Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saleke nû, û diruşmeke din

13:30 - 13 Nîsan 2015

Şehab Xalidî

Rêberê Komara Îslamiya Îranê Elî Xamineyî ji sala 1378 (1999)’an şûnda hemû salekê navekê bo sala nû ya Rojî diyarî dike û daxwazê ji berpirsyarên payebilind ên welat dike ku hemû hêz û şiyana xwe bi kar bînin bona vê ku di çarçoveya wê nav yan diruşma ku wî diyarî kiriye, bi awayekî pêngavên bi kiryar bo nehêlana kêşe û aloziyên di nav welat de hilgirin, ku di berjewendiya nizama wan de be.

Lewra îsal jî bi baldan bi vê ku xelk bi sedema diruşmên birîqedar û bê encam ên dewletê derheq çareserkirina kêşeyên wan ji dewletê bêhêvî bûne, û rêberê nizamê jî ku bi xwe sebebkarê sereke ê pêkhatina vê rewşa nebaş e, bi başî ji vê rastiyê têgihîştiye, bi diyarîkirina diruşma “dewlet, xelk, hevdilî û hevzimanî” dixwaze xelkê belalêdayî ê welatê me cardin bi diruşmên bê kiryar ên dewlet û hikûmeta xwe hêvîdar bike.
Ji aliyekî din ve, digel vê ku ew peyama Xamineyî diselimîne ku kêşeyên kûr di navbera xelk û dewletê de hene, di heman demê de jî, nîşan dide ku armanc û daxwaza Xamineyî jî ne ew e ku dewlet daxwaziyên xelkê cî bi cî bike, belkû her çawa ku di peyama xwe de bas ji beşdariya berçav ya xelkê welat bi qewlê xwe di rêpîvînên 22’ê Rêbendanê û roja Quds de dike – ku di van rojên taybetî de rejîm bi anîna xelkê bi zorî ber bi kolanên bajaran, dixwaze xelkîbûna deshilata xwe biselimîne- armanca wî ew ku xelk bi hemû awayekî di xizmeta wî û deshilata wî de bin, û ji bo berjewendiya nizamê, dev ji xwestekên xwe berdin, û bi yek dil û yek zimanî di hemberî dijminên Îslamê de (ku ew bi xwe nûneratiya vê cure Îslamê dikin!) bisekinin, û bi berxwedaniya xwe rê ji bo hinartina şoreşa Îslamî bo derveyî sînorên Îranê -her wekî ku niha em dibînin di welatên wekî Sûriye, Îraq û Yemenê de dike- xweş bikin.

Lewra xelk bi başî ji niyetên rêberê nizamê û berpirsyarên din têgihîştine, û niha ew bêbaweriya bi dewletê di asta teqînê de ye. Ji ber ku sala ku derbas bû jî, ji bo xelkê Îranê saleke pirr ji êş û azar û girtin û îşkence û îdam, û saleke reş û biyomtir ji salên berê bû, û dîsan hate selimandin ku Rûhanî jî ne dixwaze û ne jî dikare di çarçoveya vê sîstemê de guherînkariyan bike.

Em dikarin bêjin ku xelkê welatê me di çarçoveya vê nizamê de, ne tenê nikarin pêngavekê jî ber bi pêş ve bavêjin, belkû roj bi rojê wê zêdetir berbirûyê bi hezaran diyardeyên kirêt û nehez yên civakî bibin, û hejarî jî wê roj bi roj zêdetir geviya wan bigivişîne, û wê stûyê wan zirav bike, û astengiyên zêdetir ji salên borî, li ser riya çalakiyên wan yên medenî wê bêne pêkanîn.

Belê welatê me ku diviya niha di refa dewletên herî pêşkevtî ên herêm û cîhanê de bibûya, mixabin di bin siya deshilata wan zaliman de, di kûrahiya kêşeyên cur bicur ên civakî û aborî de wisa bat bûye, ku tenê hiloşîna wê sîstemê dikare bibe destpêkek bo avedankirina Îraneke demokratîk û pêşkevtî. Îranek ku êdî rêberên wê di peyamên xwe yên newrozî de, şanaziyê bi xizmetên xwe yên sala borî bikin, û xelk jî şanaziyê bi hebûna wan rêberên xwe bike ku şev û rojên xwe kirine yek bo bextewerî û jiyaneke asûde ji bo wan. Bê guman wê demê ye ku xelk û dewlet dibin yekdil û yekziman ji bo pêşvebirina welatê xwe.