Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûniştina dijberên rejîma Sûriyê li gel rayerdarên Rûsiyê bê akam ma

22:48 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kurdistanmedia: Ebdullbasit Seyda, Serokê Encumena Nîştimanî a Sûriyê, ragihand: Got û bêjên nûnerên dijberên rejîam Beşar Esed li gel dewleta Rûsiyê seba piştevaniya “Kirîmlîn”ê ji Beşar Esed bibê lihevkrin bidawî bû.


Burhan Xelyon Serokê Berê yê Encumena Nîştimanî a Sûriyê jî piştî got û bêjên dualî bi amajekirin bi vê ku tu guhertinek di siyasetên Rûsiyê de di pêwendî li gel rejîma Sûriyê pêk nehatiye, got: Siyaseta Rûsiyê di yek sala derbasbûyî de tu guhetinek bixwe ve nedîtiye.
Heyetek nûnerên dijberî rejîma Sûriyê bi Serokatiya Ebdullbasit Seyda, îro Çarşemî berwar 11’ê Tîrmeha 2012’an, li gel rayedarên Rûsiyê li Muskoyê hevdîtin pêk anî heya di warê kiryarên navnetewî bo vedîtina rêkarek siyasî bi armanca dawîanîn bi tund û tûjiyan di Sûriyê de got û bêjan kirin.
Di got û bêjên han nûnerên eslîtirîn girûpa dijberî rejîma Sûriyê hewil didan Rûsiyê hanih bikin ku Beşar Esd ji desthilatê dûr bixin, lê serkevtî nebûn.
Seyda ragihand: Boçûnên wan li gel dewleta Rûsiyê jihev dûr in, û boçûnên desthilatdarên Kirîmlîn sebaret bi pirsa Sûriyê bi cihê nigeraniyê da zanîn.
Navbirî amaje kir ku heya Beşar Esed di desthilatê de bimîne, tu got û bêjek nagîjin encamê.

23’mîn Salvegera Terora Dr. Qasimlo