Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amîn Xusrewî

13:26 - 13 Nîsan 2015

H: Arif Vêlzî

Amîn Xusrewî: “Hilbijartina rê û rêbaza PDKÎ ku bi baweriya min her doma rêbaza Qazî û Qasimlo û Şerefkendî ye, erkek netewî ye, û min bê tu çavnihêriyekê ev rêbaza han hilbijartiye”.

Xwe gorîkirin û qebûlkirina jiyaneke pirr ji zehmetî û awareyî û derbiderî ji aliyekî, û ji aliyê din ve perwerdekirin û xwedîkirina wan zarokan ku hêviyên gelê xwe ne, û pêşeroja gelê xwe yê zulmlêkirî garantî dikin, di rastî de cewher û regnvedana jiyana wan jinan e, ku hemû temenê xwe di nava refên PDKÎ de, û bona gihîştin bi armancên bilind ên partî û gelê xwe terxan kirine, û dûr ji tu çavnihêriyekê, bi salan e ku mil bi milê hevjînên xwe ên pêşmerge, tevgera netewî-demokratîk a gelê Kurd li Kurdistana Rojhilat bi rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser piyan radigrin, û ber bi pêşve dibin.

Lewra di cihê xwe de ye ku her Kurdekî xwedî vijdan, serê rêz û hurmetê di hember jiyana we ya tejî ji zehmetî, lê binirx û xwedî buha de bitewîne.

Eva jî jiyan û serpêhatiya yek ji wan jinan e ku rêya berxwedanê kiriye armanca sereke a jiyana xwe:
Birêz Amîn Xusrewî keça Bawe, sala 1953 (1332)’an di bajarê Kurdperwer ê Sinê de hatiye dinê.

Amîn Xusrewî derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje ku: “Sala 1969 (1348)’an min û hevjînê xwe Seyîd Elî Rehmanî jiyana xwe ya hevpar ava kir, û berhema jiyana me jî sê kur û du keç in. Kurê me yê yekemîn Azad e ku niha pizîşkê zarokan e, Kurê duyemîn Hîwa ye ku xwediyê bawernameya dîplomê ye, kurê din bi navê Hêriş pizîşkê didan e, û keça me ya mezin bi navê Arezû lîsansa ziman heye, û keça din bi navê Hana jî lîsansa civaknasiyê heye”.

Amîn Xusrewî piştî derbazkirina para zêdetir a temenê xwe ya siyasî di awareyî û derbideriyê de, çavnihêriya xwe derheq bi PDKÎ û derheq bi hevjînê xwe yê pêşmergê PDKÎ weha tîne ziman: “Hilbijartina rê û rêbaza PDKÎ ku bi baweriya min her doma rêbaza Qazî û Qasimlo û Şerefkendî ye, erkek netewî ye, û min bê tu çavnihêriyekê ev rêbaza han hilbijartiye.

Lê ez hez dikim ku Partiya demokrat jî zêdetir ji berê alîkar û handerê jinana di nav refên partiyê de, û li derveyî partiyê de be, da ku bikarin di xebat û tekoşînên xwe de serkevtî bin. Herweha hêvî û daxwaza min jî ev e ku havjîna min, weke salên berê xwediyê îradeyek bihêz û şiyanên taybet bi xwe be di pêvajoya xebat û kar û erkên xwe ên netewî de”.Amîn Xusrewî di doma hevpeyvîna xwe de roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman û dibêje: “Dema ku Kurdistana Başûr ji zulm û zordariya deshilata Sedam Husênê dîktator rizgar bû, û gelê me di wê para Kurdistanê de karî bi rihetî bêhnekê vede, ez jî weke mirovek azadîxwaz û jiyandost, pir kêfxweş bûm, jiber ku ez li ser vê baweriyê bûm û niha jî li ser vê baweriyê me ku azadiya parek ji xaka Kurdistanê, dikare bibe alîkar bo parên din ên Kurdistanê jî”.

Amîn Xusrewî herweha roja herî nexweş a jiyana xwe weha tîne ziman: “ Roja herî nexweş a jiyana min roja bihîstina nûçeya şehîdkirina şehîd Dr. Qasimlo bi destê dîplomat terorîstên Komara Îslamî bû, ji ber ku ez li ser vê baweriyê bûm ku şehîdbûna Dr. Qasimlo bûye sedema vê yekê ku Kurdistan û gelê Kurd rêberê xwe yê jîr û zana ji dest bide, û herweha cîhan jî kesatiyek weha azadîxwaz û rewşenbîr ji dest bide”.

Amîn Xusrewî di dawiyê de rû li dayîk û jin û keçên Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tevî Rojnameya Agirî tîne: “Weke jin û dayîkek Kurdistanê ku piraniya temenê xwe min di nava cîhana siyaset û refên PDKÎ de derbaz kiriye, peyama min ji bo dayîk, keç, jin û xûşkên Kurdistanê ev e ku her weke salên berê piştevanê bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd bi giştî û bitaybetî partiya xwe wate PDKÎ bin, da ku bikarin heya gihîştin bi xewn û hêvî û armancên tevahiya şehîdên Kurdistanê, li ser xebat û tekoşîna xwe ya pîroz berdewam bin”.