Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Mihmednezîf Qadirî: “PKK’ê di karûbarên perçeyên din de siyaseta destêwerdanê hebûye, lewra ew di ...

13:32 - 16 Adar 2015

pêwendiyên xwe bi aliyên siyasî re, berbirûyê kêşe û nerizayetiyê bûne ”.

Hevpeyvînek digel birêz Mihmednezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq hinek pirsên girîng yên rojevê

H: Kurdistan

Pirs: Di van rojan de gellek caran em dibihîsin ku berpirsyarên partî û aliyên siyasî ên Kurdistana Başûr, bi hêcetên cur bi cur spasiya rejîma Îranê dikin ku di demên derbazbûyî de, û niha jî alîkariya wan kirine, û Kurdan deyndarê şoreşa Îslamî dizanin, û şexsê Xomeynî wekî mînak ji xwe re dibînin, û wî palpişteke bihêz bo xwe dihesibînin, bi baweriya we heya çi qasî ew boçûn, di hemberî siyasetên borî û ên niha ên Îranê, di hemû perçeyên Kurdistanê de bi cî ye, û sedema vê minetbariya hertimî di çi de ye?
Bersiv: Piştî serhildana sala 1991’an a xelkê Kurdistanê û ramalîna hêzên Be’s ji aliyê bereya Kurdistanî ve, rêberên Îranê hewl dane ku herêma Kurdistanê bikin melbendek ji bo siyasetên xwe, û rewşê ber bi aliyekî ve bibin ku di xizmeta berjewendiyên wan de be, û bi riya ajan û terorîstên xwe ve, bi dehan tekoşerên Rojhilata Kurdistanê teror kirin, bi bêy vê ku hurmeta herî kêm ji bo deshilata siyasî ya Herêma Kurdistanê danên, ew siyaseta giha astekê ku metirsiya canî li ser rêberên sekolar ên Kurd ku li dijî wan cure pêwendiyane bûn danî. Piştî rûxana rejîma Sedam di sala 2003’an de, rejîma Îranê hewla siyaseteke kopîkirî ya ji cureya rejîma Îranê daye û dide, û bi tewahî hewla paşxistina piroseya demokrasî û federalî ya wî welatî dide, û bi hemû awayî hewlê dide ku Şî’e di wî welatî de serdest bin, û hewl dide ku Kurd û Suniyan jî bavêjin aliyekî, û bi handana ajanên xwe, niha di vî welatî de, şerê Sunî bi Sunî, û şerê Kurd bi DAÎŞ’ê didin kirin, û şerekî bi xwîn bi ser xortên Kurd de sepandine. Rejîma Îranê û rêberên wê piştî azadkirina herêmên Kurdistanî û baskirin ji dewleta neteweyî yekem aliyê dijî vê piroseyê bûn, ku bi handana Şî’eyan bona zextxistina li ser Herêma Kurdistanê di warê aborî de, û anîna mîlîşayên Şî’e yên kedîkirî ji aliyê xwe ve, herêmên Germiyan û Kerkûkê xistine jêr zextê, û rewş wisa lê hatiyer ku beşek ji deshilata Herêma Kurdistanê hest bi vê metirsiyê bike. Ew rohnkirin vê yekê dibêje me ku civatên xelkê Kurdistanê û serokatiya siyasî û bi ezmûn ya başûra Kurdistanê dibe hişyarî vê siyaseta metirsîdar bin, û pêwendiyên wan jî çi wekî Herêm û çi jî wek aliyekî siyasî, siyasetên xwe bi Komara Îslamiya Îranê re wisa rêk bixin ku cardin Kurd berbirûyê wan arîşeyan nebin, û di kêşe û rikeberiya herêmî de, Kurd serweriya xaka xwe biparêze.

Pirs: Paş avakirina kantonên Rojavaya Kurdistanê, di çend mehên borî de, me dîtiye ku PKK’ê berdewam bas ji avakirina kantonên cur bi cur û encûmena xwebirêvebirî û binavkirina Kurdên Êzidî, Yarsanan û di wan dawiyane de jî, Hewramiyan wekî neteweyek cuda dike, armanc ji vê siyasetê çi ye, û çi xizmetekê bi tevgera neteweya Kurd dike?

