Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna Lozanê

13:34 - 13 Nîsan 2015

Şehab Xalidî

Komara Îslamiya Îranê ku Amerîka wekî Şeytanê mezin bi nav dikir,û di wan çend salên borî de, radigehand ku em teslîmî daxwaziyên wan nabin û ew dorpêçên aborî jî ku bi ser me de spandine, ji kaxezên diriyayî zêdetir tu riştek nînin, û nikarin bandora xwe li ser me bikin, û digotin xelkê me hêz û şiyana xweragirtinê di hemberî wan dorpêçan de hene, lê piştre cîhanê dît ku çawa Îran di bin barê giran yê dorpêçên aborî de dinale, û rewşa aborî gihaye astekê ku sebr û taba xelkê welat nemaye, û her demekê egera teqîna kerb û kîna vî xelkê bêzarbûyî ji destê siyasetên serhişkane yên rayedarên rejîmê heye, lewra Xamineyî destewajeyek bi navê “nermiya qehremanane” anî berbas, û wisa nîşan da, ku ew teslîm nebûne, belkû ew nermiya wan di hemberî Amerîkayê de, şêweyek ji qehremantiyê ye.

Encama hewldanên rayedarên Komara Îslamî bona derketina ji bin barê giran yê dorpêçên aborî, vexwarina cama jehrê bû li Lozanê de, û wan soz da ku di hemberî rakirina dorpêçan de, biryarên civîna Lozanê cî bi cî bikin, heya wê roja ku lihevkirina dawiyê îmze dikin.

Bêguman hekî ew lihevkirina wan bibe sedema vê ku rewşa aborî ya welat baştir be, û xelk ji destê giranî û bêkariyê rizgar bin, û ji aliyekî din ve, ew bi kiryar sozên xwe bi cih bînin, û hewlê nedin ku bi awayekî veşartî kar bo çêkirina çeka navikî bikin, ew lihevkirin wê baş be.

Lê dîroka zêdetir ji 30 salan deshilatdariya rejîma Îranê selimandiye, ku ew rejîm ne cihê baweriyê ye, û herwekî ku Binyamîn Natanyaho ragehand, ew lihevkirin ne tenê nikare pêşiya destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka navikî bigre, belkû rê ji bo rejîmê xweş dike ku bi awayekî nepenî çeka navikî çêbike.

Lewra bi baweriya me ew lihevkirin metirsiya wê heye, û zêdetir wê di berjewendiya rejîmê de be, ne di berjewendiya xelkê welatê me de.