Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Avirek li karesata dilêş ya kîmyabarana Helebçê (beşa 1)

15:05 - 5 Nîsan 2015

Mihemednezîf Qadirî

Dema ku hêzên Komara Îslamiya Îranê di şer di hemberî hêzên wê demê yên arteşa Îraqê de, di eniyên başûr û nawerast de, hêz û şiyana wan ya şer nema û ketin, û hevkêşe bi qazanca hêzên Îraqê guherîn, zexteke zaf kete ser wan, û rejîma Îranê bi du sedemên bi bandor, siyaseta geşkirina agirê şer li Başûra kurdistanê girte pêş. Yekem Mifahwergirtin ji aliyên siyasî ên Başûra Kurdistanê ku binke û baregehên wan di sînorê Rojhilata Kurdistanê de bûn, û hêzeke şerker û çalak hebûn. Duyem: Mifahwergirtin ji rewşa erdnîgarî û çiyayîbûna herêmê ku ji bo domandina şer, di gel taktîk û siyasetên Komara Îslamiya Îranê yek digirt, û şarezayiya hêza pêşmergeyên Kurdistana Başûr faktereke bi bandor ji bo gihîştina hêzên rejîma Îranê bi armancên wan yên leşkerî bû.

Bi vê lênihêrînê ve bû, ku fermandarên hêzên rejîma Îranê, bi armanceke diyarîkirî êrîşên xwe li dijî hêzên Îraqê dest pê kirin, lê serbarê wan êrîşan, berevajiyê berhevdanên wan, nekarîn bigihîjin armancên xwe, û hêzên wan hatin têkbirin. Mînaka herî zindî jî, ew êrîşa bû ku bi armanca girtina herêmên parêzgeha Silêmaniyê, ji sînorê Bane ber bi Qelaçowalan û bilindahiyên Ezmer kirin, ku her wekî me dît, li dije êrîşa hêza Îraqê de, ew bi tewahî hatin têkbirin, û ew neçar bi paşekêşeyê ber bi xaka Îranê kirin, û bi hezaran termên wan bi cih man. Piştî vê têkşikanê ketin hizra êrîşa li ser Helebçeyê, û herêma Şarezûr. Bo birêvebirina vê pilanê jî, bi alîkariya hêza pêşmerge ya bereya Kurdistanî û li bajarên Kirmaşan, Pawe, Ciwanro û Merîwanê, di destpêka sala 1366 (1987)’an û dawiya meha Reşemeya wê salê de, li Kirmaşanê piştî lidarxistina hinek civînan li ser êrîşa li ser Helebçeyê sax bûn, û biryara vê hate dayîn. Ji bo nîqaşkirina aliyê piratîkê yê vê pilanê, hêdî hêdî fermandarên Spaha Pasdaran dest bi liv û tevgerê kirin û serdana binkeyên YNK’ê li gundên “Giryane” û “Hawarekon” kirin.

Ji aliyekî din ve, endam û alîgirên YNK’ê li bajarên sînorî ên Kurdistan, Helebçe, û Şarezûrê, ew nihênî eşkere kirin, û piştî pêwendîgirtina hevalên Komîteya Şaristana Hewramanê, digel berpirsyarên YNK’ê di vê navçeyê de, ew zanyarî piştrast kirin û bi hevalên me ragehandin ku malbatên xwe ji vir dûr bixin, û pêşmergeyan jî ji vî şerî dûr ragirin. Hevalên me jî bi eşkereyî bi wan gotibûn ku her liv û tevgerek di vê herêmê de bê kirin, eva êrîş li dijî PDKÎ ye û emê bersiv bidin, û tu cihek jî me tuneye ku wan hemû malbatên xwe li wir bi cih bikin.

Piştî vê rûniştinê berpirsyarên komîteya Hewraman ya PDKÎ, Deftera Siyasî ya PDKÎ ji vê pilana şer agehdar kirin, û komek pêşniyar ji rêberiya PDKÎ wergirtin, û her di vê demê de rejîma Îranê ji sînorên herêmên Bayingan û Ciwanro, bona vê ku zanyariyên wê negihîjin destê arteşa rejîma Îraqê, şevê bi awayê nepenî hêz anîbûn cihê hewce, û alavên leşkerî jî ji bo vê operasyonê anîbûn, û bo dema hewce peçavtibûn.

