Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya sekreterê giştî yê PDKÎ bi boneya newrozê

19:53 - 20 Adar 2015

Kurdistanmedia: Mustefa Hicrî- Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdisrtana Îranê, bi boneya cejna Newrozê û hatina sala nû peyamek belav kir.

Hevwelatiyên rêzdar!
Bi boneya newroz sersala Kurdî cejna rizgarî û azadiyê, ji aliyê PDKÎ ve ez silav û pîrozbahiyên herî germ pêşkeşî we dikim. Ew cejna ku hêma û nîşana xweragirî û mana neteweya Kurd e, bi dirêjahiya hezaran salî, bûye rawestegeheke dîrokî ya neteweya Kurd bo yekgirtin, jiyandostî û nûkirina peymanê di navbera xortên bênaz û çavgeş ên neteweya me de.

Bi vê boneyê, ez bi girîng dizanim ku berî her tiştî, em serê rêz û hurmetê bitewînin di hemberî şehîdên serbilind yên riya rizgariya Kurd û Kurdistanê de, û pîrozbahiya herî germ li malbatên wan yên rêzdar bikin. Hewce ye ku em peymanê digel wan nû bikin ku emê riya wan bidomînin heya wê roja ku hêvî û armancên wan ku azadî û serbestiya Kurd û Kurdistanê bû ser bigre. Herwisa silavan li wan xortên kolneder û xweragir yên Kurd û hemû wan mirovên azadîxwaz ên neteweyên din dikim, ku di bendîxaneyên rejîma sêdareyê de, bi moraleke polayîn û qehremanane bergiriyê ji bîr û baweriyên xwe dikin, ew jî dibe xatircem bin ku êş û azarên wan bi xesar naçin.

Herwisa di vê derfetê de silav û pîrozbahiya herî germ ya xwe pêşkêşî hemû kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ û malbatên wan yên xweragir dikim û wan xatircem dikim ku di encama xebata wan ya xweragir û hemû evîndarên azadiyê de, buhara rasteqîne ya rizgariyê emê di welatê xwe de pîroz bikin.

Rêzdarno!
Cejna newrozê ya sala 1394 (2015)’an, di demekê de ye ku xortên neteweya me di Başûra Kurdistanê û Rojavaya Kurdistanê de, berbirûyê hêza herî mezin ya ne mirovî bi navê DAÎŞ’ê bûne, ku hevşêwe û hevarmancê Komara Îslamiya Îranê ye, û di hemberî DAÎŞ’ê de bergiriyeke qehremanane dikin û di heman demê de, hevwelatiyên me di Başûr de, berbirûyê siyaseta birçîkirin û gemaroya darayî ya nemirovî ya Bexdayê dibin ku ew yek jî bi pilana rasterast ya hevpeyman, û deshilatdarê rateqîne yê Bexdayê wate Komara Îslamî ya Îranê cî bi cî dibe, ku di rastî de tiştekî wisa ji cînosayd û paktawa regezî kêmtir nine. Îro rojê Kurdistan bûye pêgeha azadîxwazan û hemû hêzên dijî terorîstî di asta cîhanî de, û ji aliyekî din ve bûyerên vî şerî nîşan dan ku Kurdan dijminê hevpar heye, û bi bê palpiştî, hevdengî û yekrêzî, nikare berbirûyê dijminên xwe bibe. Ew bûyerên ku di Şingal, Kobanê, Giwêr, Mexmûr, Se’diye, Celewla û herêmên din de rû dan, selimandin ku pêşmerge û şervanên Kurd bi hev re parêzerên xaka Kurdistanê ne û em jî wekî pêşmergeyên PDKÎ hertim amade ne ku di her cihekî de ku hewce be û daxwaz ji me bê kirin, em hêzê bişînin û ew yek jî di destpêka êrîşa hêzên tarîperest bo ser Herêma Kurdistanê de, bi kiryar me selimand.
Hevwelatiyên rêzdar!
Ew sala ku bi dawî hat, mixabin saleke pirr ji azar û nexweşî bû. Komara Îslamî li gora belgename û raporên bawerpêkirî yên navneteweyî karnameyeke reş ya din di warê azadî û mafên mirovan de pêşkêşî hevwelatiyên Îranê kir. Li gora rapora rêkxistina lêborînê ya navneteweyî heya tundtir ji caran pêşiya azadiya ramanê û pêşiya kom û civînên xelkê girt, û dest kir bi girtin û binçavkirina azadîxwazên neteweya me û bergirîkarên mafên jinan û bi giştî mafên mirovan, rojnamenivîsan, cudahizran, û ...hwd di Îranê de.

Ya ku derheq sala borî de, cihê baskirinê ye, ew e ku Komara Îslamî nekarî bi berçav be jî, li gora diruşm û sozên derev yên hilbijartina Hesen Rûhanî reftarê bike, û îşkencedanên bêbingeh û nayasayî rabigre, û yan jî aliyê kêm, wan reftaran kêm bike.

