Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz

21:11 - 29 Adar 2014

Nahîd Husênî

Demsala buharê ye, û newrozê himbêza xwe ji bo ciwanî û hezkirinê vekiriye. Newroz e û xwezayê bi kincên bi xeml ên Kurdî, xwe xemilandiye, da ku mizgîniya jiyanê bide gij û giya, û her jîndareke din. Dema jiyana xwezayê ye, û jiyamê dilê xwe bo hêviyan xweş kiriye. Serdema rabûnê ye, û Kurdistanê himbêza xwe vekiriye bona ku tîrojkên azadiyê himbêz bike. Bêhna azadiyê tê, û rêvîngên têhniyê serbestiyê pêngavên xwe bileztir dikin, bi vê hêviyê ku kena li ser lêvên wan tevlî tîrêjan bin, û di dema serkevtina yekcarî de, hevdu himbêz bikin.

Newroz e, lê welatê buhar û newrozê û hêviyên di dil de, li jêr dûmana reş a dîktatoriyê de dinalîne. Destpêka vejînê ye, û di kangeha jiyanê de, mirin çavnihêriya gellek ji hêviyan dike. Dema vegeşîna xwezayê ye, lê dûmana dîktatoriyê per û baskên xwe bi ser zozanên herî bi xeml ên nîştiman de kêşaye. Xwezayê himbêza xwe ji bo vegeşîneke nû amade kiriye, lê kerb û kîna kevneperestiyê bi hilma pirr ji jehrê a xwe hewil dide ku per û baskên xwe bi ser hemû Kurdistanê de bikêşe.

Rejîma dijî kêfxweşî û azadiyê, di Îranê de , evsal jî wekî her salê hewil dide ku pêşiya şahî û kêfxweşiyan bigre, jiber ku şahî û kêfxweşî nîşaneya dijayetiya di gel çanda reş û reşperestiyê ya Komara Îslamiya Îranê ye. jiber ku kêfxweşî, hêvîdarbûn e bi rojên piştî Komara Îslamiya Îranê.

Lê newroz her newroz e, û nasnameya kurdewariyê ye. Newroz nîşana dijberiya di gel Komara Îslamiya Îranê ye, û wê her bimîne. Newroza we pîroz, dilê we tejî ji hêvî, hêviyên we nêzîktir bi armancên we, û arancên we bidestve bên.