Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hekî em w...

13:36 - 16 Adar 2015

8’ê Adarê

Nahîd Husênî

Hekî em wekî yek ji fakterên sereke yên guhertinên civakî li tevgerên medenî binêrin, û wekî katalîzorekê bihesibînin ku hewlê dide ji bo jêhelbirina xwestekên xelkê, û ji bo wekheviya civakî, tevgera jinan jî ji vê bazineyê dernakeve. Hestkirin bi nedadperweriya giştî, û di hember de hewldaneke giştî ji bo dîtina kêşeyan, û piştre çareserkirina wan, destpêkek dibe ji bo serhildana tevgera jinan.

Îro rojê li gora wan guhertinên kûr ku bi awayekî gelemperî di piraniya civakan de pêk hatiye, êdî em nikarin tevgera jinan tenê ji bo rizgarbûn ji destê maldariyê û xwedîkirina zarokan de sînordar bikin. Berevajî ew tevger niha nîşan didin ku guhertineke giştî ya civakî pêk hatiye, û daxwaziyên jinan jî zêdetir bûne, û jinan xwe gihandine bazara kar, û xwendina bilind bi dawî anîne, û di pêgehên siyasî û civakî de xwe dîtine.

Tevgera jinan digel vê yekê ku komek xalên wê yên hevpar hene, cudahiyên wê jî di welatên cuda cuda de zêde ne, û taybetmendiya rewş û hewayê siyasî û civakî û aborî ya wî welatî bandora xwe li ser heye. Takê Kurd xeynî takê dersxwan, nasyarî digel vê tevgerê bi başî tuneye, û rewşenbîriya fîmînîzmê li cem wan lawaz e, û heya gellek caran wekî çemkeke ne di cihê xwe de, tê pênasekirin.

Ew têgihîştin wisa dike ku tevgera jinan ji çemkeke azadîxwaz û wekhevîxwaz ve, wekî çemkeke pawanxwaz ji aliyê jinan ve bê zanîn, ku hewl dide da ku bibe xwedî deshilat, ku di rastî de ew şêwe têgihîştin cudahiyeke cewherî heye digel bingehên hizrî yên tevgera jinan.