Xwendekar û dersxwanên hêja!

Dîsan takên mafxwaz û xwedî şeref yên neteweyên cuda cuda yên Îranê û bi taybetî neteweya Kurd û kêmaniyên ayînî yên din û jin, berbirûyê ferq û cudahiyan bûn. Dîsan cezayên ne mirovî wekî şelaqlêdan û sêdaredanên berfireh û korkorane bi hêcetên na yasayî û na exlaqî, tundtir û berfirehtir ji salên berê bi rê ve çûn, vê yekê jî wisa kir ku Şêvra Mafên Mirovan ya NY, li ser rewşa ne baş û pirr metirsî ya mafên mirov nîgeraniya xwe eşkere bike, û ragehîne ku bi sedan û hezaran bendkiriyên rexnegir û rojnamevan, û mafnas û çalakên xwendekarî û kedkarî, û ...hwd di girtîgehan de ne. Herwisa Komara Îslamiya Îranê bi kontrolkirina torên civakî û astengkirinê, dixwaze ku pêşiya bêhnvedan û guhertina bîr û boçûnên tak û neteweyan bigre. Ew yek digel hebûn û zêdebûna girtîgehên veşartî ji aliyê Îtila’at û Spaha Pasdaran û herwisa dadgehîkirinên na dadperwerane û na yasayî ya endamên neteweyên din, û kêmaniyên ayînî ên din, û bi taybetî Behayiyan de ye.

Her li gora dehan rapor û daxuyaniyên navdewletî, rewşa Kurdan pirr ji ferq û cudahîdanîn bûye, heya kar gihîşte ser cudakariyan di dabînkirina xizmetguzariyên giştî de jî wekî: Cihê bêhnvedan, av û tendirustî , perwerdehî û bicihkirin û perwerdehiya zimanê dayîkê jî her qedexe bûye û niha jî qedexe ye. Ya ku zêdetir cihê şermezariya vê rejîmê ye, netirsiya wê ji daxwaziyên xelkê û mafên wan e ku bûye sedema vê ku heya pirseke hestiyar û girîng ya jiyana hevwelatiyên her welatekî, wekî pîsbûna av û hewa jî, bibe pirseke siyasî û heya emniyetî, ku mixabin çar ji bajarên herî pîs di warê av û hewa de, li ser asta cîhanî, di Îranê de ne. Bo mînak bajarê Ehwazê bajarê herî pîs e li ser asta cîhanê, û bajarên Kirmaşan û Sine û Yasûc, ji bajarên din yên metirsîdar ên vê rîzbendiya cîhanî di warê pîsbûna av û hewa de ne.

Karnameya rejîmê di sala borî de, di warê jiyanê de jî, cihê metirsiyê bû. Her ji destdirêjiya li ser herêma taybetî ve bigre heya digihîje pişkkirina regezî bo xwendin û zewtkirina azadiyên wan, heya nebûna yeksaniya regezî û ne dadperwerî di rêjeya bicihkirinê (damezrandinê) de, ku di 8 salên borî de, her sal û ev sal jî 100 hezar kes hatiye xwar. Ew yek jî bi eşkere xwezaya dijî jin û jiyanê, ya vê rejîmê nîşan dide.
Hevwelatiyên rêzdar!
Dan û standinên di navbera Îranê û welatên 5+1 de, di demekê de bi rê ve diçin ku Komara Îslamiya Îranê di lawaziyê de ye, û neçar e ku razî be bi mercên Rojavayiyan heya ku ji vê rewşa xirab ya aborî û siyasî xwe rizgar bike, û li ser lêva kendalê herifînê vegerîne. Bo vê aremancê heya razî bûye, ku digel dijminê herî bi tirs yê xwe, wate Amerîkayê jî heyamekê bi awayê veşartî û niha jî rasterast gotûbêjê bike, da ku Rojava razî be ku ceza û gemaroyên aborî li ser Îranê rake, ku serdemekê wekî kaxezên diriyayî bi nav dikirin, û îdia dikir ku bûye sedemê bihêzî û afirandinan (dahênanan). Lê serjimêrî û raporên navdewletî eşkere dikin ku bi sedema siyasetên çewt ên Komara Îslamî û hewldan bo binpêkirina yasa û rê û şûnên navneteweyî ew cezayên navdewletî bûne sedema vê ku bi sedan milyard dolar zirar li wan bikeve, û sîstema borî ya Îranê têk biçe, bi awayekî ku heya Komara Îslamî nikare derman û hewcehiyên nexweşxaneyan dabîn bike. Rêberê vê rejîmê navê vê xwe radestkirin û serşoriyê daniye “nermiş qehremananê” (nermiya qehremanane). Di demekê de ku dawî raporên rêkxirawên cîhanî, ên pirogramên geşepêdana mirovî ya NY, îsal zêdetir ji %25 ji Îraniyan wekî kesên haşiye nişîn bi nav kiriye, û li gora raporên wan %40 ji Îraniyan jiyaneke pirr ji zehmet derbaz dikin û di bin hêla hejariyê de ne. Rapora sindûqa navneteweyî ya dirav, di destpêka sala 2015’an de, asta pêşbîniya xwe ji bo vegeşîna aborî ya Îranê bo sala bêt, ji %2.2 anî xwar bo %0.6, û pêşbîniya bilindbûna rêjeya teweromê dike di sala bihê de, di Îranê de. Herçend ku cihê amajepêkirinê ye ku di Îranê de, di rejîmekê de ku xwediyê sîdtemeke daxistî û serkutkar ya emniyetî, û îdeolojîk û aboriyeke dewletî, û bê hebûn aliyê kêm ya pêşbirkê û sîstema bazar azad, deshilata dadwerî ya serbixwe, û ragehandina azad û çavdêr, û partiyên opozisyonên yasayî û rexnegir û herwisa rêkxirawên civaka medenî ya bihêz forma xwe negirtiye, ji vê zêdetir nahê çaverêkirin. Lewra em dibînin ku ew rejîma ji gendeliya berfireh ya berpirsyarên payebilind û alîgirên wê tê ketiye. Ji 123 milyard Tûmen diziyê, di serdema Refsencanî de, bo 3 hezar Milyard Tûmen di serdema Ehmedînijad de bilind bûye, û niha jî li gora zanyarî û gotinên berpirsyarên vê rejîmê bas ji gendeliya 650 hezar Milyard tûmenî tê kirin!.

