Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Îslamî (DAÎŞ), û pêşerojeke nediyar

13:31 - 16 Adar 2015

Arif Vêlzî

Dewleta Îslamî li Îraq û Şam naskirî bi DAÎŞ’ê, ew girûpa binajoxwaz û tundrev e ku di valahiya şer û aloziyên çend salên borî di Sûriyê de, û herwisa lawazî û girêdayîbûna dewleta Nawendî ya Îraqê bi Komara Îslamî ya Îranê ve, li ser bingeha tundrevî û tirsandina xelkê pêk hat. Lê ya ku balkêş e ew e ku çi di wê demê de ku DAÎŞ’ê beşeke zêde ji xaka Sûriyê dagîr kir û çi jî piştre ku êrîşî ser xaka Îraqê kir, û di çend demjimêran de, bi bê şer Mûsil û Tikrît û beşek ji xaka wî welatî bi cihên leşkerî ve dagîr kir, şêweya reftara wê girûpa cinayetkar û wêrankar digel deshilata Beşar Esed li Sûriyê û dewleta nawendî ya Îraqê çi li serdema Malikî û çi jî li serdema Îbadî de bû.

Ji ber ku wisa diyar e ku stratejiya avakirin û êrîşên DAÎŞ’ê li herêmê, lêdana wan aliyan be ku metirsiya wan li ser deshila Şî’e li herdu welatên Sûriye û Îraqê, û bi taybetî deshilata sîbera Komara Îslamiya Îranê li wan du welatan de be.

Ew yek jî tê vê wateyê ku renge gellek welat û alî saporta cur bi cur ya malî û leşkerî ya DAÎŞ’ê bikin. Lê hekî em nebêjin ku DAÎŞ destçêkiriyê Îranê ye, aliyê kêm em dikarin bêjin ku Komara Îslamiya Îranê xwediyê pêgeheke bihêz e di nav wê rêkxistina terorîstî de.

Belge jî ji bo selimandina vê rastiyê êrîşa DAÎŞ’ê bo ser Kurdistanê, û hevdem xwe dûrxistina ji êrîşa bo ser herêmên Şî’eyan bû. Ji ber ku bi êrîşa li ser Kurdistanê ku hevdem bû digel bilavbûna gotegota serbixweyiya Herêma Kurdistanê, peyamna neyarên Kurd û li serveyî hemiyan peyama Komara Îslamiya Îranê gehand, ku çavê dîtina serxwebûn û pêgeha bihêz ya Kurd di herêm û cîhanê de tunebûn, û pê nerehet in, û hem jî bi pêşrewiya heya kûrahiya herêmên sînorî, û xwe dûrxistina ji êrîşa bo ser herêmên Şî’eyan ku nawenda deshilata Komara Îslamiya Îranê di wî welatî de tê hesibandin û hêla sor in, nîşan da ku baskeke bihêz ya nav DAÎŞ a ser bi Komara Îslamiya Îranê ye, û eva Tehran e ku destnîşan dike, ku bo kuderê û heya kuderê êrîşê bikin, û berjewendiyên Komara Îslamiaya Îranê û hevalbendên wê çawa û ji çi riyekê ve, di herêmê de biparêzin.

Lê bi xweşî ve siyaseta rast û cîhanpesend ya îro ya lîderên Kurd di Herêma Kurdistanê û bûna pêgeha bihêz ya herêmî û fakterbûna Kurd di tenahî û aramiya herêmê de ji aliyekî ve, û ji aliyekî din ve destêwerdanên Komara Îslamiya Îranê bi awayê eşkere û teyarkirina girûp û taqmên cur bi cur ên terorîstî li jêr navê parastina cihên pîroz ên Şî’e li Sûriye û Îraqê, weha kir ku civaka cîhanî û welatên mezinhêz ên wekî Amerîka û Fransa û Brîtanya û Almanya û...hwd, bi pêkanîna hevalbendiyeke navdewletî li dijî DAÎŞ’ê bêne ser xet û bi şandina çek û cebilxaneyan ji bo hêza pêşmerge û hevdem bordoman û birîna şademar û çavkaniya dahata çekdarên DAÎŞ’ê roj bi rojê paşekêşeyê bi wê hêza destçêkirî û tarîperest bikin û wan ji nav bibin.

Niha jî piştî çend meh şer û berxwedaniya gelê Kurd û hêza pêşmerge di hemberî DAÎŞ’ê de, û herwisa pelavêtina vê girûpê bo Lîbî û welatên din, û afirandina cînayetên wekî şewitandina balafirvanê Ordonî û serjêkirina 21 hevwelatiyên Qibtî ên Mîsrê û bi dehan karesatên bi tirs ên din di navxwe û derveyî Îraq û Sûriyê em dibînin ku bi xweşî ve stratejiya jinavbirin û derkirina DAÎŞ’ê li herêmê pê daniye nav fazeke nû de, û Kurd û Îraq û welatên cîhanê bi giştî hewlên xwe ji bo lêdan û jinavbiirna DAÎŞ’ê çirtir kirine.

Mînaka herî berçav ya wan hewldanan jî, hatina balafirhilgira Fransayê bo Kendavê, ji bo alîkariya hevalbendan bo lêdana DAÎŞ’ê û hevdem serdana Aşton Karter Wezîrê Parastina Amerîkayê bo Koveytê, û darêtina siyaset û pilanên nû, ji bo çawaniya jinavbirina DAÎŞ’ê û ji aliyekî din ve xwesazdana ser ji nû ya Spaha Îraqê û ji hemiyan jî girîngtir, biryara beşdarîkirina hêza pêşmerge ji bo lêdan û jinavbirina çekdarên DAÎŞ’ê li Îraqê de ye.

Bêguman hekî em bi hûrî jê binêrin em dibînin ku yekem pêngav û pêngava herî serekî ji bo lawazkirin û jinavbirina DAÎŞ’ê û hemû girûpên tundrev ên herêmê ew e ku destê têkderane yê Komara Îslamiya Îranê ku heya nih bi awayekî rasterast û ne rasterast di nav karûbarên navxwe û heya siyaseta derve ya Sûriye û Îraê û Lubnan û Yemen û ...hwd, û heya hinek ji welatên Amerîkaya latîn de heye, û rewşa siyasî û emnî ya wan welatan tevlîhev kiriye, Kurt bikî, ku Spaha Quds aramiya herêmê têk bibe. Her eva jî dikare ku bibe destpêk û pêngaveke girîng di rasteriya lawazkirin, û neçar bi paşekêşê kirina wê girûpa terorîst û dijî mirovî, li Kurdistan û Îraq û Sûriye û herêmê bi giştî.