Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

21’ê Adarê, roja cîhaniya xebata li dijî ferq û cudahiya regezî yan tepeseriya neteweyî

13:03 - 13 Nîsan 2015

Îdrîs Stwet
Ferq û cudahiya regezî di cîhanê de û di nava neteweyên cîhanê de dîrokek dûr û dirêj heye, û vedigere bo sedsala 17’an û bitaybet li Qareya Afrîqaya Başûr de, ku spîpêstan siyaseteke zalimane derheq reşpêstên vê deverê girtine pêş, û armanc ji wê siyasetê cudakirina spîpêstan ji reşpêstan û zalbûna spîpêstan bi ser reşpêstan de bû. Lê di dawiyê de bi sedema hewl û xebatên zaf ên xelkê, ev siyaset vêde birin, û li sala 1965’an civaka navnetewî bo vê ku nefreta ferq û cudahiya regezî û tepeseriya netewî û koledariyê nemîne, 21’ê Adarê weke roja cîhanî ya dijî ferq û cudahiya regezî diyarî kirin.

Civaka navnetewî ferq û cudahiya regezî wekî binpêkirina mafên mirovan dizane, û hemû salê di cîhanê de roja 21’ê Adarê weke roja cîhaniya dijî ferq û cudahiya regezî tê bi bîranîn.
Lê niha jî ferq û cudahiya regezî di zaf welatên cîhanê de heye, û tenê jî girêdayî bi rengê pêst nine, belkû zaf taybetmendiyên din jî hene, û heya heke reşpêst jî di hin welatan de nebin, taybetmendiyên netewî bi xwe ve digire, wek ferq û cudahiya ziman, ol , netewe.
Di welatê Îranê de de, ferq û cudahiya regezî, taybetmendiyên netewî dikine armanc, û ji aliyê desthelatdarên Îranî ve derheq neteweyên din ên kêmanî zulm tê kirin, û neteweyên kêmanî di vîwelatî de dikevne ber êrîşên regezperestên desthilatdar ên Îranê, û desthilatdarên Îranê her di destpêkê de siyaseta regezperestiyê girtine pêş bo tepeserkirina xelk û neteweyên din di Îranê de.

Neteweyên kêmanî yên akinciyên Îranê hemû li ser vê baweriyêne ku siyaseta ferq û cudahiyê bandorek xirab li ser rewş û jiyana wan daniye, û bixasmanî ji mafên siyasî û civakî û olî bêpar in, û mafên wan hatine binpêkirin.

Ji aliyekî din ve siyaseta ferq û cudahiyê di welatê Îranê de derheq penaberan û bitaybet penaberên Efxanistanî di astek bilind de ye, wek kiryarên nemirovane yên polîsên vî welatî tevî penaberan, û sînordarkirina hatûçûna penaberan bo parêzgehên din û binpêkirina mafê xwendinê û ...hwd.

Cuda ji vê hizrek din di mêjiyê desthilatdarên Îranê de cih girtiye, ev jî eva ye ku zaf arîşeyên ewlehî û aborî û ferhengî xwe ji bo netewe û regezên din pêk tînin, û bi vê hizrê hewla mihkirina netewên din û regezên din didin.