Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Armancên şerê Helebçe (beşa 2 û dawî)

13:33 - 13 Nîsan 2015

Mihemednezîf Qadirî

Ya yekemîn: Armanca rejîmê ji bo êrîşkirina rejîmê li ser herêmên Helebçe û Şarezûrê bi wan lêkdaneweyên çewt, ew bû ku herêmekê di bakûra Îraqê de ji bo opozisyona wê demê ya Îraqê di Başûra Kurdistanê de rizgar bike, û opozisyona Îraqê di nav navxwe ya Îraqê de vegeşîne. Bo vê armancê jî di civînên berpirsyarên bereya Kurdistanî û rejîma Îranê di kirmaşanê de biryar li ser hate dan.
Duyem: Di rewşekê de ku hêzên rejîma Îranê li eniyên şer ên başûr û nawerast de, di hemberî êrîşên arteşa Îraqê de, berbirûyê têkşikan û bêçareyiyê bûn, rejîm di hewla vekirina bereyeke din ya şer di herêmên çiyayî ên Kurdistanê de, bi armanca paşekêşepêkirina bi beşek ji hêzên Îraqê û mijûlkirina wan bi şerê Kurdistanê û sivikkirina vê zextê bû, ku di eniyên başûr û nawerasta Îraqê de, li ser hêzên wê hebû.

Sêyemîn: Hewla rejîma Îranê bo veqetandina riya sereke ya Silêmanî- Bexdayê û pêşrewiya hêzên wê ji bo girtina çiyayê Qeredaxê, û girtin û zirarpêgehandina çalên petrolê ên Kerkûkê bû. Êrîşa hêzên rejîmê û şerê Helebçe bo girtina bendava derbendîxan û derbazbûna hêzên wan ji çemê Sîrwan ber bi avahiyên “Ehmed Birnew” û hwd..., ku piştre ji aliyê hêzên Îraqê ve hatin tunekirin, her ji bo vê armancê bû.

Çarem: Xaleke girîng û nepenî û ranegehandî ya êrîşa li ser Helebçeyê pêywendiya wê bi PDKÎ ve hebû. Ji destpêka tevgera rizgarîxwaziya Rojhilata kurdistanê ve heya wê demê herêma Hewraman, Ciwanro, Newsûd, û gundên Deretifê, Hawar, û Haware kon, bibûne herêmeke azad, û PDKÎ ji bo birêvebirina karûbarên gundên wê herêma azad, sîstemeke xwebirêvebiriyê pêk anîbû, û xwendingeh bi zimanê Kurdî, bo xwendekarên wê herêmê ava kir, û desteyek ji mamostayan bo birêvebirina vê erka neteweyî perwerde kir, û dermanga û xizmetguzariyên tendurustiyê ji bo wan dabîn kir, û bazareke derfiroşkirin (hinardekirin) û anîna kalayan digel bazarên Helebçe û ... rêk xistibû, û bernameya wergirtina gumrikê danîbû, û ewlehiya herêmê ji hêla pêşmerge ve hatibû parastin. Girîngiyeke zaf bi parastina jîngeha herêmê û şûna nîştecihbûna binke û baregehên PDKÎ hatibû dan, serbarê wan pêngavên xizmetkirinê, ew herêm bibû nawenda pêwendîgirtina PDKÎ di warê rêkxistinî ve digel bajarên parêzgehên Sine, Kirmaşan, Îlam û raserî Îranê.

Bi giştî ew herêm, di wê demê de, tenê herêm li raserî Kurdistanê de bû ku di destên hêza pêşmerge û PDKÎ de bû. Lewra bibû cihê bala ragehandinên giştî, û berdewam nûçegihanên biyanî û opozisyona Îranî serdana wê herêmê dikirin, û bas ji taybetmendiyên demokratîk ên PDKÎ û şêweya wê birêvebiriya pêşkevtî dikirin. Ew piropagendeya ku di ragehandinan de dihate kirin, serbarê çalakiyên leşkerî ên hêza pêşmerge li dijî hêzên rejîmê, bi tewahî seranên rejîmê tengav kiribû, û karîn ji vê derfetê, ku hêzên bereya Kurdistanî jî, di êrîşa wan ya bo ser Helebçeyê de digel ketibûn, ji bo gihîştina bi armancên xwe ji vê deverê mifahê wergirin û êrîşê bikin, û wê herêmê bigrin. PDKÎ neçar ma ku di vê qonaxê de, ber bi cihên din binke û baregehên xwe veguhêze, û bibe aliyekî zirarmend di vî şerî de. Bi giştî ew xalên ku min îşare pê kirin, ji armancên bingehîn ên vî şerî bûn, û di asta Kurdistanê de jî eva yekem pilana hevbeş ya hêzên siyasî ên Başûra Kurdistanê piştî pêkanîna bereya Kurdistanî bû.

