Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

AKP û ewlehiya navxweyî

13:25 - 16 Adar 2015

Şehab Xalidî

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bi hêceta parastina ewlehiya navxweyî ya Tirkiyê, paketek li jêr navê “paketa ewlehiya navxweyî” amade kiriye, ku ew paket ji 132 bendan pêk tê, û hemû hewla xwe ji bo pesendkirina wê paketê dide. Lê ew hewldana AKP’ê rastî nerizayetiyeke berfireh ya partiyên opozisyon, û alîgirên wan partiyan hatiye.

Di vê derheqê de Demîrtaş hevserokê HDP’ê ragehand ku: “Paketa ji 132 madeyan pêk hatiye amade dikin, lê tê de ewlehiya civakê tuneye. Çi heye, ewlehiya serokwezîr, hikûmet û serkomar heye.

Emê 132 hefteyan li ser wan madeyan behs û gengeşeyê bikin.
Roja 24’ê Şibatê jî di civîna parlementoya Tirkiyê de, bona gotûbêjkirina li ser paketa ewlehiya navxweyî, parlemanterên HDP’ê ji bo protestokirina madeyeke vê paketê, ku ceza ji pêçana ser û çavên xwepêşanderan re diyarî kiriye, bi xwe bi dev û rûyê pêçayî çûne parlementoyê de, û bi vê helwêsta xwe bala medyayaên herêm û heya cîhanê jî bo aliyê xwe rakêşan.

Mixabin ku AKP di cihê vê yekê de ku hewlê bo berfirehtirkirina demokrasiyê bide, berevajî bi amadekirina paketeke bi vî rengî pêngavan ber bi sînordarkirina azadiyan hildigre. Pesendkirina paketeke bi vî rengî destê polîsên Tirkiyê ji bo serkut û girtin û heya kuştina meşvanan vekirî dihêle, û civaka Tirkiyê ber bi civakeke polîsî ve dibe, ku ew yek bêguman ne tenê nikare ewlehiyê bîne Tiriyê, belkû ew yek tê wateya têkdana ewlehiya civakê.
Neteweya Kurd ku di Tirkiyê de, ji bo mafên xwe yên siyasî û neteweyî û demokratîzekirina Tirkiyê, bi sedan û hezaran xortên xwe gorî kirine, qet amade nabe ku ji niha şûnda jî serê xwe di hemberî deshilatekê de bitewîne ku bixwaze bi darê zorê wan neçar bike ku dev ji xwestekên xwe yên medenî, siyasî û mirovî berdin. Lewra herwekî Demîrtaş ragehandiye, ew paket tenê deshilata serkomar û derdora wê diparêze, ne ewlehiya civakê. Dijberiya CHP’ê û MHP’ê jî bi vê paketê re diselimîne ku ew paket tenê di berjewendiya AKP’ê de ye.

Bêguman di vê qonaxa hestiyar de, ku birêz Ocalan 10 xal wekî nexşeriya çareseriyê ragehandine, û PKK’ê jî pêşwazî ji vê bangewaza Ocalan kiriye, û ragehandine ku hekî AKP pêngavên bi kiryar ji bo cî bi cî kirina van 10 xalan hilgire, ewê jî daxwaza rêberê xwe bi cih bînin, eva êdî barê AKP’ê ji caran qurstir dibe, û dibe ew di cihê bîrkirina ji pesendkirina paketa ewlehiyê, bîr ji cî bi cî kirina wan 10 xalên nexşeriya çareseriyê bikin, da ku bikarin aştî û demokrasî û ewlehiyê di sertaserî welatê xwe de cihgir bikin.

Herçend ku ew daxwaziya Ocalan û pêşwazîkirina PKK’ê ji vê banga Ocalan wekî pêngavek ber bi pêş ve di pêvajoya çareseriyê de tê hesibandin, lê wisa diyar e ku Tirkiye dixwaze di destpêkê de PKK pêngavan bo çekdanînê hilgire, û di hember de PKK jî dixwaze ku Tirkiye pêngavên bi kiryar ji bo cî bi cî kirina xwastekên wan hilgire. Di rastî de nebûna baweriya herdu aliyên sereke yên pêvajoyê bi hevûdu, sedema sereke ya hêdî birêveçûna pêvajoya çareseriyê di wan du salên borî de bûye.

Lewra em dikarin bêjin ku herdu alî dibe bi hilgirtina pêngavên bi kiryar, biselimînin ku ew xwazyarê çareseriyeke rastîn ya vê pêvajoyê ne ku dest pê kirine, ji ber ku çareseriya rastîn ya pirsa Kurd dikare aştî û demokrasî û ewlehiyê bo civaka Tirkiyê bîne, ne hewldan bo pejirandina paketa ewlehiya nevxweyî, yan tenê hewldan bo çareseriya pirsa PKK’ê di cihê çareseriya pirsa Kurd de.