Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî çi xewnekê ji bo Îraqê dibîne

14:49 - 5 Nîsan 2015

Mistefa Hicrî

Li gora wan zanyariyên ku di ber dest de bûn, nêzî salekê berî niha me ragehand ku xelafeta Îslamî (DAÎŞ) perwerdekiriyê destê Komara Îslamiya Îranê û hevpeymanên wê di herêmê de ye, û piştî vê heyamê çawaniya bihêzbûn û vegeşîna bilez ya vê girûpa terorîstî-îdeolojîk ji hinek çavkaniyên din ve serî hildide, ku yek ji wan rojnameya înternîtî ya “Xelîc Anlayn” e.

Çawaniya pilanê bi vî awayî ye ku dema DAÎŞ wekî girûpekê ji El-qa’îdeyê cuda dibe, Komara Îslamiya Îranê bi alîkariya Beşar Esed û Hizbullaha Lubnan û Malikî, bilez dest dikin bi birina destperwerde û kirêgirtiyên xwe bo nav vê girûpê, û azadkirina girtiyên xwe ku di girtîgehên Îraqê de bûn, bo vê ku berê DAÎŞ’ê bidin wan ciyan ku xizmeta armancên wan bi taybetî Komara Îslamiya Îranê bike.
Li Sûriyê di vê siyasetê de serkevtî bûn, û bi sedema van cînayet û karesatên mirovî ku afirandin, karîn cîhanê û bi taybetî Rojava bixapînin. Şêweya kuştar û reftarên DAÎŞ’ê ew qas cihê bêzariyê bûn, ku rûyê cînayetên Beşar Esed spî kirin, lewra cîhan kete nav şik û gumanan de, ku renge carê mana Beşar Esed di deshilatê de baştir be ji vê ku deshilat bikeve destên vê girûpê de.

Lê Îraq -ku merema me di vê gotarê de ye- piştî paşekêşeya arteşa Îraqê ji Mûsilê ku li gora hinek çavkaniyên bawerpêkirî, li gora pilanên di pêş de diyarîkirî yên serokwezîrên wê demê rû da, DAÎŞ bû xwediyê wê hemû çek û kereste û pereyê ku di wî bajarê mezin û girîng de bû. Di wê demê de hemû çavnihêriya wan ew bû ku DAÎŞ wê berê xwe bide Bexdayê û wê hikûmetê biherifîne, lê Komara Îslamiya Îranê xewneke din ji bo Îraqê dîtibû:
1-Li gora zanyariyan Komara Îslamiya Îranê ji riya mohre û hevpeymanên xwe di nav DAÎŞ’ê de, karî ku berê DAÎŞ’ê di cihê Bexdayê de, dane aliyê Başûra Kurdistanê, û armanc ji vê pilanê dagîrkirin û wêrankirina Kurdistanê û xistina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, da ku bi vî rengî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ceza bike.

Pêkanîna Hikûmeta Herêma Başûra Kurdistanê li rex sînorên Rojhilat Kurdistanê ku sal bi salê di vegeşîna aborî û siyasî û avedankirinê de bû, û zêdetir ji Bexdayê wekî nawenda siyasî û bazerganiya Îraqê dihate hesibandin, bi taybetî bi derxistina petrolê di vê beşê de, ji riya kompanyayên bi nav û deng ên cîhanê, mijûl bû ku piştgiriyeke aborî ji bo egera serxwebûna xwe bi dest bixe. Dengê ragehandina serxwebûnê jî carina bilind dibû, ku ew yek jî bo Îranê ne cihê qebûlkirinê bû.

Lewra serbarê gemaroya aboriya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve Kurdistan berbirûyê şerekî bi xwîn û pirr xerc kirin, ku xeynî xesara canî, heya niha bi hezaran şehîd û birîndarî jê bi cih mane, û bi dehan hezar kes ji xelkê wan ciyan aware bûn û bi ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûne bargiranî, û şer jî her wisa dom heye, û bidawîhatina wê jî ne xuya ye.

Zanyarî dibêjne me ku xewnên Komara Îslamî, ji bo Başûr pêk tê ji birçîkirina xelkê Kurdistanê, û eva ku çavên wan li destên Bexdayê be. Dagîrkirina wan herêmên Başûra Kurdistanê, ku berê di bin destên hikûmeta Herêma Kurdistanê de nebûn, û piştî êrîşa DAÎŞ’ê û paşekêşeya Bexdayê ji wan ciyan pêşmerge dest bi ser de girt, û bi taybetî ew cihên ku petrol tê de berhem tê, bi Kerkûkê ve jî. Heşdê Şe’ibî ku di rastî de Hêza Besîc ya Komara Îslamî ye, digel mîlîşayên din vê pilanê pêngav bi pêngav ber bi pêş ve dibin, ew yek pilaneke darêtî ya Komara Îslamiya Îranê ye, û rewş bo vê pilana wan, eva heyamek e ku bi sedema pêkanîna dubendiyan di navbera hêzên Başûra Kurditsanê, dirêjbûna şerê DAÎŞ’ê û dorpêça aboriya li ser Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn, û niha jî wê pilana xwe cî bi cî dikin.

