Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netirsiyan ji mirinê remza zindîmanê ye

13:31 - 13 Nîsan 2015

Şemal Terxîbî

Sedsala bîstemîn, sedsala serhildana çendîn şoreş û serhildanên azadîxwazane û di heman demê de jî, zalbûna totalîtarîzmê bi ser beşeke berçav ji herêmên cîhanê de bû.

Sedsala du şerên cîhanî û bombeya navikî û dijayetîkirina piroseya cudahizrî û pêkanîna rewş û hewayê polîsî û tirsê û wekî Nîçe dibêje: “Di vê navberê de xwîna herî zêde bo çemkên wekî azadî û maf û .....rijiya”.

Di rewşeke bi vî awayî de, û di Kurdistana bindest ya Îranê de sîstema serberedayî ya paşatiyê tawanek encam da, ku heta heta di dîroka Îranê de wekî lekeyeke reş dimnîne.

Di 10’ê Xakelêweya sala 1326 (1947)’an de, deshilatdarên wê demê yên Îranê çend kes ji rêberên ostoreyî yên Kurdan bi tometên nerewa di girtîgehên xwe de li dara bêdadiyê dan. Pêşewa Qazî Mihemed û Seyf û sedrê Qazî ew kesayetiyên bêhevta ên Kurdan in ku di vê rojê de hatin şehîdkirin, eşkere ye ku felsefeya jiuyana mirovan her di destpêka bûnê ve heya niha pêk hatibû ji jidayîkbûn û mirinê.

Ew du têgeh jî bi dirêjahiya temenê mirov berdewam cihê behs û nîqaşê bûye, û her kes li gora dîtina xwe berhev dide, û pênaseyê jê re dike. Hinek kes baweriya wan bi cîhaneke din û zindîmana paşmerg heye û hin kesên din jî li ser vê baweriyê ne ku eva pêvajoyeke xwezayî ye û piştî nemana di vê cîhanê de tu jiyaneke din tuneye.
Di her du awayên baskirî de, hest bi şêweyek ji tirsê ji bo pirsa mirinê tê kirin.

Lê di vê navberê de hin kes hene ku ne tenê ji mirinê bi wateya wê ya rastîn natirsin belkû em dikarin bêjin ku bi mirinê dikenin û bi kiryarên xwe yên mirovî berbirûyê mirinê dibin û heya mirinê dixin qedeman û di heman demê de jî dibin sembolek bo nivşên piştî xwe û ew “netirsiyan ji mirinê” dikin waneyeke mezin bo jiyanê. Bi vî awayî jî jiyan ji rewşeke asayî ve tê veguhastin bo jiyaneke manadar û pirr nawerok ku renge bikarin vê yekê bo xala cudakirina mirovên asayî û mirovên mezin danên.

Niha li gora vê pênaseyê bi dûr ji her cure dudiliyekê em dikarin bêjin ku pêşewa Qazî Mihemed ew mirovê mezin e ku wekî şehîdê nemir Dr. Qasimlo kerem kir: “Dema ku Pêşewa û hevalên wî hatin bidarvekirin, peyamek, û meşxelek da destê nivşên piştî xwe. Ew peyama çi ye?

Ew peyama ew e ku yên ku şoreşgerên rasteqîne ne, heya hekî bi dehan carî mirin jî li pêşberî wan be, heya serkevtinê, dest ji xebatê nakişînin. Ew peyama ew e ku hemû hewl û tekoşîna me bo bextiyarî û serbilindî û xweşiya gelê me ye, ew peyama ew e ku ji bo azadiyê, neteweyeke zindî dibe fîdakariyê bike.

Di vê riyê de karwaneke dûr û dirêj ji şehîdan me pêşkêş kiriye, lê neteweyek ku bixwaze zindî bimîne, neteweyek ku bixwaze nîşan bide ku serbixwe ye û di nav neteweyên cîhanê de cihê wî heye, dibe nirxa azadiya xwe jî bide.

Azadî jî her wekî ku dîrokê nîşan daye, nirxa wê giran e bê nirx jî nahê wergirtin. Ew peyam ew e ku em bo azadî û demokrasiyê tekoşînê dikin.

Îro rojê piştî derbasbûna 68 salan bi ser şehîdkirina serkarwanê karwanê şehîdên Kurdistanê re, erka nivşa nû ya Kurdistanê ye ku herwek serdarê demokrasiyê kerem kir, riya şehîdan bidomîne heya ku bigihîje azadiyê.

Azadiyek ku tewahiya aliyên jiyana mirovekî bi wateya rastîn ya peyvê bi xwe ve bigre, û gelê Kurd jî hevşêweyê hemû gelên cîhanê serbestî û azadiyê tam bike, û ji mirinê nesilike û berevajî berbe canê merg û mirinê, û nehêle ku meşxela xebat bo azadiyê vemire.

Her di vir de hewce ye ku em bi bîr bînin ku xebata Pêşewa û hevalên wî, çend armancên bilind yên mirovane li pêşiyê hene ku pêk hatiye ji: Vegeşandina dostatiya di navbera takên civakê û neteweyên cîhanê, û vegeşandina çemka aştiya neteweyî û dûrketina ji tundûtîjiyê û herwisa bo jinavbirina nedadperweriyê û bo serwerî û yeksaniya takekesan ku remza gihîştina bi van armancan in, bêguman çandina tovê hêviya bi pêşerojê û yektir hezkirinê, û rêzgirtina ji yektir e.

Nivşa îro rojê ya Kurdistanê dibe bi başî ji vê yekê têbigihîje ku rejîmên totalîtar û dijî gelî yên wekî komara Îslamiya Îranê, berdewam di hewla vê yekê de ne ku bi çandina tovê bêhêvîtiyê û bêbuha nîşandana xebata gelên azadîxwaz û gelê Kurd, ji tamkirina gihîştina bi azadiyê dûr bixin, û bêhêvîtiyê bikin hêvinê jiyana wan.

Lewra berdewamiya li ser xebatê û hewldan bo gihîştina bi armancên pêşewa û Komarê, altirnatîva herî baş e bo vê doktorîna rejîma Îranê û rejîmên wekî wê.

Roja 10’ê Xakelêwe roja rêzgirtinê ye ji wan xortên çavnetirs ên Kurdistanê ye ku bi riha xwe parêzgarî ji keramet û şerafeta neteweya Kurd kirin û canê xwe kirin pirebaska serkevtinê û gihîştina bi armancên ji mêjîn ên gel.

Roja peyman û soz nûkirinê ye digel wan mirovên mezin ku mana bi jiyanê bexşîne, û merg şermezar kirin, roja pêdagirîkirinê ye li ser tewahiya wan têgehên me’newî ku wateyê didin mirovahiyê, û lêborîn, kolnedan, jixweborîn, cangorîtî û dehan çemkên din bi vî rengî pênase dikin.