Eva xeynî gendeliya bi hezaran milyardî ya dem û dezgehên ser bi beyta rêberî û Spaha Pasdaran û dezgehên ewlehiyê ye, mamostayên cesûr û rewşenbîr yên neteweya me di vê salê de, bi girevgirtin û eyan kirina nerazîbûnên xwe li dijî rejîmê, cemed û bêdengiya bi zor dasepayî ya deshilata nezaniyê şikandin û selmandin ku Kurdistan xwediyê mamostayên pêşrew û yekgirtî ne, lewra pêşeroja Kurdistan bi we ve rohn û zelal e.

Di sala borî de bi sedema siyasetên dijîmirovî yên vê rejîmê em şahidê bêkarbûn û derkirina kedkarên mand û bêpar û daxistina kargeh û karxaneyan bûn. Kedkar bi sedema pêdagirî ji bo dabînkirina aliyê km yê jiyanê, bergirîkirin li dijî paşketina mûçeyê xwe, û berfirehbûna girêbesta kêm heyam, û bûyerên dilêş yên kar, berbirûyê gefxwarinan û girtinên na yasayî bûn. Lê kedkarên hişyar û serwext yên welat serbarê wan hemû zext û zorî û bê derfetiyan, di her derfetekê de ku ji dest wan hat, mafxwariya xwe gehandin guhên xelkê cîhanê.

Hevwelatiyên azadîxwaz û tekoşer!
Di sala borî de dengê biwêr û heqxwaz ê we, li dijî rejîma cehl û nezaniyê di hemû cîhanê de deng veda, ûş serşoriyeke zêdetir ji rejîmê re tomar kir, di rapor û amarên “xanêyê azadî” bo sala 2015’an rejîma Îranê karnameya herî reş hebû, û di nav rejîmên dijî azadî ên cîhanê de pileya 6 ji 7’ê wergirtiye, û di nav 195 welatan de, di warê azadiyên medenî û mafên siyasî de, di refa welatên herî na azad û dîktator de hatiye polên kirin. Rapora salane ya hevpar ya rêkxirawa “Şefafiyeta navdewlet” û kovara “Varî Palîsî” bo sala 2014’an, li derbarê welatên şikestxwarî, Komara Îslamiya Îranê di nav 147 welatan de, di rêzbenda 44 de daniye. Di rapora peyamnêrên bê sînor de, Komara Îslamiay Îranê di nava 180 welatan di cîhanê de, rêzbenda 173 heye û wek yek ji wan 5 dewletan e ku bûye girtîgeha rojnamenivîsan.

Di dawiyê de cardin ez pîrozbahiya newrozê li we dikim û di sala nû de, jiyaneke pirr ji azaî û şanazî û xweşguzeranî û pir şiko hêvî dikim. Bi hêviya wê rojê ku em pêkve agirê pişengdar yê newrozê di hemû çiya û gund û bajarên Kurdistanê de, bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb hilkin û xortên me dest di nav destên hevûdu de şahiya azadî û serbestiya Kurdistanê saz bikin.

Cejna we pîroz û her bijîn bi şadî

PDKÎ
SEKRETERÊ GIŞTÎ
Mistefa Hicrî
Newroza 2715’an a Kurd
1394’an a Rojî