Hevdem digel amadekariyên fermandarên Spaha Pasdaran ya Îranê, aliyên siyasî ên Başûra Kurdistanê jî, digel endam û dostên xwe, û çekdarên Kurd ku digel rejîma Îraqê bûn, bi awayekî veşartî pêwendî girtibûn, û daxwaza alîkariyê ji wan kiribûn. Tiştekî din jî ku cihê baldanê ye, ew bû ku çend kesek ji berpirsyarên leşkerî û emniyetî yên Îraqê jî, li Helebçeyê pêwendî bi aliyên Îslamî yên neyarê rejîma Îraqê û akincî li Îranê ku beşdar bûn di pilana şer de, bi taybetî Encumena Bilind ya Şoreşa Îslamî (qerargeha Bedr) ve girtibûn.
Eva bû ku şeva 23-24’ê Reşemeya sala 1366’an (1988)’an ji wan ciyan ve êrîşke ji nişkêve û berfireh li ser Helebçeyê û devera Şarezûr hate kirin, û şerek rû da û tawanek hate afirandin ku civaka mirovahiyê hejand, û zêdetir ji 5 hezar kes ji xelkê Helebçe û Şarezûrê bûne qurbaniyê siyasetên dijminên Kurd. Di vê operasyonê de, ji van şergehan ve êrîşa rejîma Îranê li ser yekîneyên arteşa Îraqê dest pê kir:

Yekem: Hêzên rejîma Îranê ji çemê Sîrwan derbaz bûn, û ji gundên “Sazan”, “Rîşaw”, “Boyîn”, ve ber bi bilindahiyên Milehomle û “Befrî mîrî” û “Şinriwê” ve çûn.

Duyem: Ji riya gundê “Dirole” ve ji çemê Sîrwan derbas bûn, û ji gundên “Neycele”, “Çinar” û “Mordên” ber bi bilindahiyên “Megro” û “Balambo” ve meşiyan.
Sêyem: Ji gundên herêma “Tawgozî” û “Îmamî” ve ber bi “Kelha Şemêran” û bilindahiyên zal bi ser herêma “Derbendîxan” bi rê ketin.
Çaremîn: ji “Dirole” ve hêzeke qerargeha Bedr û Spaha Pasdaran ber bi “Îmamê Zamin”, û gundên herêma “Newrolî” bi rê ketin.
Pêncem: Ji eniya Merîwanê ve jî ber bi aliyê bilindahiyên bajarokê “Biyare” û “Ehmed awa” û çiyayê “Sorên” ve meşiyan, û pira “Zelm” ku dergehê Şarezûrê bû hate girtin.

Şergeha PDKÎ, şergeha berxwedanê
Xeynî wan şergehan, şer di Gundê “Şêxan”, û bilindahiyên çiyayê “Gakuje” û “Perwînî” de jî hebû. Di vê eniyê de berevajiyê eniyên din pêşmergeyên PDKÎ gellek zû li dijî hêzên rejîmê dest bi kar bûn û çend êrîşên li pey hev têk birin û ew neçar bi paşekêşeyê kirin û termê zêdetir ji 400 kes ji wan hêzan di bereyên şer de bi cih ma, û gellkek çek û teqemenî jî ji wan bi cih man, lê di şergehên din de, hêzên rejîma Îranê ber bi pêş ve çûn. Bi taybetî piştî girtina pira “Zelm” û veqetiyana pêwendiya hêzên Îraqê û negihîştina hêzên alîkar, hêzên Îraqê nekarîn bergiriyeke wisa bikin, û ji kar xistina topxaneya arteşa Îraqê li gundê Deremer jî, bi tewahî ew bergirî lawaz kir, û morala şerkerên Îraqê anî xwar, û herêm bi tewahî kete destên bereya Kurdistanî û Spaha Pasdaran ya Îranê de. Di wê rewşê de bû ku rejîma Îraqê ji berbirûbûna bi hêzên Îranê re, bê hêvî ma, û dest bi kîmyabarankirina bajarê Helebçryê kir û li vê deverê komkujî pêk anî.