2-Lê xewna Komara Îslamiya Îranê ji bo Îraqê
Erebên Sunî, niha di Îraqê de, bi du sedemên girîng ketine ber lehiya tolhildanê:
A- Şerê heşt sale di navbera Îraq û Îranê de, û têkbirina hêzên Îranê ji aliyê arteşa Îraqê û efserên Sunî ve, ku cihê baweriya Sedam Husên bûn, xeynî bi dehan milyard dolarî zirara malî, nêzîk bi yek milyon kes qurbanî û birîndar encama wê bûn, ku para herî zêde li ber Îranê ketin, û kavilbûna dehan bajar û bajarokên Îranê deskevta wî şerî bûn ji bo Îranê.

B- Di serdema serokwezîr Malikî de, Sunî di gellek cihên Îraqê de, bi sedema nerazîbûna ji hikûmetê dest kirin bi serhildanê li dijî dem û dezgehên Hikûmetê, û bajarên wekî Romadiye û Feluce û Tekrît û ...hwd, ji destê dewletî hatin pakkirin, û bi xwe îdareya wan ciyan bi dest ve girtin, û kêşe û astengiyên mezin bo Bexdayê pêk anîn.
Niha li gora pilana Komara Îslamiya Îran û hevahengiya Bexdayê, dibe Suniyên Îraqê derbeke wisa li wan bidin ku hem tola şerê Îran û Îraqê li wan hilînin, û cardin nekarin rabin, û di hemberî Bexdayê de helwestê bigrin.

Bo vê armancê jî DAÎŞ derfeteke pirr baş e. Di heyama sala borî de li gora vê pilanê, DAÎŞ ku xwe wekî alahilgirê Suniyan û li dijî Şî’eyan dizane, tenê dest bi ser herêmên Sunîakincî de girt, û berê xwe neda herêmên Şî’e akincî. Bi hezaran kes ji ciwanan û serok eşîretan û kesayetiyên bi nav û deng yên wan herêman kuştin, û her çi şûnwarên kevn yên wan ciyan e ku nîşaneya kultur û buhagiraniyên dîrokî yên wî xelkî ne, ji nav birin û wêran kirin, û bi dehan hezar kes ji akinciyên wan herêmên Sunî akincî ji tirsa DAÎŞ’ê herêmên xwe bi cih hêlan, û aware û derbider bûn.

Niha jî ku operasyonekê dest pê kiriye, ji bo pakkirina wan herêman ji detsên DAÎŞ’ê, Komara Îslamiya Îranê xeynî bicihkirina zêdetirt ji 5000 kes ji hêzên Spaha Pasdaran hêzeke din bi navê Heşdê Şe’ibî pêk aniye û perwerde kiriye û çekdar kiriye, da ku şerê DAÎŞ’ê bikin. Ew hêza ku teyar e bi bombhavêjên Îraq û Îranê, wan bajarên ku DAÎŞ tê de ye, bi bombebaranê wêran dike. Heşdê Şe’ibî her tiştî ku di wan herêman de dimîne talan dike. Di vê tolhildanê de bajarên Tikrît û piştre jî Mûsil ku herduk jî nawendên herî girîng yên efser û hêzên Sedam Husên û serhildana Suniyan bûn, wêran dike.

Bi vî awayî Komara Îslamî dixwaze ku xerîteya Îraqê bi awayekî darêje ku ne Kurd û ne Sunî, hêza berbirûbûna wan digel hikûmeta Şî’e ya Îraqê nemîne, û bi xwe bi nûneratiya Hikûmeta Bexdayê, wê hikûmetê bi awayekî ku dilxwazê wê ye bi rê ve bibe.
Ew pilan hişyarkirineke metirsîdar e, ne tenê bo Îraqê, belkû bo Rojhilata Navîn di biyavê zalbûna zêdetir ya Komara Îslamiya Îranê bi ser Îraqê de, û hinartina bilez ya şoreşa xwe bo welatên wê herêmê. Ew pilan li ser bingeha siyaseta geşkirina agirê şer û kêşeyan, û berdewamiya şer, zêdekirina birçitî û hewcedarkirina xelkê bi xwe, û kavil kirin, çêkirina duberekî û dijminatiyê di navbera pêkhateyên cuda cuda yên wê herêmê, û tirsandin û terorkirinê hatiye darêtin.

Di wir de pirs ew e ku Kurd bi hebûna wan hemû dubendî û nakokiyan di navbera xwe de, û bi hebûna bê pilaniyê, wê çawa bikare xwe ji destên vê pilana metirsîdar rizgar bike, yan xisaran kêm bike?.