejîm bi wan siyasetên çepel ên xwe beşeke zaf ji ciwanan tûşî madeyên hişber kirine.