Tiştek ku dixwazim bas bikim, axivtinên Haşimî Refsencanî serkomarê wê demê yê Îranê li ser şerê Helebçeyê ye. Dema ku hêzên Îranê Helebçe girtin, Refsencanî got ku herêma herî mezin ya bakûra Îraq û Kurdistanê me girtiye, deşta bi pêt û bereket ya Şarezûr û pira stratejîk ya Zelmê me girtiye, ku di warê siyasî û leşkerî û aborî de, deskevta herî mezin ya vî şerî ye, xeynî vê yekê ku tewahiya hêzên Îraqê di vî şerî de ji nav çûn, û bi dîl hatin girtin. Lê piştî çend mehan û piştî girtina bajarê Helebçeyê ji aliyê hêzên arteşa Îraqê ve, ku bo girtina vê herêmê êrîşeke baş kirin ser hêzên Komara Îslamî di vê herêmê de, û her bi vî awayî ku çend mehan pêştir hêzên arteşa Îraqê di êrîşa hêzên pêşmerge û hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê de hatin tunekirin, vê carê hêzên Îranê tûşî vê çarenûsê bûn, û berbirûyê meztirîn têkçûnê ji destê arteşa Îraqê bûn, û herêm bi tewahî kete destê arteşa Îraqê de. Di vê têkçûnê de Refsencanî got ku ew herêm ne cihê çandiniyê bûye, û ne jî tu berhemek ji me re heye, û ne jî girîngiya erdnîgariya wê heye. Ji bihîstina axivtinên wî zatî, mirov ew gotina tê bîrê ku: “Bîrdanka derevkeran ze’îf (lawaz) e”.

Serbarê vê ku di şerê Helebçe de xelk û xaka vê herêmê bûne sotemeniya vî şerî, lê xaleke erênî ew bû ku dengê belengaziya gelê Kurd gihande civaka navneteweyî, û tawanbarên vê cinayeta bi sam, bi raya giştî da nasandin, û goriyên Helebçeyê, bûne nasnameya neteweyeke bê maf. Niha piştî derbazbûna 27 salan bi ser vê êrîşa dijî mirovî û vê komkujiyê re, em dibînin ku Helebçe bajarê xwîn û xebatê, dibe yek ji wan pênc parêzgehên herêma Kurdistanê, û di hola monomênta şehîdên Helebçeyê de, di civîneke fermî ya endamên parlemênta Kurdistanê, û nûnerên parlemênta Îraqa federal de, biryara parêzegehbûna vê devera bi xwîn tê dayîn. Cihê xwe ye ku ew deskevta siyasî ji malbatên şehîdên Helebçe û xelkê wê herêm pîroz bikim, û silavan jî bişînim bo riha pak ya şehîdên kîmyabarana Helebçeyê, û hemû wan xortên aza û cesûr ku di çepera parastina Kurd û Kurdistanê de, riha xwe kirin goriyê armancên gel û nîştiman. Herwisa em serê rêz û hurmetê bo bazên bilindfir ên PDKÎ û pêşmergeyên qehreman ên hêza Şaho ditewînin, ku bi qehremantiya xwe ew dîroka pirr ji serwerî ji bo gelê xwe tomar kirin. Di vî şerê hemasî de, xeynî van çend pêşmergeyên qehreman ku şehîd bûn, sê pêşmerge jî di hêza Şaho de bê serûşûn bûn, ku navên wan bi vî awayî bûn: Mîr Ehmed Ehmedî xelkê gundê Mezîdî, û Mihemed Selîmî naskirî bi Hemeyê Naze, xelkê Bayingan bûn, ku niha her du jî şehîd in. Ew ku wê demê ketibûn nav lepên hêzên Îraqê de, piştî çend mehan hatin berdan. Pêşmergeyeke din ê qehreman jî bi navê Enwer Derebeyanî, niha jî bêserûşûn e, û bû serbazê bênav ê vî şerî.

Xaleke din ya cihê baldanê ew bû ku rêberên nemir Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî di dema şer de, digel fermandarê hêza pêşmergeyên PDKÎ û digel berpirsyarên payebilind ên PDKÎ di vî şerî de di pêwendiyê de bûn, û gellek nîgeranê qedera wê hêzê bûn, lewra di sibêdehiya 01.01.1367 (1988)’an de, dema ku hêzên me ji şerê Helebçe û ji dorpêça leşkerî rizgar bûn, rêberê mezin Dr. Qasimlo ji hêza pêşmerge pêşwazî kir, û di kempa awareyên Rojhilata Kurdistanê li Barîke de, civîneke berfireh û dîrokî ji wan re pêk anî, û pîrozbahiya wê serkevtinê ku hevdem bû digel cejna newrozê li xelkê kir, û kêfxweşiya xwe û PDKÎ ji bo serkevtinê eşkere kir. Her di vê civînê de mixabiniya xwe ji kîmyabara Helebçeyê û şehîdbûna zêdetir ji 5 hezar kesî ji xortên nîştimanperwer ku bêrehmane ji aliyê dijminên Kurd ve hatibûn şehîdkirin eşkere kir, û herwisa îşare bi şehîdbûna pêşmergeyên Komele kir ku di vî şerî de ketin boseya hêzên Îranê de, û canê xwe gorî kirin, û bi boneya vê bûyera bi zirar sersaxî da Komeleyê.