Bersiv: Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê de, xebata xwe ji bo rizgariya nîştimana xwe kiriye, û li ser bingeha vê ku Kurd yek netewe ye, û Kurdistan yek nîştiman e, berxwedanî kiriye û xwîn daye, û pirsa Kurd pirsa zarave yan meseb û ayîn nebûye, ku niha xelk û xaka Kurdistanê bi navê Kanton ya her şêweyeke din ji birêvebiriyeke bi vî rengî daxwaz bike. Em li ser vê baweriyê ne ku hekî xortên Kurd bi hemû pêkhateyên ayînî û mesebî ên xwe bigihîjin mafên xwe, di çarçoveya sîstemeke demokratîk û destûreke pêşkevtî, daxwaziyên wan wê bêne desteberkirin, û wê bigihîjin serweriya xwe ya neteweyî. Siyaseta PKK yan her rêkxiraweke din ku wisa bîr bike, demekê dikarin bandorê danên ku girînigiyê bidin pirsa neteweyî, û erdnîgariya Kurdistanê bi yekparçe bibînin, û bîrkirina wan neteweyî be. Yarsan, Êzidî, Hewramî û...hwd hemû beşek in ji neteweya Kurd û nîştimana Kurd. Ew bîrokeya ku ew bas dikin nikare pirsa Kurd çareser bike.

Pirs: Di bakura Kurdistanê de, PKK bas ji vê yekê dike, ku êdî armanca tevgera Kurd avakirina kiyaneke neteweyî di vê beşê de nine, gelo eva nahê wateya devberdan ji mafê diyarîkirina çarenivîsê bo Kurd?

Bersiv: Di siyasetên PKK’ê de hinek cudahî hene, û wisa tê şirovekirin ku digel rewşa siyasî ya her yek ji perçeyên Kurdistanê cudahiyek zêdetir heye, û ji çareseriya pirsa Kurd di dewleta neteweyî û diyarîkirina mafê çarenûsê, hatiye xwar bo tiştên gellek sade, û retkirina pirsa dewleta Kurdî, û ji bo her yek ji perçeyên Kurdistanê jî di awayên cur bi cur de, pirsa neteweyî tîne gorê. Ew yek jî bo hêzeke siyasî, wekî xaleke lawaz tê hesibandin, û haşakirin û xwe vedizin ji pirsa neteweyî, di siyaseta wan de bandora nîgatîv li ser tevgera mafxwazane ya gelê Kurd dadinê, û li ser wan giran tewaw dibe.
Pirs: PKK her wisa bas ji vê dike ku ew destêwerdanê di nav karûbarên Kurdistana Başûr de nakin, hûn vê yekê heya çi qasî rast dibînin, gelo we jêve nine ku di pêşerojê de heman siyaset derheq Rojhilata Kurdistanê de jî hebin?

Bersiv: Hekî ew boçûna wan bi kiryar di siyaseta wan de reng vede baş e, lê eva ku heya niha cihê gazindeya partî û aliyên siyasî ên perçeyên din yên Kurdistanê ji PKK’ê ye, ew e ku PKK’ê di karûbarên perçeyên din de siyaseta destêwerdanê hebûye, lewra ew di pêwendiyên xwe bi aliyên siyasî re, berbirûyê kêşe û nerizayetiyê bûne. Li ser rêz û hurmeta beramber, bi dûr ji siyaseta destêwerdanê, pêwendiyên xwe digel partî û aliyên siyasî rêk bixin, û derheq Rojhilata Kurdistanê tenê dikarin bi vî awayî riha yekgirtina neteweyî bihêz bikin.

Pirs: Di doma pirsa girêdayî yekgirtinê, di van dawiyane de Deftera Siyasî rûniştinek bi hevalên pêşîn ên cudabûyî pişt kongireya 13’ê re pêk anî, gelo ew piroseya heya niha gihaye kuderê, asteng heya çi qasî dikarin nemînin, hûn îradeya çareseriyê di herdu aliyan de çawa dibînin?
Bersiv: Me ragehandiye ku siyaseta me hewldan e ji bo yekgirtina digel hevalên pêşîn, di refa PDKÎ de, û li ser bingehên sereke ên kongireya 13’ê ku me bi hev re pesend kirine, û ew xalên me yên hevbeş in. Di vê piroseyê de jî, ez bi niyetpakiya ku em di xwe de dibînin, dikarim bêjim ku ew pêngavên ku me heya niha hilgirtine, erênî ne.

Pirs: Di wan dawiyane de pêleke berfireh ji îdama bendkiriyên siyasî, li Rojhilata Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve rê ketiye, bi boçûna we armanca rejîmê ji wan îdama çi ye?

Bersiv: Ji tu kes û aliyekî veşartî nine, ku rejîm bi îdamkirina girtiyên siyasî û çalakên xebata medenî, ku hilgirê bîra azadîxwaziyê û nîştimanperweriyê ne, di vê siyaseta xwe ya tirsandina xelkê de serkevtî nebûye, û ji aliyê rêkxirawên piştevanê mafê mirovan ve hatiye mehkûmkirin, û zêdetir bi tenê maye, û bi vê siyaseta xwe nikare îradeya girtiyên siyasî ên şoreşger têk bişkîne. Ew berxwedaniya wan, dibe çîroka serhildan, û rizgarbûna ji destê dîktatoriyê.