Piştî vê ku hêzên PDKÎ jî pişta bereya şer ji wan hatibû girtin û rewşa şer jî di bereyên din de jî bi zirara pêşmergeyên PDKÎ bû, hêzên PDKÎ ber bi gundê Serken û bilindahiyên Dereşîş paşekêşe kirin, û ser ji nû xwe bi armanca derbaskirina ji vî şerî û bergirî kirinê di egra her êrîşeke hêzên Îranê de organîze kirin. Piştî akincîbûna hêzên PDKÎ di wan ciyan de ku me qala wê kir, pêwendiya bi aliyên Kurdistanî re hate girtin, û digel fermandehiya bereya Kurdistanî li Helebçeyê û li herêma Xormal pêwendiyeke bilez li ser rewşa bereyên şer û bi taybetî ew cihên ku derfeta derbasbûna hêzan li wir hebû hate girtin, û zanyariyên hewce hatin wergirtin, û piştî nîqaşkirina li ser van zanyariyan tîmeke şareza di warê karûbarên leşkerî û erdnîgariya herêmê de, ji bo hevahengiya digel me hate diyarîkirin, û bi taybetî hevalên berpirs ên YNK’ê û Partiya Sosyalîst ya Kurdistana Îraqê roleke nîştimanî lîstin, û bûne alîkareke baş ji me re.

Piştî derbasbûna hêzên PDKÎ komek malbat û kadr û pêşmergeyên kêm endam ên PDKÎ, ji vê herêmê vegeriyan bo herêmên Hewraman û Ciwanro. Çend malbatên naskirî jî ku pêwendiyên rêkxiraweyî û siyasî digel PDKÎ hebûn, hatin girtin û bo girtîgehên Kirmaşan û Urmiyê hatin birin, û ketin jêr îşkenceyê de. Lê rejîma Îranê bi van îşkencekirinan jî nekarî ku bigihîje armancên xwe, û bandora herî kêm jî nekarî li ser baweriya van danê. Lewra piştî heyamekê ew serbilindane vegeriyane nav malbatên şoreşger ên xwe de. Ew pêşmergeyên kêm endam jî ku xistin bendîxaneya Kirmaşanê de, piştî îşkenceyeke zaf çend kes ji wan hatin îdamkirin û canê xwe di riya armancên gelê xwe de gorî kirin. Yên din jî hukmê girtina dirêjheyam ji wan re hate birîn, xeynî van azarên ku berbirûyê endam û malbatan û kadr û pêşmergeyên PDKÎ bû, di vî şerî de Komele jî gellek zirardîtî bû, û di vî şerî de zêdetir ji 70 kes ji pêşmergeyên Komelê bi sedema nebûna şarezayiyê li ser rewaş herêmê û hilbijartina herêmeke metirsîdar di herêma Newrolî û Pîrmihemed de, ketin nav şer de, û mixabin hatin şehîdkirin, eva di demekê de bû ke me gellek hewl da ku hêzên wan jî bi pêşmergeyên me re bin, lê mixabin wan bersiva me nedan û ew karesata dilêşî berbirûyê wan bû. Di vî şerê neberamber de ku li şergeha Newsûd di navbera pêşmergeyên PDKÎ û hêzên rejîmê de rû da, fermande Lik ê jêhatî yê hêza Şaho kak Îzet Ehmedî naskirî bi Îzete Kiwêr şehîd bû, û di dema derbasbûna hêza pêşmerge ji Şarezûrê re, çend pêşmergeyek birîndar bûn.

Piştî vê hemû qurbanîdana devera Şarezûr û vê karesatê ku bi ser xelk û hêza pêşmerge de hat, niha jî bo çavdêrên siyasî û rojnamenivîsan û rêkxirawên piştgirê mafê mirovan, ew pirs ji biryarder û birêvebirên wî şerî tê kirin, ku armancên wê êrîşê û deskevtên wê, xeynî malwêraniya ji bo gelê kurd çi bû?. Bê guman yên ku ji nêzîk ve êşa vî xelkî dîtine, bersiva vê pirsê wiha didin ku eva xelkê vê deverê û jin û zarokên bê guneh ên Helebçe û Şarezûrê bûn, ku bûne goriyê siyasetên Komara Îslamiya Îranê. Lê mixabin niha siyasetek di pêwendiyên di navbera aliyên Herêma Kurdistanê û Rejîma Komara Îslamiya Îranê de berdewam e, ku bi bê mifahwergirtina ji ezmûna karesatbar ya derbazbûyî, bi awayekî din û bi şêwazeke din ducarî dibe, û civatên xelkê Kurdistanê tûşî dudiliyê li derheq pêşeroja siyasî ya xwe kirine, û niha jî nîgeranê vê yekê ne ku siyaseta destêwerdana Komara Îslamiya Îranê, di eniyên şer li dijî DAÎŞ’ê de, wan berbirûyê bûyereke din ya nexweş wekî şerê Helebçeyê bike... Dom heye