Her di vê rojê de tişteke gellek nexweş ku rû da, ragehandina daxûyaniya cudabûna wan kadr û pêşmergeyan bû ku li dijî encama kongireya heştemîn ya PDKÎ bûn, wan hevalan bi vê kiryarê ew serkevtina mezin ku di şerê Helebçeyê de pêşmergeyên PDKÎ di dîroka pirr ji şanazî ya PDKÎ de tomar kiribûn, bi awayekî dapoşî, û xelkê Kurdistanê çi qas bi vê serkevtinê dilxweş bûn, ew qas jî bi cudabûnê berbirûyê nîgeraniyê bûn, û piştî bilavbûna vê daxûyaniya cudabûnê Dr. Qasimlo got ku ew cure kiryar, nikarin pêngavên tekoşerên demokrat ji xebatê sist bikin û kadr û pêşmergeyên PDKÎ her wek ku di taqîkariyan de serbilind û serkevtî bûn, di vî warî de jî wê biselimînin ku alahilgirê rastîn ên rê û şopa demokrat in. Herwisa di 27’emîn salvegera kîmyabara Helebçeyê de, ez bi erkeke neteweyî û siyasî dizanim ku spas û pêzanîna xwe pêşkêşî wê desteya pêşmerge û gelê xwe, birêzan Hemeyê Hacî Mehmûd sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Kak Hamid Hacî Xalî fermandarê emeliyata Helebçeyê û tekoşerê kevnar ê Kurd Kak Mela Fayiq û Omerê birayê wî bikim ku heya demên dawiyê yên derbazbûna me, alîkariya PDKÎ kirin.

Herwisa şehîdê nemir birêz Şewketê Hacî Moşîr bi bîr tînin, ku gotina wî ya balkêş hertim di guhên min de deng vedide, ku di civîneke me ya hevbeş de, di “Çavgî Bawakoçek” de rû kire fermandarên YNK’ê û got: “Çi ji dest me tê, bila em ji bo PDKÎ bikin, û bila em şermezarê dîrok û PDKÎ û Kurdên Rojhilat nebin, heya hekî em Helbeçeyê jî bi nirxa derbasbûna PDKÎ ji dest bidin, ji bo me serkevtin e”. Di çarçoveya pilana derbazbûna me de, em nikarin ku îşare bi rola kadrê bi vec ê YNK’ê Kak Mihemed Mihemedemîn naskirî bi “Heme siyasî” nekin ku yek ji wan kesan bû ku tewahiya dema xwe ji bo alîkariya me danî.
Qurbanîdaneke din ya Partiya Sosyalîsta ya Kudistanê di dema birêvebirina vê erka neteweyî û nîştimanî de, ew bû ku bi sedema pêdagiriya tekoşerê kevnar ê gelê me Hemeyê Hacî Mehmûd, di dema vegeriyana wan de, ku pêşmerge bi rê kirin, di quntara çiyayê Sûrên di herêma Şarezûrê de, du pêşmergeyên qehreman yên Partiya Sosyalîst bi navên Hacî Ebdullah Siyamêwe, Amir herêmê 21, yê Partiya Sosyalîst, û Kak Osman Qaynêce, pêşmergeyê qehreman yê vê partiyê şehîd bûn ku ji riya hevkarî û hevxebatî digel têkoşerên PDKÎ û armancên gelê Kurd di rojhilata Kurdistanê de canê xzwe yê şîrîn gorî kirin. Xaleke din ku yekem car e ku em îşarê pê dikin, destbiserkirina siyasetvanê mezin yê gelê Kurd Dr. Mehmûd Osman bû, bi sedema alîkariya Partiya Sosyalîst digel me, ku bo heyama zêdetir ji pênc rojan ji aliyê dezgeha Îstixbarata Îranê ve hate girtin, ku bi wî ragehandibûn ku partiya we li Helebçê alîkariya PDKÎ kiriye, ku ew jî bi sedema xwezaya neteweyî û nîştimanperwerî û pêwendiya kevnar digel Dr. Qasimlo û PDKÎ, bi wan gotibû ku ez agehdarê vê pirsê nînim, û hekî tiştek wisa jî hebûye, me tişteke neteweyî encam daye. Her di vê derheqê de dema ku Dr. Mehmûd çavên wî dikevne Hemeyê Hacî Mehmûd vê pirsê ji wî dike, û ew jî vê nûçeyê piştrast dike, û Dr. Mehmûd jî destxweşiyê ji wan dike.

Pêwendiya siyasî ya hêzên Bereya Kurdistanî û PDKÎ ew ezmûna bi nirx di vî şerî de wekî dîharî anî, û bi dijmin û neyarên tevgera Kurd nîşan da ku eva her hûn nînin ku li dijî me yek digrin, û hekî Kurd jî yekgirtî be, ku hewcehiya dîrokî jî vê yekê ji me dixwaze, dikare pilana neyaran pûç bike, û îradeya neteweyî ya xwe nîşan bide, ew alîkarî û dehan alîkariyên din ew rastiya selimandiye. Birêz û hurmet be, yad û bîranîna şehîdên Helebçe, û yekgirtîtir bin partî û aliyên siyasî ên Kurdistanî.